Li Tunisê ji bo jinên rastî tundiyê tên stargehek bi ewle

Komîteya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyê ya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê û Navenda Guhdarîkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê ji salên 1990’î ve ji bo guh bidin jinên mexdûrên şîdetê yên li Tûnisê û çareseriyan ji pirsgirêkên wan re bibînin xebat dikin.

ZOUHOUR MECHERGU

Tûnis – Li Tûnisê, jinên ji komên civakî û temenên cuda ji bo ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bibînin diçin navenda guhdarîkirinê. Komîteya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiyê ya Komeleyên Jinên Demokratîk ên Tûnisê û Navenda Guhdarîkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê di sala 1993’an de hat avakirin û bû yekemîn navenda li Tûnisê. Ev navend di demekê de ku diyardeya tundiya li ser jinan hat bêdengkirin û cihê axaftinê nemabû û hikûmetê tundiya li ser jinan nas nedikir de bi armanca ku bibe stargehek jinan hat avakirin.

Dest bi kampanyayekê kirin

Seroka Komîteya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyê û Navenda Guhdarîkirina Jinên Mexdûrên Şîdetê Jalila Zinaidi got, “Navend wê demê piştî mirina keçeke 11 salî ya li Tûnisê, hat avakirin. Keçik ji aliyê malbatê ve ji malê tê derxistin, rastî destavêtinê tê û rastî tundiya civakî tê. Wê demê komeleyê ji bo piştgirîkirina keç û jinên ku rastî tundiyê tên, kampanyayek mezin da destpêkirin. Bi vî awayî navenda ku gelek xizmetê ji jinan re dike, di sala 1993’an de hat avakirin.”

Piştgiriya hiqûqî û derûnî

Jalila Zinaidi diyar kir ku dema mexdûrekê tundiyê tê navendê destpêkê li wê guhdar dikin û wiha got: “Weke qonaxa duyemîn em ji bo nîqaşkirina pirsgirêkê bi pisporekî re rojek diyar dikin. Em piştgiriya derûnî û rêbernameya qanûnî peyda dikin da ku daxwazên wan bêyî ferzkirin û zextan fam bikin. Beşa derûnî girîng e ji ber ku girîng e êşa bûyerê û encamên qezayê derbas bibe, rêyên berxwedanê were dîtin û bikaribe ji bin bandora neyînî ya bûyerê derkeve. Di navendê de, ji bo derbaskirina êşên mexdûran pisporên jêhatî yên di warê psîkolojiya civakî û yasayê de hene ku bikaribin alîkarî û rehabîlîtasyonê bikin.” Jalila Zinaidi her wiha got, navend alîkariya qanûnî dide jinên mexdûr.

Gelek navend vekirin

Jalila Zinaidi da zanîn ku ew keçên temenbiçûk bi dê û bavên wan re qebûl dike û got, “Gelek caran dibin mexdûrên şîdet û destavêtinê. Dayik jî bêhna xwe dide, rênîşan dide û mudaxele dike. Ji Nûnertiya Parastina Zarokan re der barê dozên ku zarok bi wan re rû bi rû mane tê agahdarkirin, lê ger keçên ciwan werin navendê, Wezareta Jinê bi nivîskî tê agahdarkirin ku dozan pêşkêş bike, mudaxele bike û di nav rêxistinên cuda de hevrêz bike. Ev ji bo çareserkirina pirsgirêkê tê kirin." Jalila Zinaidi bal kişand ku navendê piştî sê salan şaxên xwe li parêzgehên cuda yên mîna Sfax, Sousse û Kairouan vekir û got, "Bi hezaran jin navendê wekî penageheke ewle dibînin."