‘Nahêlin jin di pozîsyonên biryargirtinê de cih bigrin'

Aktîvîstên Iraqî destnîşan kirin ku rê li jinan tê girtin ku di erkên biryardanê de cih bigirin û diyar kirin ku her çend ji bo vê yekê têdikoşin jî rastî gelek zehmetiyan tên.

RAMA ŞAHÎN

Bexda - Çalakvanên mafê jinan ên li Îraqê bal kişandin li ser hewildanên jinan yên ji bo gihiştina asta biryardayînê û perwerdekirina civakê di derbarê mafê wan de.

Rêvebera Komela Jinên Bexdayê Salî Mihemed Necîb wiha got: “Jin ji ber ew kevneşopiya ku heta niha heye ne razî ne ku civak wan ditepisînin, weke lewaz li jinê tên nêrîn û her wiha li ser wan yasayên ku maf û parastina jinan dikin, kar nakin. Jin gelek hewil didin ji bo guherîna fikrê civakê, bi hêzkirina rola jinan di nava civakê de cihê xwe diyar bikin û bilind bikin. Ji bo guherîna fikrê civakê, pêwîstiya jinan bi salonek dirêj ya karkirinê heye. Bi taybet di welatek ku karektera mêr zordest e, ji bo wê rêxistinên jinan divê civakê perwerde bikin û piştgiriya jinan bikin û jin di nava xwe de yekgirtî bin.”

‘Jin bingehê civakê ye’

Derbarê wergirtina pêwira biryardayina jinan di civaka mêrsalarî de Salî Mihemed wiha got: “Lewazkirina jinan di wergirtina pêywîra biryardayinê yek ji sedemên redkirina mêran ya ji bo qebulkirina fikrê jinan e. Bi nebûna piştgirî û yeksaniya zayendan redkirina jinan rû dide û tenê wan navan ji bo mezinkirina pêywira mêran didin. Mînak di lîsteya berendaman de tiştek bi navê wezîr nîne lê dema namzet jin be wezîr tê nivîsandin. Ger jin pêwîra bilind ya weke serokatî  werbigre, ev dibe rênîşanek şaristanî ji bo civakê. Ji ber jin bingehê civakê ne û dizanin pêdawîstî çi ne. Jinên Îraqê îsal hewil dane biçin di nava pêwîra biryardayînê de.”

‘Di nav civakê de azadiya jinan tê sînordarkirin’

Rêvebera rêxistina Aisin Ansam Selman derbarê pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn wiha got: “Ne hêsan e ku jin bikevin di nava bazara kar de, yan weke çalakvanek femînist û derbarê mafê jinan de kar bikin. Henekê xwe pê dikin û weke şermezariyekê ji bo civakê dibînin. Gelek ji jinan ji ber gefan neçar man cihê ku lê jiyan dikin biguherin. Weke çalakanên femînîst dema ku ji bo parastina mafê jinan kar dikin, gef li wan tên xwarin û tometbar dikin ku hewla hilweşandina civakê didin, hewil didin ew jinên pêşengên civakê ne û pêşketinên wan hene bê hêz bikin. Baweriya civakê bi hêza jinê nîne û girtina pêwîra biryardayinê û di komên siyasetê de cih girtinê qebûl nakin.”

Ansam Selman derbarê beşdarbûna jinan a qada siyasî de bal lê kişand ku tirsa mêran li  hemberî vê heye û wiha domand: “Nunertiya jinan gelek caran bi fermi ye, lê tenê jin weke wêne beşdar in. Bi awayê ku ji sedan 25’ê zêdetir jin bejdarî parlementoyê nebin. Nunertiya rastî ya jinan di parlementoyê de bi rêya dayîna mafê pêwîstbûna lijneya giring ya parlementoyê ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêkên jinan û beşdarkirin û pesendkirina hinek yasa ku mafê wan diparêzin. Lewra dema ku yasa nîn be jin dibin tên mexdûrkirin.”