Li xeta agir a Til Temirê mal ji bo zarokan bûne dibistan

Mamoste Emîna Mihemed a li gundê Bab El-Ferec ê Til Temir ku di xeta agir de ye şagirtên refê seretayî perwerde dike dibêje ku ji ber êrîşan dibistan hatine topbaran kirin, ji lewra ew neçar mane malan veguherînin dibistan û perwerdeya zarokan bidomînin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan binpêkirinên dijmirovî û exlaqî li dijî sivîlan, binesaziya herêmê, meclisên ku xizmeta şêniyan dikirin hedef girtin. Heya gihişt asta ku dibistanên ku qedexe ye di tu şeran de were hedefgirtin, topbarankirin û bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar hiştin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda şerê gel ê şoreşgerî her ku diçe pêşdikeve. Gel li vir li gorî şerê heyî xwe rêxistin dikin û bi hev re pêdiviyên jiyanî diafirînin. Di heman wextê de jî ji zanista xwe dûr nakevin, bi çi rê û rêbazan jî be wê xwe zana bikin û li kêleka wê jî ber xwe bidin, ji xwe berxwedanî zanistek jêre lazime. Li kêleka gel, zarok jî ji şerê ku rû dide bandor dibin. Şagirtên ku ji refê xwe yê xwendinê dûr ketibûn, du sal in vegeriyane textebendê xwe û li ser depê pêşeroja xwe diyar dikin. Bi pênûsa xwe hêvî û xeyalên xwe xêz dikin.

Gundên xeta Til Temir malên xwe ji bo zarokên xwe xistine dibistan

Li gorî Komîteya Rêvebirina dibistanan 18 dibistan di xeta agir ya gundewarên Til Temirê de ne, ji wan 6 hatine topbarankirin. Her wiha wekî alternatîfa dibistanan, Komîteya Rêvebirina Dibistanan a navçeya Til Temirê bi hevkariya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi alîkariya şêniyan 7 mal li 7 gundan weke dibistan hatine vekirin û şagirt lê dixwînin. Hêjayî gotinê ye ku hejmara xwendekarên 7 dibistanan di xeta agir de ji seretayî û navîn gihiştiye: 173'an. Ji bo ku em rewşa dibistana gundê Bab El-Ferec a ku li bakurî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dikeve xeta agir de nas bikin, me berê xwe da gund û Mamoste Emîne Mihemed ji me re rewş nirxand.

"Ji bo parastina giyanê zarokan ji topbaranê, perwerde hat rawestandin"

Emîne Mihemed di destpêka axaftina xwe de behsa binpêkirinên dewleta tirk a dagirker dike û wiha got: "Ji ber ku gundê me dikeve xeta cebhê de û dibistana gund ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye topbarankirin, em neçar man ku perwerdeya şagirtan rawestînin. Şagirtan piştî êrîşa li ser Serêkaniyê jî heya 3 mehan jî dihatin perwerdeya xwe didîtin, lê ji ber ku carekê din dibistan hat topbaran kirin, vê carê em neçar man ji bo parastina şagirtan ji xereriyê bi temamî xwendinê rawestînin. Dewleta tirk bi hedefgirtina dibistanan hemû zagonên navdewletî û hevpeyman binpêkirin, ji ber dibistan cihê fêrbûna şagirtan e ne baragehên leşkerî ne ku wê topbaran bike."

"Di nava şer de me alternatîf avakir"

Emîne Mihemed da zanîn ku ji bo şagirt zanatir bibin alternatîf avakirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şer neqediya û şagirtên ku li malên xwe rûniştîbûn jî bêriya dibistana xwe dikirin û dixwestin dîsa di refê de li cem hevalên xwe perwerdeya xwe bidomînin. Lê di vê pêvajoyê de jî em jî ranewestiyan, di demekê de ku top dibariyan em ji bo perwerdeya şagirtan li alternatîfan digeriyan. Ji lewra li gundê Bab El-Ferec malbatekê mala xwe pêşkêşî me kir ku wekî dibistan were bikaranîn. Mal jî ji axê ye û temenê wê jî zêdetirî 15 sala ye, mirov bike neke kelpîçên wê dirizin, ji lewra li gorî derfetên heyî me ew mal sererast kir û Komîteya Rêvebirina Dibistanan textebend û dep û gelek pêwîstiyên din jî dan û wisa me dest bi perwerdeya sala 2021-2022'an kir. Niha em malê wekî dibistanê bikar tînin."

