Nivîskara Kurd: Parastina zimanê Kurdî jî ne tenê erka Rojava ye

Nivîskara wêjeya Kurdî Narîman Evdikê anî ziman ku bi sloganan mafê Kurdan nayê parastin û nekarî zindî bê hiştin û destnîşan kir ku parastina zimanê Kurdî jî ne tenê erkê Rojavayê Kurdistanê ye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di 27’ê Tebaxê de Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê biryar da ku zimanê Kurdî tenê sê demjimêran li dibistanan bê dayîn. Ev biryar bû sedema nerazîbûna gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî xwendekar, mamoste, malbatên xwendekaran û hemû qadên din.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demekê ku hîn bi hezaran xwendekar rojane çalakiyên xwe yên protestoyî û xwepêşandanan li qadan didomînin de heta niha Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê derbarê van guhertinan de tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Wêjevana Kurdî Narîman Evdikê ya ku li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê dijî, têkildarî girîngiya zimanê Kurdî ji nûçegihana ajansa me re axivî û daxwazên xwe yên ji gelê Kurd ê li çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê re anî ziman.

Divê nirxê weşangeriya Kurdî bê zanîn’

Narîman di destpêkê de got ku dema ew dibêjin zimanê dayîkê, ev tê wateya ku çand û zimanê jiyana wan îfade dike û rola nivîskaran di xwedîderketina li zimanê Kurdî de wiha anî ziman: “Bi salên dirêj zimanê Kurdî qedexe bû. Gelek pirtûk û berhemên nivîskaran hebûn, nehatin çapkirin û bi demên dirêj ve jî ronahî nedîtin. Ji bo min ê ku wekî nivîskarekê her berhemên xwe bi zimanê Kurdî nivîsandiye, nivîsandina bi Kurdî tiştê herî pîroz e. Divê nirxê weşangeriya Kurdî were zanîn û pîroz were dîtin. Eger careke din zimanê me qedexe bibe, em ê nikaribin bi salan bi zimanê xwe binvîsin û wê berhemên me yên bi salan hatine çêkirin û çapkirin, winda bibin.”

‘Pira di navbera Kurdan û civakên biyanî de zimanê Kurdî ye’

Narîman da zanîn ku ew rojekê jî xeyal nake berhemên xwe bi erebî binivîse ji ber ku her tim zimanê xwe yê dayîkê tercîh dike û wiha pê de çû: “Yên ku dixwazin berhemên me bixwînin û çanda me nas bikin, dikarin wergerînin Erebî û zimanên din jî. Bi rêya nivîsandina pirtûkên Kurdî re em êş, çand, folklor, jiyan û dîroka xwe nîşan didin. Zimanê Kurdî dibe pirek di navbera me û civakên biyanî de. Bi vê pirê re jî em çand, dîrok û nasnameya xwe ji civakên din re radixin ber çavan, lê kengî ev dê bi dil û kûrtir be? Bê guman dema ku nivîskar bi zimanê xwe yê dayîkê binivîse û reseniya wê biparêze. Ji lewra ji bo me hemû nivîskaran nivîsandina berhemên xwe bi zimanê Kurdî gelekî girîng e.”

Wêjeya Erebî xwend lê berhemên xwe bi Kurdî dinivîse

Narîmana ku wêjeya Erebî li zanîngehên Sûriyeyê qedandiye û berhemên xwe bi Kurdî dinivîse, sedema vê wiha eşkere kir: “Hin kes hene ku bi Erebî dinvîsin û bi salan ji bo Erebî û zimanên din pirtûk û berhemên cûda hatine nivîsandin. Lê îro divê ez bi xwe xwedî li zimanê xwe derkevim. Eger ez, tu û yên din xwedî li zimanê xwe yê dayîkê dernekevin, mafê me tune ye ku em daxwaza mafê xwe yê zimanê Kurdî jî bikin.”

Ji bo zimanê Kurdî Dr. Nûredîn Zaza çi gotiye?

