Li Tunisê mezûnên ku bêkar in bang li rayedaran dikin

Li Tunisê bêkariya jinên xwedî bawernameyên bilind xerabtir bûye, gihîştiye ji sedî 31.6’an û piştî mezûnbûnê jî dom kiriye. Jin dibêjin “Şoreşê dirûşmeyên “Kar, Azadî û Rûmeta Neteweyî” bilind kir.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tunis – Rewşa mezûnên jin ên bêkar, ji ber zêdebûna lêçûnên jiyanê û nekarîna wan a li hember enflasyonê bighîje asta herî bilind. Gelek ji wan bi salan e ku xwe dispêrin piştgiriya malbatê, bê ku ti rêyek rastîn hebe ku lêçûnên xwe bidin.

Ev rewşa nebaş gelek jinan neçar kiriye ku tenê ji bo ku bi barên jiyanê re mijûl bibin û rûmeta xwe biparêzin, karên nearam qebûl bikin. Lê pirsa ku gelek ji wan dipirsin ev e: “Em ê heta kengî bi vî rengî bijîn?”

Dilovanî û rûreşbûn

Nûr El Houda Gharslaouî, ku ji sala 2003’an vir ve mamosteya zimanê çînî ye, dibêje: “Ez 23 sal in bêkar im, mîna bi hezaran mezûnên din ên jin li seranserê Tunisê ku bi bêkariyê re rûbirû ne û ji nebûna pêdiviyên herî bingehîn ên ji bo jiyanek baş dikşînin.”

Nûr El Houda da zanîn ku di dema xwendina xwe de bi hêviya ku piştî mezûnbûnê berhemên keda xwe bibînin, şevên bêxew derbas kirine û şikestina xeyalên wan, bi van gotinan anî ziman: “Lê me xwe bi rastiya bêkariyê re rûbirû dît. Em di bin giraniya nihêrtinên dilovanî û girêdayîbûna bi zorê ya ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe de dijîn. Heta zarokên me jî bi bêgunehiya êşdar ji me dipirsin: ‘Ger em nekarin bi bawernameyên xwe bixebitin, çima me xwend?’ Em çawa dikarin wan ji nirxa perwerdehiyê razî bikin dema ku em nekarin bawernameyên xwe jî bikar bînin?”

Nûr El Houda Gharslaouî destnîşan kir ku ev hestên dijwar ne tenê yên wê ne; ew îro ji Bizerte li bakur bigire heya Ben Guerdane li başûr, ji hêla her mezûnek zanîngehê ya bêkar ve têne jiyîn.

Karên bê ewle

Mezûnek di analîza projeyan û şêwirmendiya aborî de ku sêwirana modayê jî xwendiye, Wîdad Hamamî ye. Wê jî ragihand ku tevî jêhatîbûnên xwe yên cûrbecûr, ev 16 sal in bêkar e û wiha domand: “Ez neçar mam ku bêyî xebera malbata xwe di karên bê ewle de bixebitim. Ji ber ku zarokek min bi astima giran ketiye. Hewceyî derman û mayînên pir caran li nexweşxaneyê ye. Ev yek jî neçar dike ku lêçûnên dermankirinê bi her awayî bidim.”

Wîdad diyar kir ku gelek mezûnên zanîngehê yên jin, piştî xwendina bi salan, xebata dijwar û hêviya ji bo pêşerojek çêtir, tenê bi yek vebijarkek ji bo têkoşîna li dijî bêkariyê re rûbirû dimînin û wiha got: “Ev jî, qebûlkirina karên bê ewle yên wekî karê malê, paqijî, an karên din ên bi vî rengî ye. Ez van karan kêm nakim, lê ew ji bo kesekî ku bi salan li dibistanê, ji dibistana seretayî bigre heya zanîngehê, derbas kiriye ne guncaw in.”

Wîdad ji ber bêkariyê stresek psîkolojîk a girîng dikşîne û bang li rayedaran dike ku qanûnên ku mafê kar û rûmeta mezûnên jin mîsoger dikin, pêk bînin.

Dosyaya kar di navbera soz û manîpulasyonê de

Sara Trabelsî da zanîn ku ji sala 2008’an vir ve bêkar e û wiha domand: “Tevî ku min bawernameyek di Rêveberiya Sepandî û Rêveberiya Karsaziyê de stendiye. Şoreşê dirûşmeyên “Kar, Azadî û Rûmeta Neteweyî” bilind kir, lê mezûn bi salan e ji paşguhkirin û rêjeyên bêkariyê yên bilind dikşînin, bêyî ku çareseriyek rastîn hebe. Hikûmet, serok û partî hatine û çûne, lê mijara karê mezûnên zanîngehê wek qadeke manîpulasyon û paşxistinê maye.”

Sara Trabelsî destnîşan kir ku rewşa aborî ya ‘fetisîn’ a heyî, ji ber bihayên zêde, ji bo kesên ku mûçe hene jî ne mumkin e ku bi rûmet bijîn. Sara dipirse, “Ger kesek ku mûçe heye nikaribe lêçûnên xwe bide, çawa kesek bê dahat dikare bijî?” Ew daxwaza aktîfkirina Qanûna Hejmar 18 dike da ku rûmeta mezûnên ku bêkariya wan dirêj bûye mîsoger bike.

Tevî cudahiyên di çîrokên wan de, xala hevpar di navbera bi hezaran mezûnên jin ên bêkar de, lêgerîna domdar a derfetek hêjayî salên xwendin û xebata wan a dijwar dimîne. Êş êdî ne tenê hejmarên di raporên fermî de ne, her wiha rastiyek rojane ye ku barê jinan diêşîne û wan ber bi çareseriyên demkî ve dibe ku rûmeta wan naparêze û şiyanên wan bikar nayne.