Muna Zekeriya: Projeya Neteweya Demokratîk rastiya jinan guhart

Endama rêxistinên civaka sivîl Muna Zekeriya diyar kir ku jin hemû civakê temsîl dike, ji ber vê yekê bi armanca qelskirina vîna gelên ku projeya neteweya demokratîk weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst dişopînin, jin tên hedefgirtin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Projeya neteweya demokratîk ku weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst hate pêşkêşkirin, her tim rastî hewldanên tasfiyekirinê tê. Ji destpêka şoreşa Rojava ya sala 2012’an û vir ve, projeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê car caran rastî gefan hatiye û car caran jî êrîş, çi ji aliyê ajanan û çi jî ji aliyê hin welatan ve û di serî de tirkiyê ku bi rêbazên curbecur hewl dide projeya Neteweya Demokratîk ji holê rake. Li ser projeya Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya wê ya ji bo jin û civakê û gef û hewldanên ji holê rakirina wê, ajansa me bi endama rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Minbicê Muna Zekeriya re hevdîtinek pêk anî.

Projeya Rêber Abdullah Ocalan xizmeta gelên herêmê û doza jinê dike, çawa Rêber Ocalan kêşeyên li pêşberî civakê simule kir û bingeha avakirina vê projeyê çi bû?

50 sal berê Rêber Abdullah Ocalan projeya Neteweya Demokratîk weke wesîleya rizgarkirina gelan ji modernîteya kapîtalîst ku vîna gelan hedef digire pêşkêş kir. Jin ne nîvê civakê temsîl dike, jin hemû civakê temsîl dike, ji ber vê yekê bi armanca qelskirina vîna gelan modernîteya kapîtalîst bi taybetî jinan hedef digire, lewra ev pêşniyar ji bo rizgarkirina gelan û xurtkirina vîna wan rêya herî baş bû, ji bo hemû civakan rêgezek rast bû, bi taybetî li Rojhilata Navîn. Projeya Neteweya Demokratîk rastiya jinan guhert.

Rêber Abdullah Ocalan desthilatdarî û kapîtalîzmê rexne dike û vê yekê wî xist nava xefika berjewendiyên navdewletî, ji gihandina îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan bo gelan ev welat ji çi ditirsin?

Projeya Rêber Abdullah Ocalan, welatên ku piştevaniya modernîteya kapîtalîst û projeyên wan ên li Rojhilata Navîn dikin, dike hedef, lewma weke her kesayetekî neteweyî ji aliyê wan dewletan ve tê hedefgirtin. Rêber Abdullah Ocalan bi jiholêrakirina modernîteya kapîtalîst û peydakirina çareseriyeke alternatîf ku wq projeya neteweya demokratîk e, hewl dide edalet û wekheviyê belav bike.

Rejîma niha ya tirkiyê, raya giştî ya tirkiyê û heta ya navneteweyî jî li ser îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan tehrîk kir û bi “terorîzm-cudaxwaziyê” ve girêda, ji bo danasîna vê ramanê, nîşandana rastiyan û gihandina azadiya Rêber Ocalan, berpirsyariya gelan çi ye?

Rêber Abdullah Ocalan ne tenê pêkhateya Kurd temsî dike, hemû gelan dike temsîl dike, projeya wî ya ku pêşkêşî hemû pêkhate, çand û etnîkan kir, rastiya parastina wî ya hemû gelan nîşan dide, lê tirkiye ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe her tim hincetên derew û ne mantiqî derdixe. Ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku helwesteke mafdar li hember Rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin, ji ber ku ew ne kesayeta xwe û ne jî pêkhateya ku tê de ye temsîl dike, ew hemû gelan temsîl dike. Divê hemû gelên ku bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, ne tenê li Rojhilata Navîn fikra Neteweya Demokratîk li hemû welatan belav bikin.

Çima civaka navdewletî li hember avakirina herêma terorê ji aliyê tirkiyê ve û planên wê yên dijminatî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê deng dimîne?

Gefên vê dawiyê yên tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke ji plana stratejîk a girêdana van herêman bi tirkiyê re bi nêzîkbûna bidawîbûna Peymana Lozanê di sala 2023'an de. Tirkiye îdia dike ku projeya neteweya demokratîk ji bo ewlehiya wê metirsiyê ye. Bêdengiya navdewletî tenê nîşana wê yekê ye ku dewletên piştevaniya terorê dikin, berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn ji rewşa mirovî re dixin pêş.

Di dawiyê de... Bi pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya Sûriyê çiqas hatiye guhertin?

Tişta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimî ronesanseke ya rasteqîne û bi taybetî jî rewşa jinê ye, ji ber ku jinan gelek îmtiyaz bi dest xistine ku hebûna xwe di qadên siyasî, pratîk û pîşeyî de îspat kiriye û gel di rewşeke ewle de dijîn.