Nexweşiya korona pirsgirêkên nava malbatan zêde kiriye

Pispora derûnî Seba Mareî da zanîn ku rêjeya tundiya li ser jinê bi taybet di dema nexweşiya korona de gelek zêde bûye.

TEHRÎN BENÎ SEXIR
Ramellah - Jina bi navê Rena Hedad li bajarê Xelîl beriya du hefteyan ji aliyê bavê xwe hatibû kuştin. Hêzên ewlekariyê yên Fîlastînê cenazeyên wê dîtin û birin nexweşxanê û girêdayî kuştina wê doz vekirin. Di doza Rena de aşkira bû ku bavê wê keça xwe kuştiye paşê ew parçe parçe kiriye, bin ax kiriye û li ser gora wê darên zeytûnê çandiye.
Malbata tawanbar di derbarê kuştina Rana de dibêjin: “Ji ber nexweşiyên giyanî yên Rena yê, di navbera wê û bavê wê de gengeşe derket. Bavê wê jî bi mebesta disiplînê lêxist, piştî wê Rena hewl dide ku ji malê derbikeve, lê bavê wê li pêşiya wê dibe asteng û di nav destên wî de dimire. Ji ber tirs û tevliheviyê, bavê wê ew bir deverek vale veşart.”
“Nexweşiya korona pisgirêkên malbatan zêde kiriye”
Di di derbarê vî sûcî de, pispora derûnî ya Fîlastînê Seba Mareî ji ajansa me re got: “Em hebûna bandorek girîng a vîrusa Corona li ser hemû aliyên jiyanê yên ku em dijîn înkar nakin. Hat diyarkirin ku rêjeya tundiya di hundir malbatê de bi taybet li ser jinê gelek zêde bûye. Ew jî ji ber berpisyariya mezin a ku jin di hilgire ser milê xwe. Tevahî rewşan bandor li ser jinan kiriye û baweriya wan bi xwe kêm kiriye bi teybet jinên ku cesaret nakin ku bêjin em rastî tundiyê tên. Nexweşiya Korona bû sedem ku peywendiyên malbatê bi hev re xira bibe.”
“Em li ser haydariya di nav malbat de kar dikin”
Seba Marei balê dikêşe li ser pêşî lêgirtina şîdeta li ser jinê û wiha dom kir: “Erka me ewe ku wek kes û wekî rayedarên şareza ji jinan re bibin alîkarek mayînde û em li ser pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji jinan re dixebitin zêdebarî guhdarîkirina zextên li ser wan bi armanca ku hinekî ji berpisyariya wan kêm bikin. Her wiha em li ser haydariya di nav malbat de kar dikin, ku ev jî ewlehiyê di dilê wan de ava dike. Divê her jina ku rastî tundiyê tê bi awayekî zindî ji cihên peywendîdar re bibêje, divê ku ew bi xwe bawer bin.”
Seba Mareî kiye?
Seba Mareî ji ji gundê Kefirzan ê bi ser bajarê Cinîn e. Master di şêwirmendiya perwerdehiyê de ji Zanîngeha Neteweyî ya EL –Najah girtiye û li kolîja Endelîb a Hemşîreyê wekî pispora dernûniyê kar dike.