Nebûna stargehan bûye sedemê xwekuştina jinan: Li Kelarê dû jinan dawî li jiyana xwe anîn

Li Kelarê di nava sê rojan de dû jinên ciwan yên ku temenê wan di bin 18 salî de dawî li jiyana xwe anîn. Çalakvana siyasî Nîgar Reşîd destnîşan kir ku di bûyerên xwekuştinên jinan de teşwiqkirinek heye û ev yek jî nebûna sîstema perwerdeya jinan e.

HAWJÎN ŞIKUR

Germiyan - Buyerên kuştin û tundîtujiya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibe, çalakvan sedemê zêdebûna daneyan bi nebûna yasa û serwernebûna dadgeh, qeyran û nebûna perwerdeyê ve girê dide. Li aliyek din wezareta rewşenbîr û lawan belavkirina nuçeyên kuştin û xwekuştina jinan di medyayê de qedexe kir, lê bi vê yekê jî dawî li kuştin û xwekuştina jinan nehat û berevajî di rewşa heyî de bûyerên kuştin û xwe kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe, tenê rastî tên veşartin.

Li gora zanyariyên hatine bidest xistin di nava çend rojên dawî de dû jinên ciwan li Kelar dawî li jiyana xwe anîn û Raz Mehemed ya 16 salî di 24’ê Hezîranê de ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin. Her wiha cardin li heman cihê jinek din a ciwan Saye Mustafa ya temen 16 salî di 25’ê Hezîranê de bi awayek bi gûman dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê polîsên Germiyan Elî Qedûrî zanyariyên ku ajansa me bidest xistiye, piştrast kir.

Mamosta û çalakvana mafên jinan Nîgar Reşîd ji ajansa me NUJINHA re axivî û da diyarkirin ku ji ber nebûna stargehekê û sîstemek ku parastina jinan bike, jin teşwiqî xwe kuştinê tên kirin.

“Jin teşwîqî xwekuştinê tên kirin”

Nîgar Reşîd bal kişand li ser nebûna pergal û jiyanekê bi ewleh a jinan û wiha got: “Em ne xwedî pergalek wisa baş û çalak in ku bi awayek raste rast kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan bikin. Dadgeh, rêxistin û hemû ew cihên ji bo sitargeh û çareser dizanin ji bo pirsgirêka jin û çareseriya pirsgirêka jinan ne çalak in û karê cidî em pêşkêş nakin da ku em rê li ber kuştin û xwekuştina jinan bigrin û ji ber wê jî jin bê hêvî bûne. Rêyên karkirin û çareseriyê ji bo derfetên jinan, astengiyê li ber gilîkirina jinan çêdike. Ji ber jin û jinên ciwan hene nikarin ji malê derbikevin ji derve, lê belê bi dirêjî dema mecal dibînin gelek caran li dadgehê bang dikin û rêxistin û navendên din yên jinan ku ev jî dibe rêgirî li beramberî jinan dikin.”

Nîgar Reşîd di derbarê rewşa Germiyanê de bal kişand li ser nebûna navend û semîner û rêyên hişyarîkirina jinan di dibîstan û cihên giştî de û wiha dom kir: “Malbat berpirsê yekem e ji bo stargeha jin û keçan a li dijî xwe kuştinê. Malbatên me li hemberî ji bo keç û jin dibin zext û  gefên civakê de barek gelek giran dikeve li ser milê jinan. Em nikarin xwekujê her bi xwe kujekê bibînin. Di rastiyê de her ku diçe ev yek ber bi zêdebûnê ve diçe û hêjmara xwekuştinan jî zêde dibe.”

“Bûyerên kuştina jinan weke xwekuştinê tên tomarkirin”

Mamosta û çalakvana siyasî Nîgar Reşîd da zanîn ku bûyerên kuştina jinan jî ji bo veşartina rastiyê mîna xwekuştinê tên dayîn û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez dibêjim xwekuştin nîne, ji ber wê min lêkolîn bi çavkaniyan li gor salê borî ya xwekuştina jinan, zextên malbatan jin neçarî xwekuştinê tê kirin. Ango jin bi xwe vê nahilbijêrin, xêzan û kevneşopiyên civakê wisa kiriye ku jin neçar dibin teşwîqî xwekuştinê tên kirin û dibêjin bi xwe xwekuştiye. Sedemê kuştina jinan ew e ku rêxistinên jinan weke dam û dezgahên din yên partiyên hikumetê karek baş pêşkêş nakin. Her wiha kevneşopiyên civakî û sîstema hikumetê ne weke mirovane û hesabê mirovan jêre nakin. Ji ber wê di nava vê sîstema civakî û sîstema ku zextê li ser jinan zêdetir dike, formek nû ya jinan heye ku di nav de maye û têkoşînê berbi azadî û serbixwebûnê ve gav avêtiye. Bi rêya perwerdê hişyarî belav bike û wê ji bo pirsgirêkên jinan bibe çareserî.”