Me ji jinan şîdeta li dijî wan pirsî!

Pêşîgirtina tundiya li ser jinan li aliyekî, pirsgirêka "femiside" yani qirkirina zayendî bi zêdebûna xwe ya sîstematîkî roj bi roj derket pêş. Jinên li kolanên Îzmîrê di vê mijarê de qanûnên tund dixwazin. "Ji ber ku dewlet bi xwe zilam e, tiştek nake ku pêşî lê bigire. Lê belê divê ji bo sûcên ku mêran li dijî jinan kirine cezayên pir giran werin dayîn.

RUYA HUSEYÎNOGLU
Îzmîr- Li Tirkiyeyê li dijî jinan şîdeta fizîkî, derûnî, zayendî yan jî aborî her ku diçe zêdetir dibe. Ya rast, li cîhanê ev wêne pir cuda nayê dîtin. Li gorî raporek ku vê dawiyê ji hêla NY’ê ve hatiye weşandin, her roj 137 jin ji hêla yek ji endamên malbatê ve tên kuştin. Li aliyê din, Tirkiye, welatên ku di nav welatên OECD de di mijara tundiya li ser jinan de xwedî rapora herî xirab e.
Rastiyek heye ku şîdeta jinan an komkujiyên jinan bi tevahî sîstematîkî bûne. Mekanîzmayên biryargirtinê nikarin di vê mijarê de guherînên radîkal çêbikin. Ev jî bûye sedem ku têgîna qirkirina zayendî bi dengekî bilindtir were rojevê. Di 22'ê Çileyê de, Platforma Jinan a Wekheviyê li ser qirkirina zayendî kampanyayek berfireh da destpêkirin. Qirkirina zayendî, an bi gotinek din, femiside, wekî  "tawana nefretê ya ku li ser bingeha zayendî pêk tê û meyla wê heye ku li civakê belav bibe" tê pênasekirin.
Her çendî li Tirkiyeyê her roj sê jin ji hêla mêran ve têne kuştin jî cînayetên jinan hîn jî wekî bûyerên yekane tên pêşandan. Lê belê, jin niha pir baş dizanin ku dema karbidest berpirsyariyên xwe bi cih neynin ev kuştin sîstematîk in. Em li Îzmîrê derketin kolanê û me pirsa qirkirina zayendî ya ku ev demeke dirêj e bi kampanyayê di rojevê de ye ji jinan kir.
"Ji ber ku jin jiyan e jê ditirsin"
Denîz Yildiz got ku dema şîdet tê gotin, şîdeta fizîkî rasterast tê bîra me; lê belê, hemû kiryarên tundûtûjiyê di bingehê de bi hev re di pêşbaziyê de ne: “Mixabin, aborî bi xwe hêmaneke şîdetê ye. Jin nikare bikeve xweparastinê. Bi taybetî di malbatê de pêkanîna vê yekê ne hêsan e. Min piştgirî da xwepêşandanên jinan ên Stenbolê da ku pêşî li kuştina jinan bigirin û li ser vê mijarê dengê xwe bilind bikin. Bi rastî, ez difikirim ku di têkiliya bi jinan re li herêmên gundan em kêm dimînin. Li dora min ewqas jin hene ku êşê dikşînin. Mînak, di dema pandemiyê de gelek jin hene ku ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şîdeta psîkolojîk hatine. Berê digotin ku mêr pere tînin malê lê niha ez dibînim ku berevajî vê yekê jin pere tînin malê. Ev awayekî tundûtûjiya aborî ye. Li Tirkiyeyê qirkirina zayendî ya li dijî jinan ji berê ve hebû lê em van tiştan nû diaxivin. Ji ber ku jin jiyan e jê ditirsin. Jin ji mêran wêrektir û bêtirstir in. Tirsa dewletê yan zîhniyeta mêraniyê hinekî jî ji ber vê yekê ye."
