Navenda parastina jinê: Rizgariya jinan bi civaka hişyar û azad pêkan e

Navenda Parastina Jinê ya girêdayî desteya jinê ya li herêma Firatê, jinan li dijî tundiyê diparêze. Her wiha bi dayîna perwerdeyan hişyarî û zanebûnê dide avakirin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Hevseroka Desteya Jin a Kantona Kobanê ya herêma Firatê, Cîhan Derwîş teqez kir ku armanca sereke ya navenda parastina jinê ew e ku piştigiriyê bidin jinan, wan ji tundiyê biparêzin.

Bi armanca piştgirîdayîn û xurtkirina jinan li dijî tundiya li ser mafên wan, desteya jinê ya herêma Firatê di sala 2018’an de navenda parastina jinê vekir ku tê de hemû rêbazên ji bo jiyana bi ewle ya jinên ku rastî tundiya bedenî, devkî tên hene.

‘Bi 19 Tîrmehê re jinan maf û nasnameya xwe ji destên pergala mêr girtin’

Der barê girîngî û karê navenda parastina jinê de seroka desteya jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwîş got: “Ji hezaran salan ve heta roja îro, bi nav û rêbazên cuda jin rastî tundûtûjî û destdirêjiyê tên, ji aliyê hêzên desthilatdar û pergala kapîtalîzmê ve. Hêzên desthilatdar bi siyaseta xwe dest bi binpêkirin, îmha, kolekirina jinan kirin û maf û nasnameya wan ji dest wan girtine.”

‘Bi damezirandina saziyên jinan re qeyd û bend hatin şikandin’

Cîhan Derwîş di axaftina xwe de diyar kir ku bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha sala 2012’an û ragihandina sîstema Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demokratîk re, jin bi hemû siyasetên li dijî wan tên kirin re têkoşiyan û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Piştî tevlibûna jinan ji bo şoreşa Rojava û damezrandina navend û saziyên jinan, qeyd û bendan hatin şikandin. Di civakên me de jin rastî gelek binpêkirinên civak, malbat, mêr û bavan tên, hin jin dema rastî tundiyê tên tu cih nîn e xwe bispêrinê lewre weke desteya jinê bi taybetî ji bo doz û pirsgirêkên jinan me girîng dît em navendekê yan maleke parastina jinan vekin ji bo pirsgirêkên wan çareser bikin. Bi wan navendan em hewl dide pirsgirêkên jinan çareser bikin.”

Cîhan Derwîş da zanîn ku di sala borî de, rêziknameyek taybet ji bo navenda parastina jinan hatiye pejriandin. Di sala 2022’an de, rêziknameya navenda parastina jinan li herêma Firatê ji aliyê encûmena zagonsaz ve hatiye pejirandin û erêkirin li ser bingeha perwerdekirin û parastina jinan li ser asta Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê, tê de şert û mercên ketin û derketina jinan diyarbûne.

‘Perwerdekirina jinan bingeha karê me ye’

Cîhan Derwîş destnîşan dike ku xurtkirina jinan di warê bîrdozî de û perwerdekirina wan xaleke sereke ya sîstema navenda parastina jinê ye û got: “Ji bo pêşxistina rewşa wan a derûnî û çawaniya pejirandina pirsgirêkên xwe û dîtina rêbazên çareseriyê ji destpêkê ve em jinan di warê bîrdozî de hişyar û perwerde dikin û gelek nîqaşan bi wan re dikin. Bingehên pejirandina navendê ji jinan re, di nava mala parastinê de hene bi hevkarî û koordînekirina bi mala jinê re û komîteyên jinê li kantonê û rêxistinên jinan ên têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê. Piştî raporeke nivîskî bi hemû hûrguliyan rewşa jinan tê nivîsandin û pêşkeşî desteya jinê ya herêma Firatê dibe piştre jin tên pejrandin.”

‘Hinek mêr fikra pêşketina jinan û civakê napejirînin’

Cîhan Derwîş der barê nêzikatiyê civak û jinan ji navenda parastina jinê re got: “Em her dem di nava civakê de kar dikin, pejirandinek baş ji desteya jinê û saziyên taybet bi jinan heye. Bi taybetî gelek gazinên jinan ji urf, adet, hişmendiya baviksalarî û mêrsalarî yên desthilatdar hene. Ev sazî ji bo wan jinan rizgariya ji tundûtûjî û zordarî û koletiyê ye lê fikir û karên van saziyan li gel mêran nayên pejirandin. Mêrên ku hê jî bi hişmendiyeke mêrsalarî dijîn fikra pêşketina jinan di civakê de napejrînin.”

Cîhan Derwîş Di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Ji bo têkoşîna dijî tunfiya li dijî jinan di civakê de em bi berdewamî kar dikin, semîner û nîqaşên komî û tekane ji bo jin û mêran li dar dixin. Ji ber ku em dibînin rizgariya jinan bi civakeke hişyar û azad pêk tê lewre divê em kar bikin jinan bi pêş bixin.”