Li Yemenê bermahiyên şer pêşeroja zarokan dikuje

Bermahiyên şer ên ku li gund û bajarokên Yemenê hene, bûne xetera rojane ji bo zarokan. Li ser riyan, di nava zeviyan de û li cihên lîstikê madeyên teqînê hene û ev yek hem ji bo jiyana wan hem a malbatên wan trajediyek e.

REHMA ŞANZÛR

Yemen – Ji bo bi hezaran zarokan, şerê li Yemenê bi bêdengiya şer bi dawî nebûye. Bermahiyên şer hê jî dibin sedema mirina wan, bedena wan dişewitînin û zarokan ji mafê wan ê zarokatiyeke bi ewle bêpar dikin.

Raporên rêxistinên mirovî nîşan didin ku bermahiyên şer li Yemenê yek ji gefên herî cidî ne ku li gelek bajarên di salên dawî de pevçûnên çekdarî dîtine, sivîl, bi taybetî jî zarok pê re rûbirû dimînin. Mayîn û teqemeniyên neteqiyayî li seranserê deverên niştecihbûn, zeviyên çandiniyê û riyên duyemîn belav bûne, niştecihan bi xeterên rojane yên ku nayên dîtin re rûbirû dihêlin.

Pisporên mafên mirovan piştrast dikin ku herî zêde zarok di nava wan mercên xeternak de ne bi mirin û birîndarbûnê re rûbirû ne. Didin zanîn ku ji ber meraqa wan a xwezayî yan jî ji ber ku hinek ji wan neçar in ji bo berhevkirina darên ji bo şewitandinê yan metalên bermayî bixebitin, an jî şivantiyê bikin. Ev yek gelek caran wan ber bi deverên ku bi bermahiyên şer qirêj bûne ve dibin.

Zarokatiya ku bi teqînê bi dawî dibe!

Li taxeke rojhilatê Taîzê, malbata Mensûr El-Berîhî ji ber şerê ku bi salan e hatiye ferzkirin di rastiyeke dijwar de dijî, niştecihên wê ji pêdiviyên herî bingehîn jî bêpar in.

Di sibeha 7’ê Cotmeha 2022’an de, Nada ya ciwan û xwişka wê Nîdaa ji bo karekî rojane derketin, karekî hevpar ji bo gelek zarokên herêmê berhevkirina darên ji bo agir ji bo ku li ser agir ji xwe re warinê çêbikin.

Nada el-Berihî hûrguliyên wê kêliyê wiha vedibêje: “Em çûn ji bo ku li herêma cîran li darên ji bo şewitandinê bigerin, dema ku em nêz bûn, min perçeyek biçûk dît. Min hewl da wê derxim lê ji nişkê ve teqînek mezin çêbû. Piştî wê, min tiştek nedît. Min hîs kir ku her tişt di cih de winda bû. Ez ketim erdê û xwîn ji rû û destên min hat. Ez ji êş û tirs û xofê diqîriyam.”

Nada el-Berihî bi birînên giran ji bûyerê xilas bû. Destê xwe yê rastê winda kir, ji çavên xwe birîndar kbû û rûyê wê ji ber parçeyan şewitî. Rêwîtiya wê ya dirêj a dermankirin û rehabîlîtasyonê piştre dest pê kir. Tevî giraniya birîna xwe, Nada El-Berîhî vegeriya dibistanê lê ew qet ne weke berê bû êdî. Ew niha bi destê xwe yê çepê dinivîsîne û li rêzên pêşîn rûdinê da ku bi çavekî bibîne, hewl dide bi rastiyeke dijwar a ji ber şer çêbûye adapte bibe.

Çek bêdeng in lê bandorên wê hê jî xuya ne

Nada tekez dike ku tiştê hatiye serê wê, ne bûyerek tenê ye. Herêma wê şahidiya trajediyên wekî ya wê kiriye û bandorên mezin li zarok û jinên din jî kiriye. Nada dibêje ku hinek ji wan jiyana xwe ji dest dane, hinek jî bi seqetiyên daîmî re dijîn. Yên sax mane hewl didin jiyana xwe di nava bandorên mayînde yên şerekî de bidomînin û her çendî çek bêdeng bibin jî berdewam dike.

‘Şer xewnên min dizî’

Li ser bedena Hedîl Abdalwasê ya 21 salî jî birînên şer hene. Di sala 2017’an de, di 12 saliya xwe de, bi guleyek birîndar bûye herdu destên wê jêbûne. Hedîl wiha dibêje: “Şer ne tenê bû sedema jêbûna destên min, xewnên min jî dizîn. Ez pir ciwan bûm min hîs kir ku jiyan li ber çavên min vemiriye.”

Hedîl bawer dike ku yên zêde zirarê dibînin zarok in û rave dike ku gelek ji wan ji ber dengê gule û teqînan travmayek kûr a psîkolojîk dikşînin, di rewşa tirsê ya domdar de ne û rê li ber şiyana wan a entegrebûna di civakê de digre. Hedîl wiha didomîne: “Zarok hewceyê piştgiriya psîkolojîk û hestiyarî ne. Şer wan ji mafên wan ên herî bingehîn mehrûm kiriye. Dibistan û qadên lîstikê hatine girtin û zarokatî ne wekî berê ye. Niha zarok bi pirsgirêkên ji temenê xwe mezintir re rû bi rû dimînin. Bermahiyên şer rojane gefê li zarokan dixwin, ji ber ku derketina derve ji bo lîstikê ji ber mayîn û teqemeniyên neteqiyayî vediguhere trajediyê.”

