Meşa bi saetan û mayîna li ber tavê rewşa jinên li gundan zortir dike

Jinên ku rê û çûnhatin bûye barekî rojane û ewlehiya wan a fîzîkî, psîkolojîk û aborî tehdît dike, xwestin derfetên lênêrîn û pêşkêşkirina xizmetên bingehîn û sereke ji bo gundan werin avakirin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Jinên li gundê Til Nesrî yê li başûrê bajarê Til Temir li Rojavayê Kurdistanê dikeve, bi êş û azarên giran û zehmetiyên jiyanî, civakî û aborî yên pir dijwar re rû bi rû dimînin. Ji ber nebûna serxwebûna darayî jî zoriyên ku dikşînin zêdetir dibin.

Hejarî binesaziya qels û xizmetên bingehîn

Xizanî dihêle ku rêjeyên hejariyê li malên gundan ên ku jin rêvebertiya wan dikin, zêdetir bibin. Sedemek din jî heye ku bandorê li hemû damarên jiyanê dike. Ew jî binesaziya qels û nebûna xizmetên bingehîn e. Ne tenê ev nebûna navendên tendrustiyê û paşguhkirina tendirustiya xelkên gundan dibin sedem ku gelek kes bi mirinê re rûbirû bimînin. Çimkî bi sedan gund hene bê nexweşxane û klînîkên kalîfîye ne, ev yek jî rêjeya mirina dayîkan di dema ducaniyê û zayînê de ji ber dûrbûnê zêdetir dike.

Bêparhiştina ji mîrateyê

Jin ne tenê li bajaran li gundan jî ji mîrateyê bêpar tên hiştin û mafê wan ê qanûnî yê mîratgirtina erd an milk nayê dayîn. Di nava civakê de tê gotin ku tu milk ji keçan re nakeve ji ber ku ew keçên xelkê ne û li malên xwe jî mêvan in. Eger jin li malên xwe mêvan bin û li mala hevjînê xwe jî keçên xelkê bin gelo mafê wan li ku derê dimîne?

Li vir jî rêwîtiya jinan a têkoşîna li dijî bindestiyê û zehmetiyên gundan jî bêdeng û bi awayekî nedîtî berdewam dikin.

Herî dawî jî her çendî ne dawiya hemû êşan be jî êşa jinên li gundan di warê tevger û çûnhatinê de girantir dibe. Ji ber ku rê û çûnhatina giştî bûne barekî rojane, ewlehiya wan a fîzîkî, psîkolojîk û aborî tehdît dikin.

Ezmûnên dijwar ên rojane tacîz tundiya devkî û fîzîkî

Riyên gundan riyên peyatî yên asfaltkirî ne, rêwîtiya jinan di sibeh an şevê de dike xetereyek cidî. Ev yek wan bi dizî, êrîşên fizîkî û tundiya devkî re rûbirû dihêle. Sedem jî xwe dispêre nebûna çavdêriyê û qerebalixiya zêde ya di riyên çûnhatina gundan de. Jin bi vî awayî û rojane rastî rewşên dijwar ên tacîza devkî û fîzîkî tên.

Meşa bi kîlometreyan di bin tava dijwar de

Jin û keçên ciwan neçar in bi kîlometreyên dirêj bimeşin da ku pêdiviyên xwe ji bazara bajêr bînin. Bi meşê tiştên ku dikirin didin ser mil û pişta xwe, vedigerin mal û gundên xwe.

Rêbazên çûnhatinê yên ne mirovane û bê ewle û nebûna wesayîdên giştî ya birêkûpêk ji gundan heta bajaran, çarenûsa jinan bi rêwîtiyên bêserûber ve girê dide û wan neçar dike ku bi demijmêran li kêleka rê di bin tava dijwar de bisekinin.

Nexweşiyên kronîk

Meşa dûr û dirêj, hilgirtina giraniyan li ser riyên ne hevseng dibin sedema nexweşiyên kronîk ên pişt, movikan bi jinên ku di temenê ciwan de ne û bi nexweşiyên fîzîkî yên demdirêj re rûbirû dimînin.

Jinên gundê Til Nesrî û yê ku li ser riyan dimeşin ji ajansa me re axivîn zehmetiyên xwe û daxwazên xwe ji saziyên pêwendîdar re anîn ziman.