Narîman gotina nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Dr. Nûredîn Zaza ku dibêje, “Eger Kurd dixwazin tarûmar nebin û hevdû winda nekin, bila zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin”, ji bo nivîsên xwe wekî bingeh dibîne.

Zimanê Kurdî ji aliyê dewlemendiya ferhengan ve li cîhanê di rêza 8’an de ye

Narîman bal kişand ser rewşa ziman a li çar aliyên Kurdistanê û wiha dewam kir: “Bi salên dirêj li çar aliyên Kurdistanê axaftin û xwendina bi zimanê Kurdî qedexe bû. Zimanê me rûbirûyê gelek êrîşên qirkirinê û polîtîkayên windakirinê ji aliyê desthilatdaran ve hat. Tevî ewqas êrîşên qirkirinê û polîtîkayên herî dijwar, zimanê Kurdî bi dewlemendiya ferhenga xwe di cîhanê de di rêza 8’an de ye. Ev yek mezinahiya berxwedana dapîr û bapîrên me ji bo mayîndekirina zimanê xwe yê dayîkê nîşan dide. Me çand û dîroka xwe bi zimanê xwe parast û heta roja îro anî.”

‘Xwendekarên îro wê zimanê Kurdî her zindî bihêlin’

Narîman li ser biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê ya ku sê demjimêran dide xwendekarên Kurd, nêrîna xwe wiha bilêv kir: “Çi biryar were dayîn, a girîng ev e ku em li ser erdê çiqasî dikarin xwedî li zimanê xwe derkevin. Têkoşîn û xebatên me yên weşangerî, çapemenî û axaftina bi devoka me heye. Helwest û berxwedana xwendekaran ku heta niha biryara hikûmetê red dikin, wê bihêle zimanê Kurdî her zindî bimîne û di cîhanê de bibe zimanê herî navdar û dewlemend.”

‘Welatên Ewropî û Çînê di pergalên xwe yên perwerdehiyê de cihekî girîng dane Kurdî’

Narîman ragihand ku gelek welatên Ewropî û heta Çînê jî beşên masterê yên Kurdî û Kurdolojiyê di zanîngehên xwe de vekirine û wiha pê de çû: “Êrîş û qedexeyên li ser ziman îro ji valahiyê nayên, ji ber em dibînin ku zimanê Kurdî li çend welatên cîhanê gihîştiye kîjan astê. Waneyên Kurdî li dibistanên Ewropa û Çînê tên dayîn û beşên Kurdolojiyê hatine vekirin. Ev ji bo me peyamên gelekî bihêz in.”

‘Parastina zimanê Kurdî ne tenê erka Rojavayê Kurdistanê ye’

Narîman tekez kir ku parastina zimanê Kurdî ne tenê erka Rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand: “Divê pêşxistin û piştgiriya ji bo zimanê Kurdî li her derê be û tenê bi erdnîgariya Rojava ve neyê sînordarkirin. Li beramberî zimanên mezin ên cîhanê, divê ku zimanê Kurdî were parastin. Ji lewra hewcedarî bi piştgiriyek û xebateke hevbeş li Rojava, tevahî Kurdistanê û heta diasporayê jî heye. Ji ber ku xebatên takekesî û belavbûyî wê negihêjin encamên ku em dixwazin.”

‘Kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne’

Narîman da xuya kirin ku Kurd çaremîn koma etnîkî ya herî mezin a li Rojhilata Navîn in û xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne. Wê armanca êrîşên li dijî zimanê wan ê dayîkê, wiha vegot: “Ji dîroka kevn heta ya nûjen, Kurd her tim rûbirûyê êrîşên cur bi cur bûne. Lê ferq ev e ku zarokên duh û îro ne yek in. Îro em xwedî hêzeke leşkerî û îradeyeke ji pola ne û dengê me ji duh zêdetir dighêje cîhanê. Bi guhertinên ku li ser asta cîhanê çêdibin, rewşa Kurdan jî pê re diguhere. Lê ya herî girîng ew e ku em dest ji doza xwe bernedin û daxwaza mafên xwe yên parastina hebûn, nasname û dîroka xwe bikin.”

