Li Xezayê li dijî tundiya li ser jinan kampanyaya çapemeniyê

Berdewamkirina kampanyayên medyayê di tevahiya salê de, ji bo zexta li ser biryardêran bû hewldana dîtina zagonên ku piştgiriya afirandina jîngehek ewledar ji jinan re dikin.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Saziyên li Xezayê bi riya radyo û televîzyonê, yan jî bi riya malperên torên dijîtal, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan, gelek kampanyayên çapemeniyê dan destpêkirin.

Koordînatora Komeleya Lêkolînên Femînîst Ehed Bûkera der barê kampanyayên çapemeniyê yên ku ji aliyê rêxistinên jinan ve li Xezayê hatine destpêkirin de wiha got: “Komele di tevahiya salê de ji bo ku bigihîje jinên ku rastî tundiyê hatine gelek kampanyayên çapemeniyê û dîjîtal da destpêkirin. Di heyama niha de, em projeya xurtkirina parastina jinan, bi armanca parastina jinên tûşî krîz û karesatên demdirêj bûne dikin. Li gor destûrên ku ji aliyê mafên mirovan û zagonên mirovî yên navdewletî ve ketine bin temînatê, temam dikin. Kampanya di çarçoveya projeya Însiyatîfa Ji bo Te de ku însiyatîfeke ji pêdiviya civakê derdikeve. Di pîrozkirina kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî ya li dijî jinan li Xezayê.”

‘Hewl didin bi kampanyayê jinan ji qanûnên navneteweyî agahdar bikin’

Ehed Bûkera da zanîn ku belgeyek îdiayê hatiye îmzekirin ku tê de 400 îmze hene piştgiriyê didin avakirina xalek diyar a ji bo pêşwazîkirina jinên ku rastî tundiyê hatine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kampanyayên çapemeniyê her dem bi gavên pratîkî yên bi rûniştin, daxwaz û nobetê tên temsîlkirin, ji bo zextê li biryarderan bikin û bi armanca başkirina şert û mercên jinan û ronîkirina pirsgirêkên wan pêk tên. Armanca van kampanyayan teşwîqkirina çanda nehiştina tundiyê û aştiyane, perwerdekirina jinan di warê mafên wan û agahdarkirina wan ji qanûnên navneteweyî ye.”

Têkildarî kampanyayên ku ji aliyê Komeleya Eyşe ya Jin û Zarokan ve hatine destpêkirin, Koordînatora Komeleyê Hîba El-Denef wiha anî ziman: “Komeleyê di heyama sala 2022’an de gelek kampanyayên medyayê dan destpêkirin, di nav wan de kampanyaya Cedayil Werd ku der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bû heye. Her wiha komeleyê ji bo parastina parêzvanên mafên jin û zarokan kampanyayek da destpêkirin û ji bo parastina jinan û mafên wan gelek tişt kirin. Ev kampanya li gorî plansaziya stratejîk a komeleyê û cewherê projeyên ku di heyamên cuda de tên meşandin, di çarçoveya plansaziyek yekgirtî de li gorî dîtin û armancan pêk tê. Jin her dem bi van kampanyayên li ser medyaya dîjîtal bi erênî tevdigerin.”

‘Bi kampanayê armanc guhertina refdarên civakê ye’

Koordînatora ragihandinê ya Yekitiya Komîteyên Jinan Îslam Ebû El-Hewa jî eşkere kir ku armanca kampanyayan guhertina reftarên civakê, ji bo kêmkirina tundiyê ye, di heman demê de hişyarkirina jinan ji bo parastina xwe ya fizîkî, derûnî û tenduristî bikin da ku karibin van pirsgirêkan derbas bikin. Îslam El-Hewa got: “Ev kampanya bi hemû awayan, çi nivîskî, çi dengî, çi dîtbarî û çi dîjîtal, hatine birêvebirin da ku bigihîjin hemû jinan û alîkariya wan bikin, mafên xwe bi dest bixin. Ev kampanya li gorî hewcedariyên jinan pêk tên û tevahiya salê bênavber xebat li ser wan tên meşandin. Tevî hemû zehmetiyên ku rû bidin, çi ji aliyê civakê û çi ji aliyên din ve divê xebat li ser van kampanyayan bidome.”