Niyaz Caf: Bi dehan şopdarên Nagîhan hene

Li dijî qetilkirina Endama Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel bertekên jinan didomin. Niyaz Caf destnîşan kir ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel ji ber bêtehemuliya li hemberî felsefeya Jin, jiyan, azadî ye.

Silêmanî – Endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di êrişek çekdarî de hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel helwest û bertekên jinan bê rawestan didomin. Berpirsa yekem a Rêxistina Nêrgiz a jinên Kurd li Almanya Niyaz Caf li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel bertekên xwe anî ziman û got: “Dê li şûna Nagîhanê bi hezaran Nagîhan pêşengiyê bikin.”

 “Nagîhan hewl dida bi mirovan re pêşketinê çêbike”

Berpirsa yekem a Rêxistina Nêrgiz a jinên Kurd li Almanya Niyaz Caf diyar kir ku xwedî derketina li Nagîhan Akarsel bi xwedî derketina li felsefeya Jin, jiyan, azadî gengaz e û wiha got: “Ji bo wê divê jin ji bo ‘Jin Jiyan Azadî’ xebat bikin û xwedî li Nagîhan ku yek ji wan jinan bû ku li ser vê dirûşmê xebat dida meşandin derbikevin. Her dem hewl dida aştî di nava mirovan û jinan de hebe û jin bi pêş bikevin.”

“Bi dehan şopdarên wê hene”

Niyaz Caf bi bîr xist ku bi qetilkirina Nagîhan Akarsel, hêza jinan tune nabe û wiha domand: “Divê dayik girîngiya xebata fikir û têkoşîna jinan fêrî zarokên xwe bikin da ku hişyar bin û xebatê ji bo bidestxistina azadiyê bidin meşandin. Erka hemû jinan ew e ku xebata xwe bi riya Nagîhan Akarsel berdewam bikin, bi awayekî xebatên Nagîhan bigihîjin konfaransên cîhanî. Bi şehîdxistina hevala Nagîhan wê gelek Nagîhanên din derbikevin û xebata azadiya jinan bidin meşandin.”