'Li şûna her topekê em ê sed qozik pembû biçînin'

Rewda Hemdo a ku her berbang berî dide zeviyên gundê Til Tewîl û zêrê spî berhev dikin dibêje ku ew ê li şûna her topekê sed qozik pembû biçînin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk gundên Bobî, Mişêrfe û Reibat ên Zirganê bombebaran kir û 5 jinên li zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.  Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên hewayî û toparanan ku gundewarên rojavayî Til Temirê, sivîl bi her awayî û di her ziraviyên şer û êrîşan de, rêya berxwedanê hilbijartine. Gundê Til Tewîl ê Aşûrî ku rojavayî navçeya Til Temirê dikeve 4 sal û ketiya sala pêncan bi êrîşên herî dijwar yê dewleta Tirk re rûbirû ye. Rûberên mezin ji erdê gund erdekî çandiniyê ye, ruxmî xeteriya êrîşan û barîna topan lê hîn jî cotkar zeviyên xwe li gorî demsalê di navbera ceh, genim û pembû de diçîne.

Çandinî bû beşek ji berxwedanê

Domandina çandiniyê rûyeke din ji berxwedaniyê ye û peyama herî zelal a xwediyên axê ku di bin barîna topan de jiyana xwe dihûnin û şevên xwe dirêsînin, ji dagirkeriyê re ye. Reşandina her tovekê li ser axa Mezopotamiya axa dapîr û bapîran, tovên welatparêziyê pê re tên çandin û dikeve kûrahiya wê de û ewqasê rehên mayina mirovên resen xurtir dibin.

Rastiyeke ku heta niha nehatiye ziman heye, lê her kes pê dizane ku ew nebe berxwedanî wateya xwe nade. Li ser vê axê her du zayend hevdû temam dikin, lê zayendek ji yê din bêtir ked dide û rol dilîze. Mayina jinan li gundên seranserî xetên agir tê wateya ku jin a ku hiştiye heta niha gund ji mirovan neyên valakirin û wekî gundên çol û terikandî lê neyê nêrîn. Hebûna jinan hiştiye ku îro li dijî dagirker û êrîşan her kes bi bertek bin û daxwaza mafê xwe bikin.

Jin wekî perperîkên rengîn li her derê tên dîtin. Dema ku em derbasî gundê Til Tewîl ê Aşûrî dibûn, li aliyê rastî rê zeviyên pembû hebû û di nav de çend kes jê 3 jin û zarok jî hebûn. Her berbang xwe amade dikin, cil û lepikên xwe yê kar li xwe dikin û ji gundê Til Gerabêt bi tirs û hêvî ku tevlîhev dibe, berê gavên xwe didin gundê Til Tewîl ku her du jî gundên xeta agir in.

Di nav topan de berhevkirina zêrê spî

Rewda Hemdo a 30 salî ku rojane ew jî diçe karê pembû derbarê karê xwe de axivî û da zanîn ku çûyîna çandiniyê di bin êriş û topbarana dewleta Tirk de bûye beşek ji berxwedana wan.

Rewda Hemdo got ku ew nêzî heyvekê ne dest bi berhevkirina pembû kirine û wiha dom kir: "Dema ku topbaran çêdibe, ji bo parastina xwe em gavan paşde davêjin û vedigerin malên xwe. Lê ku topbaran radiweste, em careke din berî didin zevî û berhevkirina pembû yê nîvço ma û didomînin."

Êrîş û binpêkirin

Li ser pirsa ku dema berhevkirina pembû de topbaran çêdibe ya na, Rewda Hemdo wiha bersiv da û got: "Raste, topbaran çêdibe û piranî jî li ser gundê Tewîla, Dişîşa û Um El-Kêf in. Tirsek ji topbaranan tê avakirin, em tev zarokên me, kesên temen mezin û heta lawirên me jî, em hemû wan êrîşan jiyan dikin. Ji ber topbarana ez behsa wê dikim hema bêje rojan e çêdibe. Êrîşa çêdibe zirarê ne tenê dide mirovan, li çandiniyê û xwezayê jî dike."

'Em ê li şûna her topekê sed qozik pembû biçînin'

Rewda Hemdo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Li şûna her topekê li axa me dikeve, em ê sed qozik pembû biçînin. Em li vir in, naçin deverek din."

Piştî qedandina dema berhevkirina pembû, karkerên jin çayê vedixwin. Dayika ku zaroka xwe bi xwere anî ye û di berhevkirina pembû de wê di paşila xwe de radike wê dimêjîne û wiha karê wan ê îroj diqede û vedigerin malên xwe heta roja din. Ruxmî êrîşan rûkeniya jinan dida ser qeliş û birîna destên wan yên esmer.