Mahabat Sadiq: Em bûn qurbanî, hikumet paşguh dike

Mahabat Sadiq di kimyabarana Helepçe de 22 kes ji malbata xwe winda kiriye û der barê tiştên ku wê demê jiyan kiriye de dibêje:”Hertim qala Komkujiya Helepçe ji zarokên re dikim daku ji bîr nekin.“

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Beriya 35 salan roja 16'ê Adara 1988'an di saet 11:00’ê de Helebçe ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma baas ve hate kimyabaran kirin û di wê kimyabaranê de zêdeyî ji 5000 kes hatin qetilkirin. Piranîya qurbanîyan zarok, jin û kal bûn, gelek kes windane û heta niha jî gelek kesên ku ji kimyabaranê bandorê bûne hene.

Mahabat Sadiq di kimyabarana Helepçe de ji malbata xwe 22 kes winda kiriye. Mahabat dema ku bûye şahîdê kimyabaranê 12 salî bû û niha jî çar kurê wê heye û diyarkir ku her tim çîroka kimyabaran Helepçe ji zarokên xwe re dibêje daku neye ji bîrkirin.

‘Birayê min birîndar bû û mala bavê min hilweşiya’

Mahabat Sadiq di derbarê wan rojan de wiha dibêje: “Dema ku kimyabaran Helepçe çêbûyî, ew çend roj bî Helepçe ji aliyê Îranê ve dihat topbarankirin, li her çar parçeyan şer hebû. Mala birayê min yê mezin jêrzemînek hebû dema ku topbaran çêdibû em diçun wêderê. Roja 15’ê Adarê Pêşmerge hatin nava bajêr û wisa behs dikirin ku te digo qey Helepçe rizgar kirine. Mala me û mala pismamê min wan em ber bi gundê Hawar ve ketin rê, lê bele di rêde pêşmergeyan em vegerandin û gotin; ‘Helepçe bi arame û hatiye rizgarkirin, pêwîst nake hun biçin.’Roja 16’ê Adarê bajar gelek vale û bêdeng bû, wê rojê me gelek nanxwar. Me got ne tiştek bi qewime . Piştê wê bavê min çû mizgeftê û birayê min çû gel pêşmergeyan. Di saet 11:25’an de topbaran destpê kir, birayê min birîndar bû û mala bavê min hilweşiya, hemû avahiyên din heta ku digihêje taxa Sera avahî hilweşiyan.”

‘Me êdî nekarî serê xwe rakin’

Mahabat Sadiq da zanîn ku dema ku topbaran çêbû bavê wê dixwest kesên birindar bûne rizgar bike û wiha dom kir: “Bavê min di dema vegerê de li gel hevalek xwe dixwestin biçin nav malên ku hilweşiyane xelkê rizgar bikin, lê belê ji ber dijwariya tpobaranê nedikarîn kesekî rizgar bikin. Piştre me xwe kom kir ku em bajar bi cihbihêlin, di topbarana dûem de em çûnê jêrzemînan, çend birîndar û hevalên birayê min hatin gotin; ‘Rabin ger nivê we çûn bila nivê din bimîne.’ Ji ber wê em ber bi çemê karêz ve çûn, em li vêderê bûn du kom dayik û bavê min bi cihekê ve em û birayê xwe ji bi aliyê din ve çûn. Topbaran şev gelek dijwar bû ,Dema ku topbaran dijwar bû me êdî nekarî serê xwe rakin. Leşkerên Îranê li wêderê bûn, birayê min got ji me dûr bikevin, gelek zarok li gel me ne. Em bi lez derketin, tu  pêwîstiyên zarokan li gel me nebû, birayê min got emê vegerîn xwarin  û kel û pelan ji bo zarokan bînin. Me di rêde gelek dîmen dît, êdî çavê me ne didit me ne dizanî çi çêbûye, topbaran berdewam dikir. Di topbarana dawî de em ber bi gundê Deremer ve çûn û ji ber em ji kimyabaranê bandor bibûnme ne didît. Ji ber kimyabaranê em 12 kes kor bibûn, Em pêngav bi pêngav ber bi Îranê ve çûn. Lê belê beriya wê çemê Rêşa hatibû kimyabaran kirin em ji bi zorê me cil û tiştên ku hene şil dikir û dixist ber pozê xwe heta ku me xwe gihand sînorê Îranê.”

‘Nêzî mehekê li wêderê em hatin girtin’

Mahabat Sadiq destnîşan kir ku dema ku gihan Îranê ew biribûn cihek wek dibistana mezin û wiha got: “Me nedizanî rewşa xelkê çawane, dema ku em gihan Îranê, hemû xelkên Helepçe li wêderê bûn, yên ku me ditînin me kesû karên xwe jê pirs dikirin. Em çûbûn cihek mezin  û nêzî mehekê li wêderê hatin girtin û me jî nedizanî çima em hatine girtin, Piştî mehekê dema ku em derketin, êdî me zanî çi bûye, ji malbata min 22 kes bûn qûrbaniyê kimyabarana Helepçe, me bi çavê xwe cenezeyê kes û karê xwe nedît. Ji ber wê me nezanî zarokên me winda bûne yan ne.”

‘Me nezanî çi bi serê zarokên me hatiye’

Mahabat Sadiq behsa zarokên winda bûne kir û diyarkir ku gumanên wan heye ew mane yan ne û wiha got: “Hêjmarek zêde ya zarokên ber şîr, di wê demê de rizgar kirin, lê belê ji berê we zarokên winda bûne, xemsariya hikumetê ye, nikarin dezgahek bînin da ku bê xem zarok bi kes û karên xwe şad bibin.  Em xelkê Helepçe ev 35 sale em diaxivin, lê bele kes guh nade me û tîştek ji bo gel nayê kirin. Hertim ez çîroka Helepçe ji zarokên xwe re dibêjim daku tu caran neye ji bîrkirin.”