Li Başûrê Kurdistanê mafê rojnamegeran tê binpêkirin

Zordestiya aqilê mêrsalarî, medyaya dîjîtal û bi cihneanîna zagona parastina mafên rojnamegeran wisa kiriye ku rojane binpêkirin li hemberî rojnamegeran û bi taybetî tundîtûjî li dijî rojnamegerên jin were pêkanîn.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan- Her çendî ku zagona parastina mafên rojnamegeran li herêma Kurdistanê heye jî di asta pêwîst de kar ji bo zagonan nayê kirin. Roj li pey roj binpêkirin û tundîtûjiya li hemberî rojnamegeran zêde dibe. Di sala 2022’an de li gorî daneyên Navenda Metro 431 bûyerên binpêkirinê li hemberî 301 rojnamegerên li herêma Kurdistanê pêk hatiye. Piraniya binpêkirinan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên pêkanîn.

Her wiha li gorî daneyên sendîkaya rojnamegerên Kurdistanê 73 binpêkirin li hemberî 108 rojnamegeran hatine pêkanîn. Ji vê hejmarê 154 mêr in û çar jî jin in. Rêxistinên aştî û azadiya parastina maf û azadiyê rapora salane ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran parve kir. Li gorî raporê sala 2022’an li herêma Kurdistanê 259 bûyerên binpêkirinê li hemberî 399 rojnamegeran hatine pêkanîn. Di nava wan de 23 rojnamegerên jin in, di hejmarê de cudahiyek berbiçav heye. Lê belê ev hemû rewşa Başûrê Kurdstanê ya di warê rojnamegeran û rojnamegerên jin de nîşan dide.

Zordestiya aqilê mêrsalarî û kevneşopiya civakê sedemek din a tundîtûjiya li hemberî rojnamegeran e. Rojnamegera jin a li herêma Germiyanê Sirwe Kerîm der barê binpêkirin û tundîtûjiya li hemberî rojnamegeran tê kirin de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku her sal tundîtûjî zêde dibe.

‘Paşverûtiya civakê wisa kiriye ku tundîtûjiya li hemberî jinan zêde bibe’

Sirwe Kerîm destnîşan kir ku tundîtûjî zêde û cuda ye û di hemû astan de tundîtûjî li hemberî jinan heye, rojnamegerên jin jî ji vê binpêkirinê para xwe digrin û jin li cihên cuda û bi şêweyek cuda rastî tundîtûjiyê tên û wiha got: “Ji ber paşverûtiya civakê ku cudakariya di navbera jin û mêr de ku difikirin karê rojnmageriyê tenê karê mêran e dibe sedema tundîtûjiya fizîkî û derûnî li hemberî jinan.”

‘Mêr qebûl nakin ku jin di karê rojnamegeriyê de ji wan bi hêztir bin’

Sirwe Kerîm da zanîn ku sedemek din a ku mêr di kar de tundîtûjiyê li hemberî jinan dikin, bi taybetî karê rojnamegerî, ji ber mêr qebûl nakin ku jin ji wan bi hêztir bin û wiha domand: “Li gorî mêran divê derfetê zêdetir ji bo mêran bê dayîn û jin hîn zêdetir karê di nava civakê de weke mamostehî û bijîjkî bikin, ne weke rojnameger. Ev di hinek medyayan de reng daye û zêdetir mijarên ku dem di ser wan de derbas bibin didin jinan û mijarên nû didin mêran. Di heman demê de li hinek medyayên din azadî dane jinan, ji ber wê jinên rojnameger divê agahdar bin û tenê ji bo bibin rojnameger hemû tiştan qebûl nekin, divê bizanin di kîjan dezgehê de û li ser çi mijarê kar dikin.”

‘Erka sendîkayên rojnamegeran parastina rojnamegeran e’

Sirwe Kerîm diyar kir ku binpêkirinên li hemberî rojnamegeran bi riya medyaya dîjîtal zêdetir belav bûne, ji ber riyeke asan e û her kesê ku bixwaze di bin her navekî de bi kar tîne. Di vî alî de zêdetir rojnamegerên jin jê ziyan dibînin û tundîtûjî li hember wan tê pêkanîn û wiha got: “Her kesê ku divê karê rojnamegeriyê bike, di destpêkê de hevpeymanek di navabera wê û dezaghê de divê hebe û mercên hev bipejirînin. Erka sendîkayên rojnamegeran ew e ku mafên hemû rojnamegeran li her bajarî biparêzin. Divê jin pişta xwe bidin hêz û îradeya xwe, di karê xwe de berdewam bikin, armancên wan hebin ji bo wê armancê bixebitin.”

‘Li herêma Kurdistanê kar bi zagona parastina mafên rojnamegeran nayên kirin’

Sirwe Kerîm di dawî de wiha got: “Her çendî zagona parastina mafên rojnamegeran heye lê belê li herêma Kurdistanê bi awayekî baş li ser zagonan kar nayê kirin. Di nava bajaran de cudahiyên berbiçav di nava rojnamegeran de hene. Bi taybetî li dadgehan li gorî zagonên Iraqê kar dikin, ne li gorî yên herêma Kurdistanê. Ev jî dibe sedema nerazîbûnan. Rojnamegerên ku dozek li ser wan heye bi awayekî din nêz dibin û binpêkirin zêdetir li hemberî wan tê kirin.”