'Rewşenbîriya rast zanîna zimanê dayikê ye'

Mamosteya zimanê Kurdî Taban Mihemed diyar kir ku di civaka Kurd de zanîna zimanê biyanî weke pêwîstî tê dîtin, ev jî li hemberî zimanê dayikê neheqiyek e lewre rewşenbîrên rast ew in ku zimanê dayikê baş bizanin û biaxivin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Zimanê dayikê, yekem ziman e ku zarok fêr dibin û pê diaxivin. Tenê ji bo derbaskirina karê rojane bi kar nayê. Ziman karekî fikrî û merîfetê û parastina çandê ye. Gelek civak girîngî didin zimanê xwe lê belê di civaka Kurd de girîngiya pêwîst nadin vê yekê, ji ber wê zimanê Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî 21’ê Sibata 1999’an weke roja zimanê cîhanî yê dayikê nas kir. Li cîhanê gelek ziman ber bi tunebûnê ve diçin yek ji wan zimanê ku bi tunebûnê re rû bi rû maye zimanê Kurdî ye.

Mamosteya Zimanê Kurdî ya zanîngeha Silêmaniyê Taban Mihemed der barê girîngiya zimanê dayikê de û çawa ji aliyê civakê ve hatiye paşguhkirin û girîngî didin zimanê biyanî nirxandin kir.

Tunebûna berpirsyariyê ji aliyê ciwanan ve zimanê dayikê ber bi tunebûnê ve dibe’

Taban Mihemed da zanîn ku niha girîngî nadin zimanê dayikê, sedema wê jî ew e ku ev zimanê dayikê weke girîng nayê dîtin, piranî berê xwe didin derve û wiha got: “Berê Kurdan her dem hewl didan zimanê xwe biparêzin, da ku hebûna xwe biparêzin. Niha ji ber tunebûna hestên berpirsyariyê yên ciwanan ji bo civaka Kurd û zimanê dayikê wisa kiriye ku ji parastina zimanê xwe bê xem bin û zimanê Kurdî kêm bibe.”

‘Xelet bikaranîna gotinên zimanê dayikê dibin sedema lawazkirina ziman’

Taban Mihemed diyar kir ku li ser zimanê Kurdî metirsî heye, ji ber weke pêwîstî nayê dîtin, dema ku xwendekar xwe li zanîngehan qeyd dikin merc ew e ku asta zanîna zimanê Îngilîzî bilind be û wiha domand: “Wisa bûye ku li cihê zimanê Kurdî bikin şert, zimanê ‘Ingilizî kirine şert. Zimanê sereke bûye Îngilîzî û vê yekê jî metirsî li ser zimanê Kurdî çêkiriye. Yek ji riya dewlemendkirina ziman hatina peyvên biyanî ye lê belê bi xeletî bikaranîna wan peyvan dibe sedema lawazkirina ziman. Nabe ku rê bide hemû peyvan. Ger peyvên zimanê biyanî di axaftinan de werin bikaranîn bi çavek bilind lê tê temaşekirin. Em niha di qonaxa rewşenbîr û akademîk de ne û karekî zêde me li ser kiriye bi lidarxistina konferansan, xwendina zimanê Kurdî li gelek zanîngehan û vekirina beşa Kurdî li hemû beşên Kurdistanê. Ev jî di siyaseta netewî de girîngîdayîna ziman e. Lê belê ev kêm e divê hestên welatparêziyê, perwede, avakirina ji aliyê hemû kesan ve ji asta seretayî dest pê bike heta zanîngehê.”

‘Pîvana rewşenbîriyê zanîna zimanê dayikê ye’

Mamosteya zimanê Kurdî Taban Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Girîngiya qada rewşenbîrî û hunerê ew e ku divê parastina zimanê dayika xwe bikin. Ji ber di asta bepirsyariya mezin a neteweyî de nîn e da ku hewldana parastina zimanê Kurdî bide. Sedema  wê jî hinek ziman xelet tên bikaranîn ji ber peyvên herêmê bi kar tînin. Bikaranîna peyvên biyanî û destwerdanan di dezgehan de li gorî wan wisa ye ku bi awayekê asta rewşebîriyê bilind bûye. Ev neheqî ye li hemberî zimanê dayikê ji ber rewşenbîrên rast ew in ku zimanê Kurdî baş bizanin û baş biaxivin.”