Parêzer Amal Mazoon: Qeyranên aborî tundiyê zêde kir

Parêzer Amal Mazoon a balkişand ku bi qeyrana aborî re tundî jî zêde bû, diyar kir ku piraniya jinan hay ji tiştên dijîn nîne û ji bo vê rêyên çareseriyê nîşan da.

HANAN HARITE

Mexrib Li Mexribê rûxmê encama têkoşîna li dijî tundiyê hin destkeftî hatin bi dest xistin jî, hin mêran ji nefeqe dayîna hevjîn û zarokên xwe direvin. Bi vî re qeyranên aborî yên li cîhanê tên jiyîn, mîna tundiya li dijî jinan li her derê zêde kir, li Mexribê jî zêde kir.

Parêzer Amal Mazoon ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, têkildarî mijarê pirsên ajansa me bersîvand û diyar kir ku jin ji mexdûrbûna xwe ya tundiyê bêagahdar in. Her wiha Amal Mazoon, wiha got: “Di dadgehên malbatan de gelek dozên nefeqe yên hatine vekirin hene. Mêrên ku ji nefeqeyê direvin li dijî jinan tundiyê dikin. Lê belê yên ku li dijî vê tundiyê bêdeng dimînin hene."

'Şêweyên din ên tundiyê jî hene'

*Di serî de gelek rêbazên tundiyê hene. Gelo hûn dikarin ji me re qala şêweyên tundiya aborî û bandorên wê bikin?

Bi gelemperî diyardeya tundiya li dijî jinan di van demên dawî de, bi taybetî bi qeyranên aborî yên ku cîhan dijî re belavbû. Ji ber ku sedemek madî ya pevçûn û qeyranan heye. Gelek cureyên tundiyê yên derûnî, fizîkî, zayendî û aborî heye. Ez dixwazim vê yekê diyar bikim ku; gelek kes têgeha tundiyê bi lêdan, birîndarkirin û destdirêjiyê re girê didin. Lê şêwazên din yên tundiyê jî hene. Tundiya aborî ya ku jin nizane yek ji wan e.

Nîşaneyên vê tundiyê di jina zewicandi de, ji reva hevjinê wê ya ji berpirsiyariya xerckirinê derdikeve holê. Ji kar derxistin û destûr nedana karkirina jin û zaroka keç ya ji aliyê malbat an jî hevjînê xwe ve dike çarçoveya tundiya aborî de. Ji kardêran mûçeya netêrker girtin, vederkirin û marjinalkirin, jinan ji kar derxistin û nemisogerkirina mafên wa yên aborî jî, tundiya aborî ye. Di dozên jinan ji bo rûbirûbûna hevjînên xwe vekirin, dozên bav ji zarokên xwe ji bo daxwazkirina nefeqe vedikin û di gelek dosyayên nefeqe yên ku ji aliyê dadgehên malbatê ve hatine vekirin de em rastî îstismara aborî tên.

'Tundî tê asayî kirin’

*Bandora tundiyê li ser jin û zarokan çawa ye?

Tevî ku em bang li jinan dikin li hemberî tundiyê bariyerên bêdengiyê bişkînin û serî tu şêweyên tundiyê netewînin jî, rastî nîşan didin ku hin rewşên ji ber temsîliyeta civakî bitundiyê re tên asayî kirin hene. Hin malbatan, bi taybetî di rewşa dixwazin bi zarokan re bimînin de piştgirî nadin jinan. Ji ber vê yekê jinan neçar dibînin serî li tundiya aborî ya di nav zewacê de bitewînin. Berdewamkirina qebûlkirin tundiyê ya jinan, biçûkxistina rola wan ya di civakê de, îsrarkirina kiryar ya di zextê de û li dijî jinan pêkanîna cureyên din ên tundiyê re rê vedike. Ev yek ne tenê bandor li jinê dike, ji bo hemû malbatê jî dibe sedema bêzariyê û em dibînin ku zarok ji ber rastî heqaretê tên û dayikên wan ew di hawirdorek nexweş de jiyankirinê terk dikin, li dijî dayika xwe şikestinek dijîn.

'Îspatkirina tundiyê zehmet dibe'

*‘Ma îspatkirina tundiya aborî ya li dijî jinê zehmet e?

Li Mexribê di qada têkoşîna li dijî tundiyê de destkeftiyên erênî yên hatine bidestxistin hene. Lê tevî van jî, di teoriyê de mimkun xuya dike jina ku rastî tundiyê hatiye vê yekê bi delîlên hiqûqiyê cuda îspat bike û zirara ku di encama tundiyê li ser wê hatiye kirin îspat kirin, lê di pratîkê de ne hêsan e. Ji ber ku îspatkirina heqaret, biçûkxistin, gotinên mustehcen, lêdan, tundiya aborî û derûnî jî tê zehmet kirin. Lewra, em dibînin ku di îsbatkirina hin sûcên tundiyê yên ku jin rastî tên de tevî ku amûrên delîlên qanûnî yên wekî îtîraf, belge, şahidî, şahidî û delîl keyfî bin jî, di îsbatkirina van sûcan de zehmetiyek heye.

Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, divê stratejiyek berfireh ya şert û mercên exlaqî, perwerdehî, nirxî, çandî, civakî, aborî û siyasî bihewîne derbase jiyane bê kirin.Pêwistî li ser fikirandina mekanîzmayek ku alîkariya pêkhatina edaletê dike heye.

'Bila jin bêdeng nebin'

*Jinên ku rastî tundiya aboriyê tên, dikarin çawa li hemberê van tiştan berxwe bidin?

Divê jin li dijî tundiyê serî netewînin. Ji tundiya ku li wan tê kirin, xwe berpirsyar nebînin. Divê kesên rastî tundiya aborî tên bêdeng nebin. Bi gelemperî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, divê jin wek aborî, civakî, siyasî û çandî bên hêzkirin. Dîsa divê jin bi tu sedeman dev ji mafên xwe bernedin, di mijara mafan de hay jê hebûn û perwerde bê zêdekirin. Bi vî awayî divê hemû kes civakê erk û mafên xwe yên li hember hev bizane. Divê em zanibin pêxistina mafên hevpar ên her du zayendan berpirsiyariyek e. Ji bo di civakê de misogerkirina wekheviya û kêmkirina tundiya aborî dikare bibe çareseriyeke bingehîn.