‘Şerê îro ne bi çekan e, mejiyên zanayan dixwaze’

Narîman destnîşan kir ku divê em hemû bibin şervanên parastina zimanê Kurdî û wiha domand: “Her wiha girîng e ku her yek ji me xwe mîna berpirsek vê qonaxê bibîne da ku em bikaribin destkeftiyên heyî garantî bikin. Em derbasî qonaxa entegrasyonê bûne, lê tu carî şerê me ranewestiyaye. Dibe ku şerê çekdarî bidawî bûbe, lê gelek şerên din li pêşiya me ne; şerê pênûsê, şerê siyasetê, şerê parastina ziman û çandê. Şerê herî mezin ê ku em pê re rû bi rû ne ew e ku em çawa bikaribin di Sûriyeya pêşerojê de hebin û wekî parçeyekî girîng nasnameya xwe biparêzin. Şerê îro ne bi çekan e, mejiyên zanayan dixwaze.”

‘Bi dirûşmeyan mafê Kurdan nayê parastin’

Narîman got ku her tiştê ku îro li Rojavayê Kurdistanê biqewime, bandorê li her sê aliyên din ên Kurdistanê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji berzkirina dirûşmeyan zêdetir divê em xebatên cidî bikin. Îro ne dema reşkirina rêveberî, gel û fermandaran e, dema xwedîderketina li hev e. Bi sloganan tenê mafê Kurdan nayê parastin û ne jî zimanê Kurdî zindî tê hiştin; divê em bi Kurdî binivîsin, biaxivin, bihizirin û bi Kurdî bijîn.”

Narîman Evdikê ki ye?

Nivîskar û nivîskara çîrokên kurt Narîman Evdikê di sala 1988’an li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû. Xwendina xwe li bajarê xwe temam kir û paşê li Zanîngeha El-Furat li Dêra Zorê Fakulteya Wêjeya Erebî (Beşa Zimanê Erebî) qeyd bû. Lê ji ber şert û mercên dijwar ên wê demê, nekarî sertîfîkaya xwe ya mezûnbûnê bistîne. Di sala 2012’an de, piştî êrîşên dubare yên li ser bajarê wê (Serê Kaniyê), bi malbata xwe re koçî Bakurê Kurdistanê, bajarê Amedê bû. Narîman 4 salan li wir ma, di vê navberê de li Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn (Beşa Wêje û Zimanê Kurdî) xwe qeyd kir û paşê sertîfîkaya xwe ya mezûnbûnê jê wergirt. Her wiha ji Peymangeha Dera Kurdî ku amadekarî û baxçeyê zarokan e, ji bo 6 mehan wergirtibû, di vê navberê de wê sertîfîkayek din wergirt.

Gelek xelatan girtiye

Nivîskar Narîman di rêwîtiya xwe ya nivîskariyê de, gelek xelatên wêjeyî wergirtiye, di nav wan de di sala 2017’an de di Festîvala Wêjeyî ya Viyan Amara li Kobanê de di kategoriya çîrokên kurt de xelata duyemîn û di sala 2018’an de di Festîvala Çîrokên Kurt a Osman Sebrî li Qamişlo de xelata yekem wergirtiye. Wê her wiha ji bo xebata xwe li Ameda Bakurê Kurdistanê li ser navê helbestvan Cegerxwîn xelatek wergirtiye û di Festîvala Roz de ji aliyê Rêxistina Rozê ve hatiye xelatkirin.

Berhem û berpirsyariyên wê 

Berhemên wê yên çapkirî ev in: (Xewnên bi êş), berhevokek çîrokên kurt bi navê (Ewrên havînê), bîranînên bi navê (Berberoj) û (Derî) û berhevokek din a çîrokên kurt.

Erkên ku girtiye: Endama Rêveberîya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Endama berê ya Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

Endama berê ya desteya edîrotiya Kovara ROJAVA ya çandî û wêjeyî.

Niha jî hevgerîndeya Kovara Destar e.

Çalakvanek e ku destek dide kesên astengdar.