Li Yemenê bi hezaran kes nexweş ketin

Li Yemenê ji ber belavbûna nexweşiya dengue ya belavî bi hezaran kesan bûye du zarokên bi navê Merwa û Mihemed Ebdo Elî, li bajarê Taaz ê li rojavayê Yemenê, jiyana xwe ji dest dan.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Ji ber belavbûna nexweşiya dengue û xemsariya nexweşxaneyên bajarê Taazê, herdu zarok Mihemed Ebdo Elî ya 10 salî ye û Merwa Ebdo Elî ya emrê wî salek û nîv e, jiyana xwe ji dest dan. Ev nexweşî bi riya piwêşiyên mê vîrusan li herêmên tropîkal digihîjin mirovan. Bi xwe weke înfloanza diyar dibe lê dema asta pêketinê bilind be zexta xwîna mirov gelekî kêm dibe û xwîn namîne mirov dimire.

Dayika herdu zarokan Hala Muxtar El-Nizarî, ya 30 salî dibêje: “Nexweşiya zarokên min bi tayê û êşa pişta serê wan dest pê kir, min ew birin doktor, baş bûn. Piştre rewşa wan ji nişkê ve xirabtir bû, me ew birin nexweşxaneyê li wir bijîjkan tenê seromên ku tayê dişkînin û yên xwarinê dan me.”

Xemsariya bijîjkan

Hala Muxtar El-Nizarî dibêje: “Bijîjkan ji me re gotin ya girîng ew e ku taya zarokan zor bilind nebe, bi şêwra bijîjkan min gelek derman da zarokên xwe lê ji ber dermanê pir liquid di bedena zarokan de kom bûn nikaribûn tevbigerin, rewşa wan ji ber xemsariya bijîjkan xirabtir bû. Ew liquid gihîştin kezeba spî û bandorê li gurçikan kir. Ez gelekî xembar bûm ji ber rewşa zarokên xwe lê bijîjkan her dem digotin rewşa wan baştir dibe. Ez hêvî dikim peyama min bigihîje aliyên pêwendîdar ku bi awayê cidî nêzî vê nexweşiyê bibin û rewşa nexweşan bi taybetî ya zarokan baş bişopînin. Ez jî bi vê nexweşiyê ketim, bi mirina zarokên min re rewşa min xirabtir bû, liquid di laşê min de kom bûn lê bijîjkan vê carê liquid kişandin.”

Bijîjk Ibtîsam Ahmed Galêb, pispora şopandina nexweşiyan li bajarê Taazê, der barê bikaranîna şaş a dermanan û çavdêriya kêm li nexweşxaneyan de dibêje: “Bûyerên kombûna liquidan di canê nexweşan de ji ber bikaranîna seroman çêdibe, ew jî dibe sedema mirinê. Divê derman li gorî kîloyên zarokan bê dayîn. Me planek çareseriyê  ya diyar li ser nexweşxane û navendên tendrustiyê belav kir. Divê hemû bijîjk li gorî vê planê kar bikin. Bajarê Taazê jî cihê vê nexweşiyê ye ji ber ku piwêş tê de zêde ne heta niha em nikaribûn pêşî lê bigrin û hişyariya sivîlan jî der barê xweparastinê de nîn e.”

Gelek nîşaneyên vê nexweşiyê hene

Diyardeyên vê nexweşiyê ev in: Weke înflwanzayê ye, ta heye, nikarin bixwin, êşa çavan û movikan heye, çerm jî sor dibe. Hin caran ev nexweşî girantir dibe xwîn zêde derdikeve, hin alavên bedenê nexweş radiwestin. Metirsiya vê nexweşiyê ji ber ku ew vîrus e dermanê wê nîn e, ne weke melarya ye.

Ofîsa tendrustiyê di têkoşîna li dijî taya dengue de 4 kampanyayên hişyariyê li dar xist, dermanê li dijî piwêşan reşandin, golên avê ku tê de ew piwêş kom dibin girtin.

Bikaranîna xirab a dermanan

Afrah Ahmed Seid, dayka zarokekî nexweş e dibêje: “Lawê min bi taya dengue ket, dermansaz dermanê tayê û antîbîotîk da me, dema ez hatim malê, cîrana min nehişt ez antîbîotîk bi kar bînim ji ber ku rewşa lawê min dê xirabtir bûbûya. Dema min ew careke din bir nexweşxaneyê, diyar bû ku gotina cîrana min rast bû. Gelek zarok û mezin li taxa me bi vê tayê ketin, cîranê me jî ji ber bikaranîna şaş a dermanan jiyana xwe ji dest da.”

Rêvebera dermanxaneyê, Hewa Emel Seid dibêje: “Taya dengue li bajarê Taaz ji ber kombûna ava qirêj pir belav bûye, mixabin dermansaz jî şaş pê re mijûl dibin dema antîbîotîk, an dermanên ku rewşê xirabtir dikin bi kar tînin, wê demê liquid di laşê nexweş de kom dibin û ew dimre. Divê hişyarî zêde be.”

12 hezar bûyerên pêketinê

Li gorî Ofîsa Tendrustiya Giştî û Şêniyan, heta meha Mijdarê, 12 hezar bûyerên pêketinê tomar bûne her wiha 18 kesan jî jiyana xwe ji dest dane zarok jî di nav de hene.

Bajarê Taaz navenda vê nexweşiyê ye, bi taybetî di dema baranê de; cara yekem ev nexweşî derket d, sala 2016 an de bû, ji ber ava golan piwêş zêde belav dibin.