"Ez dibêjim jina ku bûye mijara nûçeyê dibe ku ez bim"
Merve Aydin a xwendekar, dibêje ku dema di rê de dimeşe ji nêrîna mirovan nerehet dibe û wiha lê zêde dike: "Niha em wisa bûne ku di her nêrînê de fikrên xirab dibînin."
“Ne gengaz e ku mirov normal û bi aramî li ser rê bimeşe. Ez difikirim ku ji vê serdema pandemiyê  herî zêde jin bi bandor dibin. Êşa van rojên ku hemû kes li mal in, bi jinan tê kişandin. Bêguman, wekî jinek, ev bûyer li vî welatî qet naqedin û her roj zêdebûna vê yekê min ditirsîne. Gava ku em li nûçeyek kuştina jinan temaşe dikin em êdî matmayî nabin. Ji ber ku ew bi rengekî, tê normalîzekirin. Baş dizanim ku jina wê nûçeyê hatiye qetilkirin, dibe ku ez bim yan ji hevalek min an xizmek min be. Pir xemgîn e ku mirov bi vê hişmendiyê her gav bijî. Em wê digirin, em dixwînin û roja din em ji bîr dikin, ji ber ku heroj em navekî nû dibînin. Ev çerx her dem berdewam dike. Dema diçin karekî ger ku yê hûn muxatab dibin zilam be tu ji niyeta wî bêbawer dibî. Hûn her gav di gumanê de ne û ji dipirsin ka ev kes bi niyetek baş yan xerab nêzîk dibe.
"Îstîsmara devkî êdî ji bûye rewşek ji rêzê"
Ecem Has a xwendekar, îfade dike ku wekî jin, ew difikire ku dibe her kêliyê dor were wê.
“Dibe ku me heta niha tiştek mezin nedîtibe; lê ev hest her dem bi me re ye; gelo dê rojekê dora me were? Gava ku mirov li vî welatî wekî jinek dijî, mirov nikare nefikire. Ez piştrast im ku dema jin li nûçeyên wiha temaşe dikin, ew vê hesta hevpar hîs dikin. Heya ku êrîşek fizîkî nebe, em zêde qala wê nakin. Ji ber ku îstîsmara devkî ji bo me niha wekî rewşek ji rêzê tê dîtin. Gava ku ez ji kesekî re vebêjim matmayî namîne. Em her roj, bêyî îstîsna, van rewşan dijîn. Em dibêjin "Peymana Stenbolê Jiyanê Diparêze." Divê mirov bi rengek were tirsandin, di vî warî de gavên samîmî û cidîtir divê werin avêtin. Ez difikirim ku divê cezayên herî zêde were dayîn û teşwîqkirin."
"Ez neçar mam ku keçên xwe mîna zilam mezin bikim"
Sevîl Coşkun a ku 25 sal berê hevjînê xwe winda kiriye û 4 zarokên xwe bi tenê mezin kiriye, dibêje, "Ji ber ku ez li vî welatî dijîm, neçar bûm keçên xwe mîna kur mezin bikim."
“Gava hevjînê min mir, min hîs kir ku ez neçar im keçên xwe mîna zilaman mezin bikim. Ji mêrên ku li taxa ez lê dijîm re bûn, min got; ‘bibin birayê keçên min.’ Min bi zanebûn vê hestê bi wan re afirand. Ez natirsim! Bêyî ku ez bersivek bidim ez ê tu carî li paş nemînim. Ez vê yekê ji jinan re jî pêşniyar dikim. Li dijî vê rewşê derkevin! Dewlet bi rastî rê li ber van tiştan nagire yan jî naxwaze pêşî lê bigre. Ez nizanim dibe ku dewlet bi zanebûn ji bo pêşîlêgirtinê tiştek nake, ji ber ku dewlet mêr e. Lê belê, ji bo tawanên ku mêran li dijî jinan kirine, divê cezayên pir giran werin dayîn. "