Li Tûnisê zarokên keç ji perwerdeyê bêpar in!

Zarokên keç ên Tûnisê tevî ku ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar tên hiştin jî serî li ber biryarên civakê natewînin û ji bo pêşarojeke baş, hînî hunerên destan dibin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Zarokên keç û jinên ciwan ên Tûnisê yên ji perwerdeyê bêpar tên hiştin, li dijî civaka ku hewl dide biryardarî û îradeya wan bişkîne derdikevin û xwe hînî hunerên destan dikin.

Li gorî rapora Mala Çavdêriya Lêkolîn û Dokumantasyon, Dokûmantasyon a Zanîn, Perwerde ya Têkildarî Parastina Mafên Zarokan a sala  2022’yan, li Tûnisê her sal zêdetirî wan ên keç 100 hezar kes dest ji dibistanê berdidin. Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku zarokên keç ên dest ji dibistanê berdane, ji aliyê zayendî û aborî ve mafê wan hatine binpêkirin, li dijî bûyerên bazirganiya mafên mirovan bê parastin in.

Samîra Bshabsha, ya 15 salî yek zarokên ku hewl dide xwe bi pêş bixe ye. Samîra Bshabsha, li ser parçeyek qumaş bi ta nexşan çêdike û bi konsantrasyoneke mezin hewl dide karê xwe bi baldarî bike.

Samîra Bshabsha, berê li Navenda Jinan a li Kaîrounê ya ji bo zarokên keç ên dest ji dibistanê berdane perwerde dide bûbû. Ji bo ku ji xwe re karekî bibîne û sertîkafeyek bigre bi rêkûpêk li ser dersên xwe dixebite.

Xeyalên wê nîvî man

Samîra Bshabsha, li ser beşdariya xwe ya bernameyan wiha got: "Her çendî ji bo bikaribim zanîngehê bixwînim perwerdeya xwe didomînim jî ji ber mirina bavê min û rewşa dayika min a nebaş, vê xeyala min nîvî ma. Ji ber rewşa tendirustiya bavê xwe neçar mam dest ji dibistanê berdim. Ez pir bi ber vê rewşê ketim lê bêhêvî nemam. Min hewl da li riyeke ku ji malbata min û min re bibe alîkarî bigerim. Piştî ku min navê vê bernameyê bihîst, min biryar da xwe hînî hunerek bikim. Bi saya vê hem di warê madî de min qezenc kir hem jî ji nû ve dest bi dibistanê kir.”

‘Civak adil nîn e’

Amal Suhaylî ya 12 salî jî ji bo ku du birayên wê bikaribin bixwînin dest ji dibistanê berdaye û li malê dimîne. Amal Suyahlî piştî ku beşdarî bernameyê bûye, careke din bi jiyanê re li hev hatiye. Amal dibêje ku bi saya karê ku dike hem gelek hevalên wê çêbûne hem jî hînî hunerê bûye û dibêje: “Civak adil nîn e loma ez nikaribûm perwerdeya xwe bidomînim lê baş e ku ez hînî vê hunerê bûm, bi vê yekê careke din baweriya min çêbû. Ji bo ji malbatê re nebim bar û di pêşerojê de nebim jineke ku xwendin û nivîsandinê nizane, beşdarî vê bernameyê bûm, min dersên xwendin û nivîsandinê dît.”

Ji bo jin û zarokên keç piştgirî tê dayîn

Koordînatora herêmê ya bernameya ji bo zarokên keç ên dest ji dibistanê berdane Maryam Dimassî jî diyar kir ku vê bernameyê keçên ciwan bi bazara kar ve entegre dike û di warê hunerî de wan hînî berhemdariyê dike. Maryam Dimassî, wiha got: “Li bajarê Kairouanê 7 navendên weke yên dirûtinê û weke din ku hunera destan hîn dikin hene. Mala Jinan bi qasî 170 û 250 zarokên keç re hem xwendin û nivîsandinê hîn dike hem jî bi terzê nûjen û kevneşopî huneran hîn dike. Di hinek rewşan de jî ji bo jinên 30 salî yên ku dixwazin hînî berhemên destan bibin û dersan bixebitin, em perwerdeyê didin. Bernameyê beriya çend salan dest pê kir. Her ku bername zêde dibin, daxwaz jî pê re zêde dibin.”

Zarokên keç ji bo perwerdeyê bi îsrar in

Maryam Dimassî, li ser plana bernameya perwerdeyê wiha dibêje: “Di bernameyê de serê sibehan dersên dirûtinê tên dayîn dûre navber didin, dûre jî li ber şagirdan tê hînkirin dê çawa ji kesên bi temenê xwe ji wan mezintir re perwerdeyê bidin. Di dawiya bernameya perwerdeyê de, sertîfîkayan didin zarokên keç. Zarokên keç di warê hînbûyîna hunerên destan de pir bi îsrar in. Ên ku sertîfîkayên xwe girtine û ji xwe re atolye vekirine hene, ên di fabrîkayan de dixebitin jî. Kesên beşdar dibin gelek ji wan ji ber rewşa madî ya malbatên xwe, nexwendine û ji herêm gundewar in. Ji ber ku li gundewaran mesrefên perwerdeyê nayên dayîn, malbat tenê zarokên xwe yên kur didin xwendin. Zarokên keç jî ji ber vê yekê ji perwerdeyê bêpar dimînin.”