Newroz Silêman: Li dijî hişê çêkirî divê em berê ciwanan bidin peymangehên hunerê
Rêvebera Komîna Muzîkê ya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê stranbêj Newroz Silêman got ku hişê çêkirî li ser nasnameya Kurdewar û hunerê gefek e diyar kir ku ji bo parastina çandê divê berê ciwanan bidin peymangehên hunerê.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Bi pêşketinên teknolojiyê û di dema dawî de jî bi hişê çêkirî, di sedsala 21’ê di pîşesaziya muzîk û stranbêjiyê de guhertinên mezin çêbû. Li gorî lêkolînan ji sedî 44 stranên ku li cîhanê niha tên guhdarkirin, bi riya hişê çêkirî hatine çêkirin.
Xetera hişê çêkirî di qada stranbêjiyê de ji guhertina awayê xebatên hilberînê wêdetir, bûye gefek hebûnî ji bo nasnameya hunerî ya neteweyan, karên mirovan û pergala zagonî. Hişê çêkirî pir normal dikare stranên hunermendan bidize û bike milkê xwe, bêyî li mafê kopîkirinê vegere.
Xetereyên hişê çêkirî li ser ciwanan pir zêdeye. Bi taybetî jî li ser hest, raman, fikir û meyzandina wan ya li hember jiyanê. Hişê çêkirî îro êdî ne tenê amûrek e, lê bûye beşek ji jiyana rojane ya ciwanan û ev yek bandorên kûr li ser psîkolojî û cîhana wan a hundirîn çêdike.
Hişê çêkiri di warê teknîkî de îmkanên nû dide çêkirin, lê di warê huner, keda mirov û hestên rastîn de gefê li reseniyê dixwe. Li ser ruh, kûrahî û hunera rastîn bandorên neyînî çêdike.
Rêvebera Komîna Muzîkê ya Tevgera Çand û Hunera Mazopotamyayê stranbêj Newroz Silêman têkildarê vê mijarê ji ajansa me re axivî.
Li Rojava rastî û rewşa hunerê
Newroz Silêman li ser rastî û rewşa hunerê ya li Rojavayê Kurdistanê di sala 2026’an de got ku li gorî pêvajoya civak tê re derbas dibe û bûyerên ku çêdibin têr nake lê ne kêm e jî û wiha berdewam kir: “Roj bi roj, hunermendên Rojava xwe perwerde dikin û diafirînin lê têrê nake. Aliyek wê xitimandinek dijî lê em jibîr nekin şerê qirkirina çand û hunera Kurdî heta bi gotin û stranên wê, çiqas bi bandor e. Tevî ewqas êrîşên qirkirinê jî helwest û bangewazî heye ku em li gorî reseniya hunera Kurdî xwe bêhtir bi pêş bixin, rê nedin were qirkirin û binpêkirin. Gavên hunerî li gorî pêvajoya gelê Rojava tê re derbas dibe tên avêtin lê gaveke ku mayînde bimîne tune ye. Pêwîstî heye ku bi gavên werin avêtin, huner hilbirînek û xebatek mayînde bimîne.”
'Bila civaka me ya xwedî şaristaniyên mirovahiyê ji çanda welatên Rojavayî bi bandor nebe'
Newroz Silêman got ku cureyek hunerê heye wan û ciwanên herêmê diêşîne û wiha qala bandora neyînî ya hişê çêkirî yê di hunerê de kir: “Ya ku bandorê li hişê ciwanan dike guhdarkirina stranên bi hişê çêkirî hatine çêkirine. Bi çi rê û rêbazan dibe bila bibe ya girîng ew e em bikaribin li Rojava pêşî li hişê çêkirî bigrin. Ji ber ku Kurd li ser çandeke kurdewarî ya resen xwedî pîvan mezin bûne. Em ê hewl bidin ev cure bandorê li ciwanên me nekin lê gava destpêkê ji jin û dayîkan destpê dike paşê li sazî û dezgehên hunerî yên herî jor didome. Bila dayîk nehêlin zarokên wan ji xeta Kurdewariyê dûr bikevin.”