Emîna Ehmed tevî temenê xwe yê mezin jî bi peyatî diçe bajar û pêdiviyên xwe bi cih tîne. Emîna dibêje: “Rê dûr be yan jî nêz be, neçar im tê de bimeşim û xwe bigihîjînim bajar da ku pêdiviyên xwe û male bînim cih. Ez biwestim jî newestim jî ev e rewşa me û ez neçar im riyên bi ax de bimeşim. Ji ber ku kes tune ye xizmeta min û keça min bike. Em hêvî dikin ku texsî û mînîbus li ser riyên gundan peyda bibin û wan bi bajêr ve girê bidin.”

Rojane 2 kîlometre dimeşe

Mota Ibrahîm ku hesreta wê ye di vê germahiyê de nemeşe û li wesayîdek siwar bibe, bigihîje Til Temirê, wiha berdewam kir: “Em bi hesret in di vê germahiyê de kîlometreyek nemeşin û bi xweşî bigihîjin bajar. Lê em ji gund heta riya giştî nêzî km. dimeşin, heta ku wesayîdek disekine û em lê siwar dibin diçin bazara bajar an jî navendên tendrustiyê û bijîşkan. Nexweşiyên min hene, ez nikarim bimeşim. Kîlometreyek çûyîn yek jî hatine. Di rojê de 2 kîlometre di vê tava dijwar de dimeşim.”

Daxwaza lênîrên û girîngîdayina xizmetên li gundan û binesaziyê

 

Mota Ibrahîm da zanîn ku li gundê Til Nesrî navendên tendrustiyê û klînîk tunene û wiha qala zehmetiyên dikşînin kir: “Li vir tirsa me çênabe ku em werin revandin an jî ewlehiya me ya fîzîkî bikeve xeterê. Em heta digihîjin riyan tav li serê me dide em gêj dibim û nexweşan nexweştir dike. Ji ber ku kesek li cem me nexweş dibe em wê/î tev nexweşiya wê/î radikin û dimeşin heta ku wesayîdek tê me radike û dibe nexweşxaneyê. Em daxwaza lênêrîn û girîngîdayîna xizmetên gundan û binesaziya wê dikin.”

Emîra Remezan a ku ji Mergedaya Şedadê ye lê li gundê Til Nesrî êy girêdayî Til Temirê dijî, tevî bilindbûna pileyên germahiyê tevî nexweşiyên xwe li ser rê dimeşe û dixwaze xwe bigihîjîne riya giştî, da ku ji wir jî here gundekî din serdana nexweşek.

Nexweşîû, rê, germahî û nebûna ewlehiyê
 

Emîra Remezan a ku pir bi lez dimeşiya dibêje: “Ez gelek diwestim, ser û piyê min gelek diêşin û niha ez diaxivim dilê min diêşe, ji ber ku nexweşa dil im jî. Li gundan jî pere hebe mirov dikare xwarin bixwe nebe jî di xew de ne û çav li xwedê ne. Çûnhatina me ya li ser riyan jî wekî şans e. Mirovên baş hebin disekinin me radihêjin û hinek mirovên nebaş hene nasekinin û gunehê wan bi me nayê. Lê ya herî baş ew e ku heta niha lingên min barê min radikin. Kesên ku nas dikim bi wan re siwar têm û yên nas nakim jî siwar nayêm. Ji ber di vê wextê de ewlehî nemaye, rewş ne rewşa berê ye.”

Ji ber rewşa wê ya aborî ya dijwar nikare tedawî bibe

Emîra Remezan da zanîn ku rewşa wê ya aborî gelek xirab e û nikare xwe û xizmên xwe yên nexweş tedawî bike û wiha pêl da gotinên xwe: “Gelek caran kiriya wesayîdê tune ye lê siwar bibim û gelek caran jî pere tune ye ku xizanek ava vexwarinê dagirim. Nikarim tedawî bibim û xizmên xwe jî ji mirina bi nexweşiyên dil û penceşêrê biparêzim.”

Pêwîstiya gundan bi çi heye?

Emîra Remezan daxwaz kir ku xizmetên tendirustî û perwerdeyê ji bo gundê wê were pêşkêşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîstiya gundan bi xizmetên bingehîn heye, bila li gundê me Til Nesrî saziyên pêwîst, nexweşxane tevî bijîşkan hebin û dibistan vebin.”