Li ser xetên rûyê wê serpêhatiya 103 salan…

Jin, dayîk û jiyan… sê pêyvên ji heqîqeta gerdûnê û sê rastiyên ku di xetên rûyê xwe de hemû êş, hebûn û hêviyên ji bo pêşerojê diteyisîne. Êmo Gazî ya emrê wê yê 103 salî li ser xetên rûyê wê xuya dike bi hêviya carek din dîtina Rêberê Gelê Kurd dijî.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Êmo Gazî Hec Elî di 1919`an de li gundê Qûçlî yê li Rojavayê Kobanê ji dayik bûye. Êmo ji êla Elîdînî ye û kesayeteke navdar e di Kobanê de ku bi cesaret, zanebûn, hêz, jîrbûn û hwd. tê naskirin. Êmo ji biçûkaniya xwe ve di nava destan û serpêhateyên kurdewarî yên weke Kawayê Hesinkar, Mem û Zîn, Miştenûr û Eyşenûr de mezin bûye. Ji lewre girêdana wê ya bi çand, ziman û nasnameya wê re xûrt bû. Êmo dibêje ku beriya naskirina wê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê agir li girê Miştenûr pê dixist û şahî digerand ku ev rih bi naskirina fikrê azadiyê re kurtir bû.

Ji bo guhdarkirina serpêhatiya 103 salan a Êmo Gazî em ketin rê çûn gel wê. Me xwest em tevahî serpêhatiya wê, hemu kêliyên jiyana wê ya li ser xetên rûyê wê diteyise bi pêyv û hevokên wê jê guhdar bikin. Lê mixabin gelek hurguliyên kêliyên ji jiyana wê nedihat bîra wê. Lê li gel vê yekê jî Êmo Gazî ya ku tenê carek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye tevî emrê xwe yê 103 salan bi coş û kêlecana ku fikrên azadiyê daye wê dijî û dibêje ku yekane daxwaza wê carekê din dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Êmo mînaka jinên bihêz û dayikên Kurd e

Êmo Gazî wiha behsa xwe dike: "Ez 103 salî me û ji gundê Qûşlî me, di kobanê de kesayeteke naskirî me. Bi yekî Qirîşî ji gundê Zelix re zewicîm, hevjînê min gelek xweşik û camêr bû. Ez jî bi tac, rext, işqor û şeir bûm. Çar zarokên min ji biçûkaniyê de mirin, pişt re 4 law û keçikek min çêbûn. Jiyan pir di ber destên me re çû û hat, me xizanî û dewlemendî jî dît. Dema hevjînê min çû ser dilvoniya yezdan ez bi tenê mam, ji ber vê ez gelek bi îsrar û vîn bûm, min ji xwe re digot ma çima mêr dikarin malan xwedî bikin çima ez ê nikaribim. Jin şêra şêran e, dema jin bikin dikarin karê 7 mêran jî birêve bibin. Bila hemû mêr jî vê gotina min bibihîsin."

Di nava destan û serpêhateyên Kurdî de mezin bûye

Êmo Gazî naskirina nasnameya Kurdî û girêdana xwe wiha anî ziman: "Ez hevala hevalan im. Ez ne ji îro ve Kurd im ji berê ve ez Apocî me. Tevî temenê min ê mezin jî ez bi axaftinê, dayîn, standin û tevgerê Kurd im. Min bi qasî jiyanê nas kir, min Kurd jî pê re nas kirin. Di pêşiya Kurdan de digotin, du kesên gelek xirab hebûne ku mêjiyê jin û mêrekî Kurd xwarine. Ciwanekî Kurd ji bo tolhildanê planekê çêdike û ji gundiyên xwe re dibêje em ê biçin gel van herdû kesên xirab û hûn ê xwe tazî bikin. Dema ku gundî diçin û xwe tazî dikin, ev ciwanê Kurd ji nişkava herdû kesên xirab qetil dike û piştre jî bi çepikan agir pêdixe û serkeftina xwe radigihînin. Ji wê demê ve Kurd her dem agir pêdixin û li derdora wê şahiyan li dar dixin. Ji ber vê min xwe nas kir û nekir, min her dem pêşengiya pêxistina agirê li Miştenûrê kiriye. Min şahî û govend birêxistin dikir û pîrozbahiyên xwe li dar dixistin."

"Ez dixwazim temenê min dirêjtir bibe ji bo rêberê xwe bibînim"

Êmo Gazî Hec Elî ya 103 salî tenê yek daxwazekê wê heye, wê daxwaza xwe jî wiha bilêv dike: "Dema rojekê li ser gora min behsa rewşa serxwebûna Kurdistanê bikin, wê hestiyên min di gorê de rehet bibin. Ez ji yezdan her dem daxwaz dikim ku temenê min dirêjtir bibe da ku ez careke din Rêber Apo bibînim. Heger li dawiya dinyayê be jî ez ê mal û milkên xwe bifiroşim ji bo wî bibînim, ji ber min ji exlaq û sekna wî hez kir."