Li Yemenê sivîl bi guleyên jehrîn tên kuştin

Sivîlên li gundewarê Taizê ji ber bombebarana dubare ya Hûsiyan ku guman tê kirin gazên jehrîn tên bikaranîn, bi xeterên tenduristiyê yên cidî re rûbirû ne û ev yek dibe sedema gelek bûyerên xeniqandinê.

Yemen – Niştecihên gundên Cebel Sebr ê Taizê, Yemenê êdî ne tenê ji ber top û şarapnelê di bin gefê de ne. Ji ber ku milîsên Hûsî bombebarana xwe didomînin û raporên bi fikar tên weşandin. Niştecihên gundan, bi taybetî jin, zarok, kal û pîr di bin gefa bombebaranê ya domdar de dijîn, ji ber bandorên van madeyan li ser jiyanê her diçe, fikar zêdetir dibin.

Rêxistina Maf û Azadiyên Mirovan (SAM) ragihand ku bi lezgînî bang li civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî kiriye ku bombebarana li ser sivîlan ji aliyê Hûsiyan ve li Kehlan û Dubayê navçeyên Sabr El-Mewadim a Taizê bi dawî bikin. Rêxistinê diyar kir ku Kehlan zêdetirî 20 demjimêran rastî bombebaraneke dijwar hatiye, di vê demê de zêdetirî 200 roket û top li malên sivîlan ketine, di encamê de gelek kes mirine û birîndar bûne û hat ragihnadin ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Rêxistinê li ser xirabûna rewşa mirovî û tibî hişyarî kir bal kişand ser wêrankirina mal û milk, dijwarbûna derxistina birîndaran, hejmara miriyan ji ber bombebaran û dorpêça berdewam. Her wiha hedefgirtina sivîlan bi çekên giran weke sûcê şer û binpêkirina qanûnên mirovî yên navnetewî û Peymanên Cenevreyê nirxand.

Metirsiya xeniqandinê

Sama El-Fadlî got ku Hûsî ne tenê jin û zarokan bi guleyên nîşangir û mûşekên balîstîk hedef digrin, gule û madeyên jehrîn jî bikar anîne. Li gelek gundên ku tên hedefgirtin ev yek bûye sedema rewşên xeniqîna mirovan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama topbaranê de li nêzî deverên niştecihbûnê made belav bûne, ev yek bûye sedema metirsiyên tenduristiyê yên niştecihan, di nav de jin û zarok jî hene. Her wiha rewşên xeniqînê hatine tomarkirin û gelek birîndar ji bo lênihêrîna bijîşkî pêdivî bi veguhestina nexweşxaneyan hene.

‘Di demên dawî de çekên cûrbicûr hatine bikaranîn’

Zubeyda El-Wecîh sûcên ku Hûsiyan li dijî sivîlên gundên Cebel Sebr kirine şermezar kir û tekez kir ku gund di demên dawî de bi berdewamî bi çekên cûrbecûr tên bombekirin di nav de topên hawan û roketan ku guman tê kirin madeyên jehrîn hene.

Zubeyde El-Wecîh wiha berdewam kir: “Sivîl niha bi gelek xeterên li ser jiyana xwe re rûbirû ne. Ji bilî gule û şarapnelên ku dibin sedema mirin û birîndarbûnê, fikar hene ku made û gazên ji hinek guleyan derdikevin dikarin dibin sedema xeniqînê û birînên giran.”

Her wiha tekez kir ku hedefgirtina sivîlan bi van çek û materyalan binpêkirineke cidî ya yasaya mirovî ya navnetewî ye. Daxwaza lêpirsîneke serbixwe kir da ku materyalên hatine bikaranîn werin destnîşankirin û berpirsiyar werin cezakirin.

‘Hûsî sivîlan hedef digrin’

Liyan Ebdulreqîb got ku Hûsî hedefgirtina sivîlan didomînin, mûşekên ku guman tê kirin madeyên jehrîn dihewînin davêjin û rave kir ku xetera van mûşekan ne tenê bi teqîn an perçeyên şarapnelê sînordar e di heman demê de zirarê didin cihê ku lê tên avêtin.

Herî dawî got ku hedefgirtina bi vî rengî metirsiyên li ser jiyana niştecihan du qat zêdetir dike, ji ber ku mirovên li nêzî deverên bombebaranê dijîn bi metirsiya xeniqandin an jehrîbûnê re rû bi rû ne.