Mamosteyên waneyên Kurdî didin li Efrînê ji dibistanan tên avêtin

Mamosteyên Efrînê ku niha li Şehbayê dimînin der barê derxistina mamosteyên Kurdî ji dibistanên li Efrînê de axivîn û wiha gotin: "Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk ji bo ku armanca xwe pêk bîne û zimanê Kurdî tune hesab dike mamosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan avêtin û li şûna waneyên Kurdî waneyên Tirkî û Erebî tên dayîn."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne lê gelê Kurd heya roja îro jî nikare bi serbestî bi zimanê xwe bixwîne, binivisîne û perwerdeyê bibîne. Dewleta tirk a dagirker ji bilî kiryarên êrîş, tecawiz, talankirin, revandin û qetilkirinê, mamosteyên zimanê Kurdî jî ji karê wan dûr dixe. Armanca dewleta tirk û çeteyên wê ew e ku zimanê Kurdî ji holê were rakirin û li şûna wî zimanê tirkî bi cih bikin. Kesên ku di Efrîna dagirkirî de mane nikarin bi serbestî bi zimanê xwe yê Kurdî di malên xwe de biaxivin. Piştî dagirkina herêma Efrînê, mamosteyên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kar dikirin ji kar hatin avêtin her diçe zêde dibe, di demên dawî de hejmara wan gihîşt zêdetirî 60 mamosteyan. Der barê avêtina momosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan, mamosteyên herêma Efrînê yên ku niha li Şehbayê dimînin ji me re axivîn.
"Li şûna waneyên Kurdî waneyên Tirk û Erebî tên dayîn"
Rêveberiya paymangeha Şehîd Amara ya navçeya Ehdasa girêdayî kantona Şehbayê Bêrîvan Omer got ku beriya dewleta tirk a dagirker Efrînê dagir bike, mamosteyên zimanê Kurdî bi rehetî xwendekar perwerde dikirin û wiha berdewam kir: "Tevî koçberiyê jî em xwedî li zimanê xwe derdikevin ji ber ku zimanê me nasname û hebûna me ye. Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk ji bo ku armanca xwe pêk bîne û zimanê Kurdî tune bike mamosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan dûr xistin. Li şûna waneyên Kurdî waneyên Tirkî û Erebî tên dayîn. Çi kesê ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû niha kar ji wan re tê qedexekirin. Em bang dikin ku zimanê me ji dagirkeriya dewleta tirk were parastin." 
"Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku zimanê me ji tunekirinê biparêzin"
Rêvebera mamosteyên zimanê Kurdî ya navçeya Ehdas a Şehbayê Bêrîvan Cafar jî diyar kir ku beriya dagirkeriya Efrînê wan waneyên zimanê Kurdî bi rehetî li peymangeh û dibistanan didan û wiha pê de çû: "Yekem tiştê ku dewleta tirk destên xwe danî ser piştî dagirkirina Efrînê dibistan bûn ji bo ku zimanê Kurdî ji holê rabike û xwendekaran ji zimanê wan ê resen dûr bixe. Niha qedexe ye ku mirov bi zimanê Kurdî li Efrînê biaxive. Em weke mamosteyên zimanê Kurdî bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku zimanê me ji tunekirinê biparêzin."