Ne temen ne jî zext jê re nebû asteng

Wefa Selam a di dawiya çil saliya xwe de biryar da rêgeha jiyana xwe ya aram biguhêre û dest bi xwendina amadehî kir, di temenê 64 an de bû parêzer. Wefa Selam dibêje ku ger mirov têbikoşe dikare hemu astengiyan derbas bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza –Wefa Selam piştî temenek mezin dev ji xeyalên xwe yê zaroktî bernedaye û pêy xewn û xeyalên xwe meşiya ye. Wefa Selam qet guh nedaye gotinên derdor û dest bi xwendinê dike hiquq dixwîne û 64 saliya xwe dibe parezer. Wefa Selam behsa çîroka xwe ya xwendinê dike û jibo gîştî jinan dibêje ku Divê rola jinê ne tenê zarokanîn be, lê divê têbikoşe, sûdê li civaka xwe bike ji ber ku jin hîmana sereke pêşketin û pêşveçûna civakane.

‘Ji ber gotinên nebaş min dizî dixwend’

Wefa Selam di destpêka axaftina xwe de got: “Di temenê 14 saliyê de ez zewicîm piştî herdu malbatên me razîbûn ez xwendina xwe amadehî bidawî bikin, lê zû ez bi zarokê xwe yê yekem ducanî bûn û her çû berpirsyartiyên min bi 10 zarokan re jî zêde bûn, lewma min xwendin dereng xist û bi demê re min ji bîr kir. Her min dibhîst kesek ji zanîngehê derçûye ez xemgîn dibûm û ber bi xwendina pirtûk û gotarên zanistî ve diçûm. Min xwest ez xwendina xwe amadehî bi keça xwe re bixwînim lê ji tirsa ez binkevim an gotinên nebaş bibhîsim min bi dizî dixwend, min xwe tenê li gel wezareta Perwerdehiyê tomar kir ne li dibistanê, bi alîkariya keça min ya ku bi dengê bilind dixwand dema min karê malê dikir, bi rastî di temenê 48 an de min xwendina amadehî serkeftî qedand.”

‘Ji ber xwendina min weşartî bû min gelek zehmetî kijand’

Wefa Selam dibêje ew sal weke plankirî derbas nebû, hevjînê wê nexweşbû û mecbûr ma berî ezmûnan bi çend mehan bi hevjînê xwe re biçe derveyî welat û berî ezmûnên dawî bi çend rojan ew vedigerin. Ji ber ku wê mijara xwendina xwe veşartibû ew pirsgirêk pêre çêdibûn û ji xwendinê re nevala bû û gotinê xwe wiha didomîne:”Rojek ezmûnên amadehiyê de keça min li nexweşxaneya zarokbûnê de bû lewma min kaxeza ezmûnê bi lez temam kir, tenê tiştek di balê min de bû çawa madeya Înglîzî bixwînim û biçim ezmûnê.”

‘Di ezmûnan de ez û nevîyê xwe alîkariya hev dikir’

Nava kêfxweşiya zarok û hevjînê xwe yên piştgiriya wê kirine Wefa Selam encama ezmûnên xwe wergirt û derbasî pêvajoyek nû bû xwe di zanîngehê de beşa Yasa de tomar kir û fonda çar salan ji zanîngehê wergirt, ev jî cihê nerazîbûna xwendekarên keç de diyar bû digotin: Çima jinek bi temenê dapîra me tê bi  me re dixwîne. Wefa Selam dibêje wê her hewildida awirên wan keçan û malbatê derbas bike, her wextekê de bi jinan re diciviya jêra digotin xwendinê berde xwe rihet bike jiyana xwe bi zarok û neviyên xwe bi kêfxweşî berdewam bike.

Wefa Selam çîroka xwe bi ken didomîne: “Carekê ez û neviyek xwe di zanîgehê de ji bo xwendinê civiyan, dema ji me dipirsîn hûn çiyê hevin min bi kêfxweşî digot ez dapîra wê me û em dikenîn, me herduya piştgiriya hev dikir di xwendinê de û demên ezmûnan de û mijarên dijwar me  nîqaş dikir.”

Hemî pêwajoyên perwerdeya dadgehan serkeftî derbas dike

Wefa Selam der barê hilbijartina wê ji xwendina yasa re jî dibêje ku ev beş temenekî diyar pêwîst nake, dema tu dozekê lêkolîn dike tu dikarê li pêş dadger nîqaş bike. Niyeta wê ku cihê kar ji dest ciwanan negire, armanca xwe pêkanîna xwenên xwe yê zaroktiyê ye ku ew bibe parêzer.

Dema ji zanîngehê derçû, yek ser xwe di xwendina Master de tomarkir, têde hinek astengî di madeyên zanistî de dîtin û wiha pêl da gotinê xwe:” Her ku ez diwestîm min ji xwe re digot ev armanca te ye û êdî min destpêkirî divê ez ta dawiyê berdewam bikim. Bi rastî ez derçûm û di sê dadgehên Xeza de min dest bi kar kir. Min hemû pêvajoyên perwerdeya dadgehan bi serkeftî qedand û bi şahiyekê temam bû têde hemû zarok û neviyên min amade bûn û wek nimûne  wêne bi min re kişandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemû zarok û neviyên wê li ser daxwaza wê astên zanistî payebilind wergirtine.

‘Divê rola jin ne tenê zarok anîn be’

Wefa Selam dibêje temenê mirov tenê hejmareke, bi xwendina gotarên zanistî mejiyê mirov dîsa çalak dibe û bi wiha berdevam dike: “Min bi xwe jî dema xwendina min rawestî bû wisa dikir, lewma dema ez vegerîm xwendinê jî weke ku çend roj tenê min xwendin berdaye. Daxwaza wê ber bi xwendina zanistên dîtir ji bilî yasa jî heye dibe ku di pêşerojê de pêkbîne.

Niha Wefa Selam xwendina xwe Ph.D bidawî dike û fêrî zimanê Înglîzî dibe û ofîsa xwe taybet ji bo kar vedike û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Di siya zextên jiyanî yên bêdawî her dema ku tu destpê dike ew dema guncave. Divê rola jinê ne tenê zarokanîn be, lê divê têbikoşe sûdê li civaka xwe bike ji ber ku jin hîmana sereke ye pêşketin û pêşveçûna civakane.”