‘Şer zarokatiya me jî dizî’

Şeyma Elî ya 16 salî rave kir ku ew di 29’ê Gulana 2017’an de ji ber şer birîndar bûye. Birîndarî bû sedema qutkirina lingê wê yê rastê. Wê wiha got: "Vê seqetiyê ez ji tevgera normal bêpar hişt im û rê li ber min girt ku ez xwendina xwe nedomînim. Wê ez ji gelek çalakiyên ku divê ez wekî zarokek kêf û jiyanê jê bigrim dûr xist.”

Şeyma di berdewamiya axaftina xwe de rave dikir ku birîndarî li nêzî mala wan çêbûye û destnîşan kir ku hinek zarokên din jî di wê demê de li gel wê bûn. Wan kêliyên ku bi êş dagirtîne wiha bibîr tîne: “Zarokek hat kuştin, du zarokên din jî birîndar bûn. Yek ji wan li lingê xwe ji ber perçeyan birîndar bû û yê din jî bi birînên curbecur birîndar bû.”

Şeyma Elî tekez dike ku şer ne tenê li ser laşê wê şopa xwe hiştiye, di heman demê de xewn û zarokatiya wê jî têk biriye. Wê rave kir ku zarokên Yemenî heta roja îro bi encamên şer re dijîn. Şeyma wiha tîne ziman: “Dema ku em li zarokên li welatên din dinêrin, em xemgîn dibin ji ber ku ew bi aştî dilîzin û bi azadî û ewlehî dijîn, lê di heman demê de me zarokatiya xwe di nav tirsê de jiyaye. Em ji dengê top û guleyan ditirsiyan. Her ku me dengê teqînekê dibihîst, em ber bi malên xwe ve diçûn da ku ewlehiyê bibînin.”

Hejmar xetera berdewam piştrast dikin

Tevî zêdetirî çar salan agirbesta bi navbeynkariya NY ya Nîsana 2022’an jî; heta niha mayîn û teqemeniyên neteqiyayî li Yemenê dibin sedema jiyana sivîlan.

Li gorî analîzek ji hêla “Save the Children” ,“Zaokan biparêzin” ve, ji destpêka agirbestê ve hezar û 182 zarok hatine kuştin an birîndar bûne, di nava wan de 339 kes hatine kuştin û 843 birîndar bûne. Ev hejmarên piştrastkirî jî ji ber topbaran, gulebaran, mayînên bejayî û bermahiyên din ên şer in.

Agahî eşkere dikin ku 511 zarok ku nêzî nîvê kuştiyan in, ji ber mayîn û teqemeniyên neteqiyayî hatine kuştin an birîndarkirin, ev yek nîşan dide ku xetere bi kêmbûna operasyonên leşkerî bi dawî nebûye.

Agahiyên UNICEF’ê jî her wiha nîşan didin ku ji sedî 12,5 ji zarokên di navbera 5 û 14 salî de dixebitin, ev hejmar li deverên gundewarî ku hebûna bermahiyên şer bêhtir e, digihîje ji sedî 15,4. Pisporên mafên mirovan piştrast dikin ku zarok ji ber meraqa xwe ya xwezayî, yan jî ji ber ku neçar in şivantiya ajalan bikin, berhevkirina darên ji bo agir, an jî metalên bermahî de bixebitin jiyana wan di xeterê de ye. Ji ber ku ew kar wan ber bi deverên ku bi bermahiyên şer qirêj bûne ve dibin.

Zarokên koçber ên herî lawaz in

Pisporên mafên mirovan piştrast dikin ku zarokên bêwar herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibin. Piştî ku mal û dibistanên xwe winda kirine, neçar mane birevin deverên nenas ku bermahiyên şer lê kom bûne û di navbera derpêça xizaniyê û mirinê de asê mane.

Save the Children destnîşan dike ku malbatên bêwar ên li kampên demkî yan avahiyên wêrankirî dijîn, ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar in û zarokên xwe neçar dikin ku di şert û mercên dijwar û pir caran xeternak de bixebitin.

Pispor hişyar dikin ku ev rastî hevgirtinek xeternak di navbera xizaniyê û bermahiyên şer de nîşan dide. Berhevkirina metalên bermahî yek ji karên herî gelemperî di nava zarokên xizan de ye. Pir caran, zarok direvin deverên ku meydanên şer bûn, teqemeniyên neteqiyayî û mayînên bejahî lê mane. Tora Yemenê ya Maf û Azadiyan texmîn dike ku 693 kes ji ber teqînan seqetiyên daîmî kişandine, di nav de 252 jêkirin ku piraniya wan zarokên di berhevkirina metalên bermahî yan berhevkirina darên ji bo şewatê de dixebitin, an jî li deverên bê ewle dilîstin bûn.