Mirin û jiyan hevsengiya xwezayê temam dikin: Cejna Êzî

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzidayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Di tevahî cîhanê de mirovahiyê heqîqeta xwe ya jiyana bi pîvan û xwedî wate, li ser çand û baweriyên cihêreng rêsaye. Dibe ku çand cuda, bawerî cuda be lê armanc her dem raza rastî û bedewî ye. Ger heya roja îro jî mirovahî xwe li ser lingan digre sedem çanda ku civakan daye avakirin e. Sedem pîvan û rêgezên hîskirina her zindiyek, qencî, bê berdêlî, pak û geşkirina rih û beden e encam jî sira bêdawîbûnê ye.

Yek ji civakên herî kevnar ên li ser rûyê cîhanê civaka Êzidî ye. Em ê hewl bidin di vê nivîsa xwe de yek ji rê û resmên vê civakê ji deryayê dilopek jî be bi we re parve bikin. Dema dibêjin civaka Êzidî tişta tê bîra me mixabin destpêkê ferman e. Gelo çima ewqas ferman? Çawa ku civaka Êzidî ji gelek civak û neteweyan bêtir ferman dîtiye di heman demê de ji gelek civak û neteweyan jî bêtir xwedî dewlemendî ye. Sedema van fermanan tev jî hewldana tunekirina van dewlemendiyên çandî û baweriyê bûye. Civaka Êzidî civakeke wisa ye ku herî zêd nêzî xweza ye, ji bo wê weke mînak di salê de 6 cejnên wê hene ev cejn tev jî bi afirandina gerdûnê re têkildar in. Ev civaka rojperest beriya tevahî cejnên xwe ji bo ku li ser mirovên belengaz (kêm derfet) bi fikire û ji bo di jiyana xwe de wateya qencî û berketê bizanibe xwe bi rojîgirtinê ezmûn dike.

‘Tu berê me bide îmanê tifaqê li ber me dayne’

Yek ji van rê û resman jî cejna Êzî ye civaka Êzidî pê bawer dike ku hezar û yek navên xweda hene. Cejna Rojiyên Êzidî jî bi çend awayî wateya wê tê gotin yek ji wan ew e ku civak bawer dike Xweda di sê rojan de gerdûn ava kiriye, ji bo wê di van sê rojan de rojî digrin û roja çaran dikin cejn. Beriya niha Êzidiyan ev rojî ji rojê re digirtin û jê re rojiyên Şêşems dihat gotin. Dil û mejiyê xwe pak dikirin bi rojê. Ev sê roj ji bo îbadetê dihatin veqetandin û her dem destên xwe dirêjî rojê dikirin. Beriya mirovan rojî bigirtana milyaketên Xwedê rojî digirtin lê niha ew dibêjin em ji bo xwedanan rojî ji Ezda re digrin.

Li gorî hinek qewlbêjan tê gotin destpêkê dayika Êzî rojî girtiye û dibêjin: “Maka Êzî û şûnde ev rojî derbasî nava mirovahiyê bûye. Di serî de maka Êzî bi rojî bûye û piştî ku cîhan hatiye avakirin, dema mirovahî li ser erdê peyda bûye ji wir çanda rojîgirtinê derbasî nava mirovan bûye.“

Dema rojî digirin xwe ji gotinên nebaş dilxirabî û nebaşiyê diparêzin

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Bi gelemperî di civaka Êzidî de zimanê xeber û kirêt nîn e lê di rojiyan de tê gotin divê mirov ne tenê bi nefsa xwe, bi her tiştê xwe bi rojî be. Ji bo wê gotinên nebaş, dilxirabî bi navê nebaşiyê çi hebe jê dûr tê sekinandin. Tenê mirov başî û qenciyê di dilê xwe de ava dike. Di wan rojan de diayên xwe bi van hevokan dikin:

 “Ya Şêşems tu rojiya me qebûl bikî û van rojiya ji me re xêr binivîsînî. Tu berê me û mala me bidî îmanê û riya tifaqê û xêrxweziyê li pêşiya me daynî. Tu çi qeda û belayê neynî pêşiya me. Em ê van rojiyan bigrin ji bo xatirê navê te em ê xwe birsî bikin ji bo navê te ey Xwedayê min tu tiştê baş bînî pêşiya me.”

