Mexdûrên şer ên 'jibîrbûyî' di nava xeterê de ne
Reda Îsmaîl a ji gundewarên Zirganê ye û dayika mexdûrek jibîrbûyî ya ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirkir e, dibêje ku derûniya keça wê di kêliyên êrîşan de pir xirab bûye û banga rawestandina şer û êrîşan dike.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Komîteya Mafên Mirovên Astengdar a Neteweyên Yekbûyî, kesên astengdar weke "mexdûrên şer ên jibîrbûyî" binav dike. Kesên xwedî pêdîviyên taybet di nava mij û dûmana şer de nayên dîtin, rewşa wan nayê pirsîn û li ewlehiya wan a fizîkî û derûnî nayê nihêrîn. Di şeran de bi sedan kes, ji ber astengiyên fizîkî bi xeterên mezin re rû bi rû dimînin. Li gorî agahiyan, li gundewarên Zirganê jî malên kesên xwedî pêdîviyên taybet tên topbarankirin û gelek kes birîndar dibin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav mij û dûmana şer û êrîşan de ye. Lê li vir zagonên navneteweyî yên parastina sivîlan, mal û milkên wan, nexweşxane û saziyên xizmetê, tên binpêkirin. Dewletên ku bi xwe ev zagon derxistine û îmze kirine, bi du alî nêzî mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi awayekî rasterast ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin, dibin.
5 sal in di nava êrîşan de dijî
Kesên xwedî pêdîviyên taybet ên ku di bin siya êrîşan de dijîn, dibin hedefa guleyên dewleta Tirk a dagirker. Der barê wan de heta niha tu daxuyaniyek ji aliyê saziyên mafên mirovan ve nehatiye dayîn û rewşa wan nehatiye nirxandin. Xetera li ser jiyana wan nayê ziman û tu gav nehatiye avêtin. Reda Îsmaîl a 70 salî dayika Melîha ya xwedî pêdiviyên taybet a 29 salî ye, li gundê Girê Mîr ê li bakurê bajarê Zirganê dijî. Reda, ji ajansa me re behsa derûniya keça xwe ya ku 5 sal in di nava êrîşan de dijî, dike.
‘Dagirkeran gundê me bi erdê re kirine yek’
Reda Îsmaîl binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gund, mal, milk û erdên wan dike wiha anî ziman: “Dagirkeran gundên me bi erdê re kirin yek, mal û milkên me topbaran dikin. Gel koçber kirin û ewlehiya jiyana me dixin xeterê.” Reda Îsmaîl bal kişand ser jiyana kesên rewşa wan a fizîkî herî zêde lawaz e û wiha berdewam kir: “Keça min astengdar e, temenê wê 29 salî ye. Fêm dike, dimeşe û karên malê jî dike her wiha dikare bixwe û vexwe jî her tiştî fêm dike lê nikare baş biaxive. Ji ber civak rêzê ji mirovên wiha re nagire û wan bi cureyên tundiyê re rûbirû dihêle, min ji bo xwendinê wê neşand dibistanê.”
'Heta ku topbaran hebe xew bi çavên wê nakeve'
Reda Îsmaîl behsa derûniya keça xwe ya ku ji ber êrîş û topbaranê zirar dîtiye dike û dibêje: Keça min ji tirsan, heta berbangê û demijmêrên sibehê digrî. Heta ku topbaran hebe, xew bi çavên wê nakeve. Tirsek ne normal dijî. Her çiqas ez hewl didim moral bidim wê jî tirsa wê ji topbaranê kêm nabe. Rewşa keça min a niha, ji ya berî êrîşan pir cuda ye. Berê di kêfxweşî û aramiyê de dijiya lê niha di nava tirsê de dijî. Piştî ku topbaran diqede, ez wê heta dikare rakeve dixim hembêza xwe.”
'Divê êriş rawestin’
Reda Îsmaîl der barê xetere û girîngiya rawestandina êrîşan de jî gazinan kir. Reda Îsmaîl ev tişt anîn ziman: “Ji ber dijwariya êrîş û topbaranê em dibêjin li me nabe sibeh û sibehê em dibêjin êvar li me nayê. Ji bo keça min cihek û rewşeke bi ewle pêwîst e ku bikaribe bi awayekî bi ewle bijî. Niha dema ku topbaran çêdibe, keça min dilerize. Hêviya me hemuyan ew e ku ev rewş baş bibe, şer bi dawî bibe û biqede. Hestên aramiyê ji hestên tirsê gelekî cudatir in. Ji bo xatirê kesên astengdar divê ev şer were rawestandin.”