Hişê çêkirî weke navê xwe tişteke çêkirî ye ji reseniya hestên kurdewarî dûr e
Newroz Silêman da zanîn ku ew ji civaka Rojhilata Navîn in xwedî şaristaniyên destpêkê yên mirovahiyê ne û gava ku divê were avêtin wiha anî ziman: “Divê em ji çanda rojavayî bi bandor nebin. Tiştên ku tên hilberandin bê bingehin tu bingehekê wan nîne. Hişê çêkirî, weke navê xwe dê her tişteke ‘çêkirî’ bimîne, nabe mal, civak û hunera me, nûnertiya çand û reseniya me nake, li şûna sûdê bide çandê, qir dike. Ji ragihandinê heta dibistanan, kesên elqedarên hunerê ne pêwîst e bikevin tevgerê divê em rê nedin hişê çêkirî wekî şaneyek jehrîn derbasî dil û damarên zarok û ciwanên me bibe û wan li gorî çanda rojavayî mezin bike.”
‘Yên bi hişê çêkirî hunerê dikin nabin hunermend’
Newroz Silêman got ku bi hişê çêkirî du robotên bi deng û reng çêkirine, stranan jî dibêjin lê ev yek qet nabe tişteke xwezayî. “Dema tu li wan guhdar dikî mûyên bedena te ranabin, hîs nakî û ji dengê wê bi bandor nabî, ji ber ku ne mirovên bi hest çêkirine. Îro kî radibe dibêje ez hunermend im, min stran an jî helbestek çêkiriye lê hemû berhemên wan ji hişê çêkirî ne, bê hizr in. Hunermend ew in ku bi şev û roş lêkolîn kirine ked û xwêdan dane da ku bi hilberînin. Loma ev robot tu carî nabin hunermend.”
‘Nifşên îro bi pêşketina teknolojiyê re mezin dibin ji bingeh û hebûnên xwezayî bêpar dimînin’
Newroz Silêman bal kişand ser teknolojiya ku her diçe bi pêş dikeve, da zanîn ku gelek bandorê li ser ciwanan dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Zarokên me ji nifşên îroyîn in, bi pêşketina teknolojiyê re roj bi roj mezin dibin. Tirsa me ew e ku jê bi bandor dibin. Zarokên me dibêjin gavên we di 50 salî de nikaribû bavêjin, em dikarin di demijmêrek de bavêjin. Divê dayîk û bavên me li wê demijmêra ku zarokên me qala wê dikin, baldar bin. Ji ber sûdê li pêşeroja me û civaka me nake, berovajî wê çanda me asîmîle dike.”
Newroz Silêmanî dibêje ku em xwedî çandek resenin pêwîste em zarokên xwe bi vê çanda xwe ya resen mezin bikin. Newroz dibêje: “Çimkî çîrok û destanên me yên dîrokî ji destpêka mirovahiyê ve bi riya dengbêjiyê heta roja îro hatin û her dem parastî man. Hunermenda ku ez qedirbilind û pêşenga xwe dibînim Eyşeşan e, piştre Meryem Xan, Cemîl Horo, Mizgîn û şehîd Delîla ne. Ji lewre em ê li ser vê şopê bimînin û hunera em ji wan fêr bûne fêrî zarokên xwe jî bikin. Ez dixwazim rojekê wekî Eyşeşanê li ser dikê stranên wê bi dengê xwe bibêjim, ji bo vê yekê pir hewldanên min hene.”
‘Divê ku rola hunermendan di civakê de lawaz nebe’
Newroz Silêman got ku bi hişê çêkirî berhemên hunermendan dikin milkê xwe û hemû mafên kopîkirinê û taybetmendiyên wan tên binpêkirn, ev gav wekî gefek li ser maf û hebûna hunermendan bi nav kir û wiha pêde çû: “Kes nikare dozek li hemberî hişê çêkirî veke, nepenîtî û mafên kopîkirinê û dengê min were dizîn û bikin milkê xwe jî tiştek nikarim bikim. Ji lewra îro her kes berpirsiyar e çanda me neyê dizîn û bi awayekî sivik ji bo her kesê neyê nîşandan. Divê ku pêşî li vê were girtin da ku rola hunermendan û bandora wan di civakê de lawaz nebe.”
‘Li hemberî hişê çêkirî berê keç û kurên xwe bidin peymangehên hunerê’
Newroz Silêman ji bo wan zarokên ku bi hejandina dergûşê li ber lorîkên dayîka xwe guhên wan fêrî guhdarkirina stranên Kurdî bûye û mezin bûne ev peyam da: “Em li dayîkên xwe yên dengbêj vegerin. Divê em berê zarokên xwe bidin peymangehên hunerî yên li Rojavayê Kurdistanê û bi awayekî akademîk û zanistî bikaribin huner û kurdewariya xwe biparêzin, bibin hunermendên civaka xwe.”