Kesên ku nexweş bin yan jî ji derveyê vîna wan ger ne amade bin li ser wan ne ferz e. Li gorî baweriyê rojî, berbanga sibehê, beriya ku dinya ronî bibe dest pê dike û ji vê kêliyê û şûnve xwarin nayê xwarin, av nayê vexwarin. Fitar jî dema roj çû ava û dinya tarî bû, tê vekirin. Piştre hemû endamên malê li ser sifreyê rûdinin û mezinê/a malê duaya, “Ya Xwedê û Êzî tu xêra me, zarokên me û ya hemû kesên xêrxwaz qebûl bikî” dikin. Piştre dest bi xwarinê dikin.

Dema rojî digrin diçin serdana goristanan

Di baweriya Êzidiyan de her kesê li ber ax, bîr û baweriya xwe canê xwe daye, di riya ola xwe de têkoşiyaye şehîd tê hesibandin. Dema kesek şehîd jî bibe bi zimanê Êzidiyan ê olî jê re tê gotin “Serê xwe di riya baweriya xwe de da” ev kes li bihiştê ye, diçe ba Êzayê dilovan. Roja dawî ya rojiyê êvara wê her dem gel berê xwe didin ser goristanên xwe û findan li ser gora şehîdên xwe vêdixin.

Roja din careke din sibehê zû beriya ku roj derbikeve civak berê xwe dide goristanên xwe û cejna kes û karên xwe yên jiyana xwe ji dest dane pîroz dikin. Li wir xêra şehîdên xwe belav dikin û li du wê berê xwe didin malên xwe û cejna xwe pîroz dikin. Li ser şehîdan du sebeqeyên ku tên gotin ev in:

“Te çend zêr heye li malê

Te çiqas qumaş heye di sûka li destê delalê

Tu hemiyê bide bi xêra xwedê tiala

Nabe weke meriyê ku li ser serê wan çeng û qale

Te çiqas mal heye li vê dinê

Tu hemiyê bidî, ne hinê

Nabe wek cihê ku mêr bi serî xwe diçinê.”

Mirin û jiyan hevsengiya gerdûn û xwezayê temam dikin

Di vê cejnê de jî piştî rojiyan êvara rojiya dawî gel berê xwe dide ser goristanên xwe û şehîdên xwe bi bîr tîne berê cejn li wan pîroz kirin û find li ser gorên wan gur kirin. Di heman demê de sibeha cejnê jî berî roj derkeve her kes berê xwe dide goristanên xwe û li wir bi navê xêran navê Ezda û Şehîd û miriyên xwe kî çi jê bê li ser gorên şehîd û miriyên xwe bi kesên din ên hatine re parve dikin cejnê lê pîroz dikin.

Di her civakê de cejn li kesên mirî destpêkê tê pîrozkirin lê di nava Êzidiyan de ev yek hinek din berfireh e. Ji ber ku di felsefeya Êzidiyatiyê de tê gotin ku mirin û jiyan hevsengiya gerdûn û xwezayê temam dikin ji bo wê ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi reşbînî lê nanêrin û nabêjin mir. Dibêjin ku dema xwe temam kir û dibêjin yên ku dide dibe jî ev hevsengiyek e û divê rêz jê re bê girtin. Ji bo wê berî ku civak biçin cejnên hev diçin cejna miriyên xwe û li gel gorên wan taştêya xwe dixwin şirinahiyên cejnê dixwin wisa hesab dikin ku ew kesên mirî jî li gel wan her kesê li wê goristanê ji bo hurmeta wê goristanê divê dema di ber malbatekê re derbas bû tiştek ji wan bigre û ji Xweda hêvî bike ku ev xêra wan bê qebûlkirin.

Cejnên hev pîroz dikin

Bi van cejn û rojiyan her dem civaka Êzidî dikaribûye xwe ji xerabî kirêtî û neheqiyê dûr bigre û bi vê cejnê wateya herî xweşik a jiyana komînal weke kesên ku bi azadiyê dihesin di xwe de ava dikin.

Di nava civaka Êzidî de “Rojiyên Êzî” bi 2 rengan tên girtin. Ji van rengan re jî “Hesaba Lalişê” û “Hesaba Mergehê ” tê gotin. Li gorî vê yekê; Êzidiyên li Şengalê hefteya yekemîn a meha Kanûnê rojî digirin û navê “Rojiyên Feqîran” lê hatiye kirin. Êzidiyên li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a Kanûnê de rojî digirin û navê “Rojiyên Babe Şêx” lê hatiye kirin.