Li navenda parastina zarokan pêşeroj tê parastin
Rêvebera Beşa Zarokan a Desteya şaredariyan Gewîn Mihemed têkildarî projeya vekirina navenda parastina zarokan û armancên wê ji ajansa me re axivî.
ROJ HOZAN
Qamişlo - Di Tevliheviya rewşa ku Sûriye tê de dijî gelek zirar li tevahî gelê wê hat kirin û bi taybetî jin û zarokan zirarên herî mezin dîtin. Beşa Zarokan a Desteya Şaredariyan projeyeke parastina zarokan li gundê Xizna yê bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş xist. Dema ev proje hat amadekirin êdî îlana hemleya xwe ya parastina zarokan kirin di vê der barê de gelek zarokên ku li kolanan dimînin û tên bikaranîn tevli vê projeyê kirin û sedemên ku dihêlin ev zarok li kolanan parsê bikin rê li ber girtin. Di vê projeyê de zarok ji temenê 5 salî heya 18 salî cihê xwe digrin her wiha dê ev zarok li vê navendê bixwînin û mezin bibin heya bikaribin bi xwe tevlî jiyanê bibin û xwe birêve bibin. Têkildarî naskirina kûrahiya vê mijarê Rêvebera Beşa Zarokan a Desteya Şaredariyan Gewîn Mihemed ji me re şîrove kir.
“Di vê rewşa tevlihev de gelek zarokên bêkes weke amûr ji aliyê hin kesan ve dihatin bikaranîn”
Gewîn Mihemed behsa projeya xwe ya çêkirina navendeke taybet ji bo zarokên bêkes û armanca wê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev derdora salekê ye me amadekariyên vekirina navendeke taybet ji bo zarokên bêkes dikir der barê vê yekê de gelek nîqaş, hevdîtin û amadekariyên esasî hatin meşandin. Her wiha komîteyek ji Desteya Jin jî di nav vê projeye de cihê xwe digre. Em dizanin di nav vî şerî de jin û zarokan zirarên herî mizin dîtin û weke her dem em dibêjin ger dayik ne amade bin ew zarok bi rêbazên xerab dê perwerde bibin û berê xwe bidin nebaşiyan.”
Zarokên ku dikarin di navenda parastina zarokan de bimînin kî ne?
Gewîn Mihemed bal kişand ser zarokên ku dikarin li gel xwe bihewînin û wiha domand: “Gelek malbat hene ji deverên din ên Sûriyeyê koçî herêma me bûne yanî piraniya zarokan ne ji herêmê ne. Ev zarok hin ji aliyê malbatên xwe ve û hinek jî ji aliyê kesan ve tên bikaranîn. Dema me di hemleya xwe de zarokên ku parsê dikin anîne gel xwe pir ji wan malbatên wan ew rê dikirin parsê, rast e xizanî heye lê nagihîje wê rêjeya ku ev zarok bi şev û roj di nav çopê de bin an jî li kolanan parsê bikin. Malbatên xizan me zarokên wan li wan vegerandin û alîkariya madî ji wan re pêşkêş kir û malbatên din jî yên ku ne ji xizaniyê dihêlin zarok parsê bikin me belge bi wan da nivîsandin ku ev zarok vegerin dibistanên xwe û dê şopandina me jî ji vê yekê re hebe. Li aliyê din zarok hene tu kesê wan tune ye, ev zarokên wiha wê di navenda me de bên perwerdekirin û mezinkirin heya temenê wan têgihîştî bibe. Temenê zarokên ku em li gel xwe jî digrin ji 5 salî heya 18 salî ye.”
“Sîstema me wê li gorî rehetî û perwerdekirina rast a van zarokan be”
Gewîn Mihemed qala sîstema di hundirê navenda parastina zarokan de kir û wiha pêde çû: “Gelek zarok niha li gel me hene jiyana ne normal derbas kirine û hînî pir tiştên xerab bûne ji bo wê pêwîst e em li gorî vê yekê tevbigerin çawa em van zarokan vegerînin jiyana wan a asayî. Li vê derê heya ji me bê em ê bihêlin zarok xwe bi malbat hîs bikin. Beşên me ji rêveberî, tenduristî, derunî û arşîvê pêk tên û dê hemû di xizmeta xwedîkirina van zarokan de bin. Me pêwendiya xwe bi desteya perwerdeyê jî daniye ku em van zarokan perwerde bikin û lêvegerekê ji dibistana wî/ê re çêbikin ji ber gelek zarok hene temenê wan mezin jî bûye û heya niha nizanin bixwînin û binivîsin. Her wiha projeyeke me ya din heye di vê navendê de ku em pîşeyên zarokan xurt bikin di aliyê hunerî û civakî de.”
Gewîn Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşeroja me zarok ava dikin ji bo wê pêwîst e em baldar bin ku ev zarok li ser esasekî exlaqî û saxlem rabin. Ger em ji van zarokan re ne baldar bin wê civaka me jî paşve bimîne û em ê bi rewşên xerab re her dem rû bi rû bimînin.”