Mala Jinê ya Helebê hewl dide pirsgirêkên civakê çareser bike

Mala Jinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê û têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinê xebatên xwe xurtir dike.

MÎDYA MİQDAD

Heleb – Mala Jin a saziya yekemîn a Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin kar û xebatên xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dimeşîne.

Endama Navenda Mala Jin a Taxa Şêx Meqsûd a Helebê Emel Mihemed da zanîn ku Mala Jinê weke navendeke civakî tê dîtin, ji ber ku hemû endamên civakê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî lê didin û wiha pê de: “Jin bingeha civakê ye û endama herî çalak a civakê ye û ev yek jî wan dixe ber gelek pirsgirêk û zehmetiyan. Yek ji pirsgirêkên ku herî zêde ji me re tê pêşkêş kirin nakokiyên zewacê û malbatî ne. Di van demên dawî de xebat organîzetir bûne. Bi xebatên berdewam ji bo dîtina çareseriyên guncaw, em dixebitin ku bingehên malbatê li gorî têgînên demokrasî û mafên jinan xurtir bikin.”

Mala Jin perwerdeyê dide mêran

Emel Mihemed li gel xebatên xwe yê ji bo jinan balê kişand li ser perwerdekirina mêran û wiha domand; “Em hem jin hem jî mêran perwerde dikin, ji ber ku malbat tenê li ser yek ji wan nayê avakirin û divê dê û bav li gorî têgînên azadiya jinê û li dijî her cure tundiyê zarokên xwe mezin bikin.”

Emel Mihemed eşkere kir ku şert û mercên jiyanê yên taxê û salên dirêj ên şerê li Sûriyeyê bandor li tevna civakî û malbatê kir û wiha axivî: “Divê em ji xebatê bêzar nebin, ji ber ku pirsgirêkên civakî bi gelek salan hewce ne ku gelek mîrateyên civakê yên kevnar bên guhertin. Divê rêyên nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rakirina şîdetê bên ditin.”

Li dijî her cûre tundiyê têdikoşe

Derbarê kuştin û berdana jinan de, rêvebera Mala Jinê Xezala Şêxo wiha got: “Şer yek ji sedemên sereke ye yê zêdebûna van kiryaran. Jin rastî gelek şêwazên şîdetê hatin ku digihêje kuştin û îşkenceyê û li ser vê bingehê jin bûn qurbaniyên qeyranên Sûriyê. Mala Jinê di têkoşîna li dijî kuştin, lêdan, telaq û her cure tundiya li ser jinan de, bi hişyarî û piştgiriya jinan, roleke girîng dilîze. Divê li dijî zewaca di temenê biçûk de têkoşîn bê kirin, ji ber ku ew rê li ber şîdetê vedike.”