li Tirkiyeyê Nijadperestiya li dijî Sûriyeyên ku di bin kavilan de mane
Penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê rastî nijadperestiyê tên wisa bûye ku êdî gefê li jiyana Sûriyeyiyan û zarokên wan dixwe.
HALA AL-AHMED
Idlib – Gelek penaberên jin ên Sûriyeyî li Tirkiyeyê teqez dikin ku dema tîmên hawarçûnê li xelkê di bin kavilên erdhejê de digeriyan, bi nijadperestiyek mezin nêzî kesên Sûriyeyî dibûn û gotin: “Êşa ji ber nijadperestî û cudakariyê ji erdhejê bêhtir me êşandin.”
“Li vir Tirk hene?” Vê gotinê ji bîra Maalim Al-Zên û penabera Sûriyeyê ku li bajarê Antakya yê Bakurî Kurdistanê dijî naçe. Maalim Al-Zên dibêje ku dema tîmên hawarçûnê yên Tirk hîn bûn kesên di avahiya rûxandî de penaberên Sûriyeyê ne, wan terkî mirinê kirin û dide zanîn ku malbat û zarokên wê jî di nav de bûn.
Hemû kesên ji malbata wê mirin
Hemû kesên malbata penabera Sûriyeyê, Maalim Al-Zên jiyana xwe ji dest dane ew li ser wê yekê dibêje: “Ji ber xemsariya desthilatdaran û tîmên hawarçûna Tirkiyeyê di xilaskirina zarok û hevjînê wê ku di roja sêyemîn de êdî dengê wan derneket, bûn qurbaniyên nijadperestiyê.”
Maalim Al-Zên dibêje ku hevjîn û zarokên wê di bûyera erdhejê de nemirine, ew di encama nijadperestiya diyar a desthilatdarên Tirkiyeyê û neçûna tîmên hawarçûnê de mirine.
Penaberên Sûriyeyê terkê mirinê hatin kirin
Ciwana Sûriyeyî êşa xwe û bi hezaran Sûriyeyiyên zirar ji erdhejê dîtine bi van gotinan vedibêje:“Penaberên Sûriyeyê di avahiyên piraniya xelkê xwe Tirk bûn xwedî şans bûn lê yên ji Sûriyeyê ji ber cudakariyê terkî mirinê hatin kirin.”
Xwebexşên Sûriyeyî alîkariya xelkê Sûriyeyê kirin lê rûbera xirabûnê û pirbûna avahiyên rûxandî karê wan dijwartir kir, ji ber ku ew bi awayekî tekane kar dikin û alavên kolandinê tunebûn.
Hemû hewldanên Maalim Al-Zên ew bû ku desthilatdarên Tirkî razî bike li malbata wê bigerin lê tu tişt nekirin, Tevî ku ew teqez dike wê baş guhdarî dengê zarok û hevjînê xwe dikir jî bi gotinên; “Ew dengê tu kesê ji bin kavilan nabihîsin.”
Di avahiyên ku penaberên Sûriyeyê li diman lêgerîn nehatin kirin
Fatma Abdullrezaq karmenda rêxistinên mirovî ye dibêje ku wê cudahiyek nijadperestî li hemberî Sûriyeyiyan di erdhejê de dîtiye. Bi taybetî di lêgerîna ji bo rizgarkirina qurbaniyan de dibêje:“Alavên kolandinê û lêgerînê yên giran ber bi avahiyên taybet ve dibirin, piştre xuya kir ku ew avahiyên ji hewarçûnê bêpar mane piraniya xelkê wan ji Sûriyeyê bûn, wisa hejmara herî zêde ya kesên jiyana xwe ji dest dane loma penaberên Sûriyeyê bûn.”
Fatma Abdulrezaq axaftina xwe li ser xemsariya tîmên hawarçûnê di rizgarkirina Sûriyeyan de didomîne: “Çiqas ew ne mirovî ne, çawa dikarin bi jiyana xelkê bilîzin. Divê lêpirsîn der barê berpirsên operasyonên lêgerînê û rizgarkirina qurbaniyan de bê vekirin û destnîşan kir ku êşa nijadperestî û cudakariyê ji bo Sûriyeyiyan ji êşa erdhejê zêdetir bûye. Nijadperestî kareseteke mirovî ye ji kareseta erdhejê, dijwartir û xirabtir e.”
‘Tiştên li dijî penaberên Sûriyeyê hatin kirin cihê şermê ne’
Ji aliyê din ve Nejah Qatîi mafnas û çalakvana jinan li bajarê Dîlokê dimîne dibîne ku tiştê li dijî penaberên Sûriyeyê di kareseta trajîk de hatiye kirin cihê şermê ye. Bi taybetî ji bo rizgarkirina kesan ku karekî mirovî ye dûrî zayend, nijad, reng û nasnameyan e, tiştek nehatiye kirin.
Nejah Qatîi got:“Penaberên Sûriyeyê demildest bi tîmên hawarçûnê yên Tirkî re kar kirin di operasyonên rizgarkirina qurbaniyan û belavkirina alîkariyan de. Lê belê penaberên Sûriyeyê rastî nijadperestiyek zêde hatin êşa wan ji erdhejê zêdetir kir dema tîmên hawarçûnê xemsarî kirin karê xwe û bi bihaneyên cuda nehiştin Sûriyeyî bigihîjin cihên ewledar.”
Nehiştin penaberên Sûriyeyê biçin bajarên bi ewle
Yek ji wan astengiyan jî ew bû ku nehiştin Sûriyeyî biçin bajar û herêmên bi ewle, çûyîna wan qedexe kirin bi bihaneya ku ew rê nadin ji herêmên karesatê biçin herêmên ewletir.
Nejah Qatîi di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mafê Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê tune ye û tu zagon nîn e wan ji nijadperestiyê biparêze.