"Li gorî rewşa şer pêvajoya xwendinê didome"

Emîne Mihemed bal kişand ser pêvajoya xwendinê ku di xeta agir de çawa derbas dibe û wiha dom kir: "Li gorî rewşa şer pêvajoya xwendinê dirêj dike, roja ku topbaran hebe em nahêlin ku zarok werin dibistanê, roja ku nebe jî em roja xwe bi waneyên dagirtî derbas dikin. Rewşa şer dirêj kir, di van du salan de jî pir gunehe ku zarok nikarîbin navê xwe binivisînin ango tîpan nas bikin. Ji lewra pêwistî hebû ku em nesekinin û pêvajoya xwendinê bidomînin. Fêrbûn tiştekî girîng e ku li kuderê dibe bila bibe, ji ber zanist bingehê hemû civakan e, ji lewra bi qasî nan û avê girîng e. Ruxmî hemû zehmetî û êrîşan em ê perwerdeya şagirtan bidomînin."

"Zagon û hevpeymanên navdewletî tê binpêkirin"

Emîne Mihemed da payin ku dewleta tirk a dagirker zagonên navdewletî bin pê dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li vir binpêkirin ji zagon û hevpeymanên navdewletî re heye, ji mafê zarok e ku di dibistanê de bixwîne û perwerdeya xwe bibîne. Lê dema ku dewleta tirk vî mafê wê/î jê digre û dibistana wan topbaran dike ev tê wateya ku dewleta tirk eşkere û li ber çavên cîhanê zagonên navdewletî binpê dike. Xeterî li ser jiyana zarokan çêdibe û ev yek divê ku neyê qebûl kirin."

"Vekirina dibistanê alîkarî da derûniya zarokan"

Emîne Mihemed kelecana zarokan a fêrbûnê û berê xwe dana dibistanê wiha anî ziman: "Xwesteka zarokan a fêrbûnê û dîtina waneyan heye û pir li pêş e jî. Her roj tên dibistanê, rojekê jî nehiştine ku waneyek ji wan here. Ruxmî ku êrîş çêdibin jî lê ew hêvî û kelecana dilê zarokan de kêm nebûye tevî ku nediyare kîjan kêliyê de topbaran çêbibe. Şagirt hez dikin ku fêr bibin û êdî bi rewşê re hatine û fêr bûne ku di nava şer de ne lê divê ku bixwînin jî. A din jî şer bandorekê wê pir mezin û xurt li ser piskilojiya zarokan çêbûye, vekirina dibistanê hinekî alîkarî da wan ku dûrî piskilojiya şer bikevin. Heman wextê de jî bandor li ser lîstokên zarokan kiriye, piraniya lîstokên wan bûye top, balafir û çek. Di roja me ya niha de lîstokên zarokan rastiya ku dijîn, diteyisînin û danûstendinên wan bi hevre jî vê yekê piştrast dike."

"Em û şagirt ji bo nifşek zana û pêşerojek ronî li ber xwe didin"

Emîne Mihemed da xuya kirin ku ew tenê waneyên girîng û yên pêwîst didin şagirtan û wiha behsa dibistanê kir: "Dibistana me ji 4 odeyan û 6 refan pêk tê û tenê pêvajoya seretayî ye. Pirtûkên ku em waneyan jê didin jî Zimanê Erebî, Zaniyarî, Civak û Jiyan, Bîrkarî û Spor e. Ji ber ku me îsal dest bi xwendinê kiriye, em nikarin hemû waneyan bidin ji ber ku nêzî sal û nîvekê şagirt ji dibistanê qut bûbû, ji ber wê jî em li gorî têghiştinê wan waneyan didin. Heman wextê de jî malbatên zarokan bi mere alîkar in. Dibistan di demsala zivistanî de dilopan dike, ji ber temenê vê malê zêdetirî 15 sal in. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî lê em û şagirtan ji bo nifşekî zana û pêşerojeke ronî ber xwe didin."