Li ser revandin û tecawiza li dijî jinan li El Faşêrê daxwaza lêpirsînê

Rojnamegerên jin ên Sûdanî, xwestin der barê sûcên ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El-Faşêrê li dijî jinên rojnameger dikin lêpirsîn were vekirin, ji bo rojnamegerên li bajar werin tehliyekirin planeke lezgîn were amadekirin û werin parastin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Li bajar El- Faşêr ê navenda eyaleta Darfûra Bakur, piştî ku bajar di 27’ê Cotmehê de ket destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li dijî rojnamegerên jin, bûyerên kuştin, tecawiz û windakirinê dest pê kirin.

Gelek rojnamegerên jin, sûcên li dijî rojnamegerên li El-Faşêrê şermezar kirin, xwestin van kiryaran bidawî bibin. Di daxuyaniya Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê ya têkildarî rewşa li bajar de wiha hat gotin: “Beriya ku pevçûn dest pê bikin, li El-Faşêrê nêzî 20 rojnameger hebûn; 12 ji wan dikaribûn derbikevin û bigihîjin bajarê Tulaylayê lê 5 rojnameger hê jî di destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ne û dibe ku hatibin windakirin.”

Sendîkayê di daxuyaniya berê de jî diyar kiribû ku çend rojnamegerên ku agahî ji wan tune ye hene û du ji wan jin in.

Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî jî herî kêm sê jinên rojnameger rastî destdirêjiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatine û 13 ji wan (jin û mêr) li El-Faşêrê winda bûne.

Rojnamegerên jin bê parastin dixebitin

Rojnameger Ayat Fadil a ku li ser sûcên tên kirin nûçeyan çêdike got ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn, bi êrîşên li dijî rojnamegeran li El-Faşêrê bi revandin, tecawiz û kuştinê hewl didin dengê wan bibirin û îradeya wan bişkînin.

Ayat Fadil,diyar kir ku rojnameger din ava mercên bi xeter û bê parastin de dixebitin, ji ber vê yekê divê xeta ragahinadina lezgîn were avakirin û bal kişand ku divê plana tehliyekirinê were amadekirin, desteka hiqûqî were dayîn û sûcên tên kirin werin belgekirin.

Êrîşên ku dubare dibin û binpêkirina mafan

Rojnameger Hîcaziye Muhammed Saîd, li ser tiştên diqewimin wiha got:

“Em êrîşên li dijî rojnamegerên jin bi fikar dişopînin. Ev sûcê li dijî exlat, însanî û hiqûqî ye. Van êrîşên li dijî jinan, bi taybetî jî rojnamegerên ku rastiyê radigihînin, bi armanca birandina dengê wan ê azad û şikandina îradeya jinên Sûdanî yê berxwedêr tên kirin.”

‘Jinên Sûdanî dê şahidiya rastiyê bikin’

Hîcaziye Muhammed Saîd, binpêkirinên li El Faşêrê li dijî jinên rojnameger, şermezar kir, diyar kir ku ev yek sûcên li dijî ol, kevneşopiyên Sûdanê û zagonên navneteweyî ne. Saîd bang li saziyên rayedar û rêxistinên mafên mirovan kir ku lêpirsîneke lezgîn dest pê bikin, kiryaran ceza bikin, jinên li herêmên bi pevçûn biparêzin û mercan çêbikin ku bikaribin peywira xwe bi cih bînin. Her wiha bang kir ku li dijî pêkanînên wiha bi hev re dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Jinên Sûdanî dê her dem weke sembola comerdî û berxwdanê bin; dê serî li ber zext û gefên ji bo tirsandinê netewînin, dengê wan dê şahidiya rastiyê bike û bibe wijdanê welatê wan ê birîndar.”

Rojnameger Cîda Es-Sahib jî kiryarên li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li dijî jinên rojnameger şermezar kir, xwest civaka navneteweyî li dijî van sûcan bêdeng nemîna û daxuyaniyên ji bo şermezarkirinê bide û got: “Rojnamegerên jin rastî binpêkirinên gelek xirab tên. Ji bo ku bikaribin karê xwe bikin û rastiyên xofdar ên li herêmên bi pevçûn çêdibin ji cîhanê re ragihînin divê mercên bi ewle ji wan re werin avakirin. Daxwaza me ew e ku rojnamegerên winda di demek nêz de werin berdan û bigihîjin malbatên xwe.”