Li Sibaya berxwedêr jiyan ji nû ve ava dibe

Civaka Êzidî ya ku koçberî başûrê Kurdistanê û derveyî welat bûye, her ku keda zarokên xwe yên YBŞ YJŞ û asayişa Êzidxanê dîtin pêl bi pêl vedigerin warên xwe.

EVÎN ZENDA

Şengal – Li Şengalê di Tebaxa 2014’an de fermana li serê Êzidiyan rakirin, wisa ji rêzê nebû lê bi saya gerîlayên azadiyê Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, keç û xortên civaka Êzidî kirin xwedî hêz û ji fermanê heya niha zarokên vê axê warê xwe diparêzin aramiyê ava dikin. Yek jî cihên ku veger lê heye warê lehengan Sîba Şêx Xidir a serhildêr e ku şêniyên wê di fermanê de serê xwe li hember çeteyên DAIŞ’ê netewandin û di berdêla canê xwe de Sibayê parastin. Piştî heşt salan Şêniyên Siba Şêx Xidir vegeriyan warê xwe.

Yek ji şêniyên Sîba Şêx Xidirê dayê Gulê Elî ya dayîka şervanê YBŞ’ê Şehîd Ferhat e û di sala 2017’an de vedigere Şengalê, ji ber ku wê demê hê di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de bû nikare vegere Sîba Şex Xidir lewra li Xanesorê bi cih dibe. Gulê Elî ya dibêje ku piştî ew li ser axa xwe ango Şengalê be, ku derê be jê re ferq nake, destnîşan dike ku divê her devera ku zarokên wan lê xwîn rijandine zindî bikin û lewra berê xwe da gundê xwe yê ku lê mezin bûye û heta dawiyê lê maye.

‘Em ê ruxmê her tiştî warê xwe şîn bikin’

Gulê Elî ya dibêje ku ew  tevahî emrê xwe li Sîba Şêx Xidir derbas kiriye wiha qala rojên beriya fermanê dike; “Sibaya me pir xweş bu lê di fermanê de tev tar û mar kirin. lê çi dibe bila bibe emê cardin warên xwe ava kirin. Ji ber li Sibayê li hember çeteyên DAIŞ’ê lawên me gelek şer kirin divê em jî warên xwe yên berxwedanî lê hatî kirin şîn bikin.”

‘Divê Iraq bi erka xwe rabe’

Gulê Elî ya dibêje ku malên wan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine werankirin wiha didomîne; “Rast e em vegeriyane lê bi rastî zehmetî pir in. Ji ber di fermanê de malên me tev hatin xerakirin û wêrankirin. Em vegeriyane lê alîkariya niha tê kirin tenê ji aliyê meclisên me ve tê kirin. Divê Hikumeta Iraqê ji bo gel tiştek bike. Lê na tiştek nayê kirin berevajî wê em bi deyn derî û pencereyan ji xwe re dikirin. Ev jî zor e ji ber ku hinek malbat hene tiştek wan tune ye. Divê Hikumeta Iraqê bi erka xwe rabe.”

‘Veger riya parastina civakê ye’

Gulê Elî ya diya dike ku zehmetî çi dibin bila bibin, ewê li dijî her zehmetiyê di nav têkoşînê de bin, di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Zehmetî çi dibe bila bibe, em fêrî vê yekê bûne, em dev ji ax û çiyayên xwe bernadin. Divê gelê me tev vegere axa xwe û ji bo avakirina wê kedê bide. Divê gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê bi taybetî vegere ji ber li kampan jiyan nîn e her roj konên wan dişewitînin her wiha zarokên me tên kuştin mêr tên kuştin. Em dizanin ku PDK ji bo gel venegere her tiştî dike. Destur nadin gel vegere lê divê gel guh nede wan û ji bo vegerê her tiştî bike ji ber axa me namûs û şerefa me ye. Vegera li axê riya parastina civaka me ye. Em gelek dixwazin gelê me vegere. Feydeya kesê ji bo me tune ye, bila bên malên xwe çêkin.”