Namzedên jin li Lîbyayê rastî şîdeta dîjîtal tên

Tundiya li ser înternetê ya ku li dijî jinan li Lîbyayê tê kirin, beşdarbûna siyasî ya jinan di pêvajoyên cuda yên hilbijartinê de asteng dike û nehêle ku ew bi tevahî mafên xwe yên siyasî bi kar bînin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Binxazî - Namzedên jin ên parlamento û serokatiyê li Lîbyayê bi şêweyên curbecur rastî tundiya dîjîtal tên. Dema ku ev namzedên jin wêneyên xwe û bernameyên xwe yên hilbijartinê diweşînin rêjeya şîdetê zêde dibe.

Li gorî Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî şîdeta li dijî jinan ku bi riya dîjîtal hêsan bûye, wekî pirsgirêkek gerdûnî derdikeve holê û bandorek cidî li ser civakan dike.

 Di raporeke ku di sala 2020’an de ji aliyê Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve li ser asta şîdeta dijîtal li şeş welatên Ereb ku di navbera wan de Lîbya jî heye, hat weşandin de, hat diyarkirin ku rêjeya herî mezin a şîdeta li dijî jinan li ser Facebookê ji sedî 43, Instagram ji sedî 16 û WhatsApp ji sedî 11 ye.

Yekîneya Piştevaniya Jinan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Neteweyî di heyama dawîn de ji bo perwerdekirina jinan, karmendên jin ên di sektora giştî û taybet û namzedên hilbijartinên parlementoyê û serokomariyê de, li ser metirsiyên tundiya dîjîtal û encamên wê û mekanîzmaya perwerdeyê kar kir.

Ji ber tundiya bi riya dîjîtal hejmara namzedan kêm bûye

Seroka Yekîneya Piştevaniya Jinan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Wefa Mekî da zanîn ku yekîneyê der barê metirsiyên tundiya dîjîtal de, platformeke dîjîtal a ceribandinê ji bo şopandina şîdeta dijîtal a li dijî namzedên jinan vekir û wiha pê de çû: “Platforma dîjîtal bûyerên tundiya dijîtal a li dijî ji sedî 45 ji jinên ku li welat di cihên bilind de ne şopand. Zêdetirî ji sedî 17 ji bandorker û blokgerên li ser platformên dîjîtal rastî şîdeta dîjîtal hatine. Hejmara namzedên jin ên ji bo hilbijartinan ku piştî namzediya wan tûşî vê yekê hatine gihîşt ji sedî 3 li hemû bajar û deverên Lîbyayê.”

Der barê şêwazên tundiyê yên ku di pêvajoya hilbijartinê de li dijî namzedên jin hatin bikaranîn Wefa Mekî wiha got: “Ev tundî hemû ji bo sînordarkirina tevlibûna jinan a di pêvajoya hilbijartinê de ye. Di heyama dawî de hejmarek ji balyozên jin ên girêdayî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, di bin çavdêriya Yekîneya Piştevaniya Jinan de ji bo perwerdekirina jinan li bajarê Bingazî û derdora wî, atolye li dar xistin. Yekîneya Piştevaniya Jinan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan di sala 2017’an de bi armanca destekdayîna jinan di xebatên hilbijartinê de û ji bo hêsankirina tevlibûna wan di hilbijartinan de hat avakirin.”

Bi riya atolyeyan li ser çareseriyên wê dixebitin

Balyoza hişyariyê ya yekîneyê Esma Fadlallah diyar kir ku bi riya atolyeyên ew dikaribûn hişyariyê li ser metirsiyên tundiyê û mekanîzmayên çareserkirina wê belav bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di perwerde û lêkolînan de hat dîtin ku rojnameger, siyasetmedar û namzedên jin di nava komên herî zêde rastî şîdeta dîjîtal tên de ne. Min bi alîkariya hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl, platformek dîjîtal vekir. Ev platform di warê çîrokên rizgariya ji şîdeta dîjîtal de dixebite, li ser rehabîlîtasyona wan a psîkolojîk dê kare xwe bike û bandorên vê yekê yên neyînî çareser bike.”