Li Sûdanê darvekirina jinek bû sedema hêrsa jinan

Jinên Sûdanî binpêkirinên giran ên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li dijî jinan li Darfûrê hatine kirin şermezar kirin û bang li rayedarên têkildar kirin ku tavilê mudaxele bikin da ku van pêkanînan rawestînin û mafên jinan mîsoger bikin.

Eya Îbrahîm

Sûdan – Şermezarkirina jinên Sûdanî ya binpêkirinên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin, gihîşt asteke bilind. Piştî bûyerek tirsnak ku li ser medyaya civakî bi berfirehî hate parvekirin, jin rabûn ser piyan. Di dîmena ku tê parvekirin de jinek ji Darfûrê ji hêla leşkerekî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê darvekirin. Dîmen, êşa mezin a ku jinên li Darfûrê dijîn nîşan dide.

Daxwaza bicîhanîna yasayên parastina jinan

Rojnamevan Mayî Mansour tekez kir ku jinên Sûdanî êş û azarên hevpîşeyên xwe yên li seranserê welêt hîs dikin. Maî xemgîniya xwe ya kûr û piştgiriya xwe ya ji bo êş û azarên ku jinên Darfûrî ji ber binpêkirinên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li dijî wan hatine kirin, anî ziman.

Banga ‘Berxwedêr bimînin’

Mayî Mansour bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku qanûnên parastina jinan bicîh bînin. Maî xwest ku bi hevkariya rêxistinên navnetewî, bi rêya kampanyayên hişyarkirinê û peyamên bi bandor, bi baldarî bixebitin da ku binpêkirinên ku jinên li Darfûrê dikişînin bi dawî bikin. Maî her wiha da zanîn ku pêwîst e ev mijar ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya li dijî jinan were ronîkirin û wiha got: “Di van şert û mercan de, yekane rêya binpêkirina mafên jinên li Darfûrê ew e ku meriv bang li wan bike ku gava rastî dijwariyan hatin, xurt û berxwedêr bimînin.”

Jinên Sûdanî yên ku li herêma rojavayê Darfûrê dijîn, ji Nîsana 2023’yan vir ve ji pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de herî zêde bandor bûne. Hêzên Piştgiriya Lezgîn binpêkirinên herî tirsnak li dijî jinan kirine.

Hewldanên berdewam ji bo piştgiriya jinên Darfûrî

Rêvebera Giştî ya Karûbarên Jin û Malbatê ya li Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Civakî, Mahasin Abd El-Haq piştrast kir ku ew ji bo piştgiriya jinên li Darfûrê û alîkariya wan di şert û mercên dijwar ên ku ew pê re rû bi rû dimînin de dixebitin.

Mahasin got ku “Sekreterî bi rêya bernameyên lênêrînê yên li stargehan xizmetên piştgiriya psîkolojîk, bi taybetî ji bo jinên Darfûrî peyda dike” û wiha pê de çû: “Me bi hevkariya rêxistinên neteweyî yên ku li ser pirsgirêkên jinan dixebitin, piştgiriya bi awayekî nefermî jî peyda kiriye.”

Li herêma Darfûrê şer berdewam dike û Hêzên Piştgiriya Lezgîn, El Faşera li Bakurê Darfûrê dorpêç kirine. Jin li wir bi zehmetiyên aborî yên girîng re rûbirû dimînin. Jinên li vir, neçar in ku di şert û mercên dijwar de saetên dirêj bixebitin da ku debara malbatên xwe bikin. Jin ji ber windakirina hezkiriyên xwe û tundûtûjiya ku dibînin, travmaya psîkolojîk dijîn. Ev jî, bandorê li başbûna wan a psîkolojîk dike. Ji ber qada tenduristiyê ya xirab di gihîştina dermankirin û lênihêrîna bijîşkî ya pêwîst de rastî zehmetiyan tên.

Van jinan berxwedanek mezin nîşan dane

Samiya Elî got ku, “Jinên li Darfûrê di pevçûnên ku wan hedef digrin de êşên herî mezin kişandine û hê jî dikşînin. Em emperyalîzma hovane ya ku maf û rûmeta jinan hedef digre şermezar û mehkûm dikin.” Samiya darvekirina jinek a ji aliyê leşkerekî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ya li Darfûrê wekî "provokasyona" li hember hemû jinên Sûdanî bi nav kir û got ku jinê bi qehremanî bersiv daye binpêkirinan. Samiya piştgirî û hevgirtina xwe ya bi jinên li Darfûrê re anî ziman û destnîşan kir ku mafên wan dixwazin. Samiya diyar kir ku di nav van şert û mercên dijwar ên ku bandorê li rûmeta her jinê dikin, ewê bi wan re bin.

Binpêkirinên li Darfûrê helwestek biryardar pêwîst dikin

Rojnamevan Amnê Muhamed jî piştrast kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Darfûrê sivîlan hedef digirin û van binpêkirinan bi tundî şermezar kir. Amna diyar kir ku bûyera dawî û binpêkirinên berê, delîlên eşkere yên vê yekê ne û bi van gotinan bang li parazvanên mafên mirovan kir: “Bila binpêkirinên li dijî sivîlan li Darfûrê tavilê bi dawî bibin. Bila berpirsiyar werin girtin. Piştevaniya bi gel re, gelek awayên piştgiriyê vedihewîne.”