Nora Muxtar a Etiyopyayî li Yemenê têkoşîna jiyanê dide

Nora Muxtar a Etiyopyayî piştî ku koçî Yemenê kir û hevjinê xwe wenda kir, li hember hemû zehmetî û astengiyên rastî hat, hewl dide li ser lingan bisekne.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Nora Muxtar a 25 salî ku yek ji sedan jinên Etiyopyayî ku ji ber xizanî û zehmetiyên aborî welatê xwe terikand, heta ku li Yemenê nîştecih bû bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Nora Muxtar a ku ji bo di şert û mercên hin baştir de jiyana xwe bidomînin biryar da li Yemenê bi cih bibe, iştî du salan, bi şerê ku li Yemenê dest pê kir re xizanî û belengaziya ku dijÎ ya, hîn zêdetir bû.

Rewşa şer xirabtir bû

Nora Muxtar a diyar kir dema ew nû hatin Yemenê di rewşa wan de başbûnek çêbûye, wiha got: “Bi destpêkirina şer re rewşa me ber bi xirabûnê ve çû. Du zarokên min çêbûn. Lê bivî yekê re jiyan ji bo me hin zehmetir bû. Berpirsyariyên me zêde bûne û em hatin reşwekî ku em nikarî bin pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bi cih bînin.”

Lema kundire hildiberîne

Nora Muxtar a ku li bazara El-Masbah a bajarê Taîzê ya li başûrê rojavayê Yemenê, cureyek nan difiroşe, wiha got: “Dema ku ez ji Etiyopyayê koçî Yemenê bûn, min li vir karek peyda nekir. Ji ber vê yekê min biryar da ez lema kundirê ku dikarim li sûkê çêkim û li sûkê bifiroşim hildiberînim. Tevî ku lêçûna jiyanê û bihabûna ard û gaza malê min tengaz dike jî ez ji bo zarokên xwe dixebitim.”

 “Ev salek û nîv e tu agahî ji hevjinê min nîne”

Nora Muxtar diyar kir ku hevjînê wê beriya sal û nîvek winda bûye û derbarê çarenûsa wî de tiştekî nizane û wiha got: “Hevjîna min ji bo kar peyda bike ji malê derket, lê ev sal û nîv e hêj nevegeriyayê. Min li her derê li wî geriya û agahî da polîsan, lê hîna jî tu agahî nîne.” tune." Nora Muxtar a da zanîn ku ew pir bêriya malbata xwe kiriye û dixwaze wan bibîne, diyar kir heta ku derbarê aqûbeta hevjinê xwe de agahî negre, naxwaze ji Yemenê derbikeve.

32 hezar Etiyopyayî

Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberan, ji Gulana 2020’an vir ve derdora 18 hezar û 200 kesan ji bo bi rêya deryayê xwe bigihînin Cîbûtî an Somalî jiyana xwe xistiye nava metirsiyê û bi dehan kes jî dema ku keştî binav bûne xeniqîne. Rêxistina Navdewletî ya Koçberan radigihîne ku ji ber sedema rewşa Yemenê, nêzîkî 32 hezar koçberên Etiyopyayî li Yemenê di rewşeke nebaş de dijîn û zêdetir 670 koçber bi rêya Rêxistina Navdewletî ya Koçberan  heta sala 2021`an bi awayekî dilxwaz vedigerin welatê xwe ya li Etiyopyayê.

https://youtu.be/9p5ngHot-Ik