Li Seqizê jiyan erzantir e ji nan
Li bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê, duqatbûna bihayê nan ne tenê giranbûna kelûpeleke bingehîn e. Her wiha nîşaneya kurbûna krîza debarê û têkçûna ewlehiya xwarinê ya malbatên kêmdahat e li vî bajarî.
PERIYA ESTWAR
Navenda Nûçeyan – Ji sedî sed zêdebûna bihayê nan li Seqizê ne tenê sererastkirineke bihayî bû. Her wiha nîşaneya guhertineke hêdî lê bêrehm a sînorê di navbera “jiyan” û “têkçûnê” de bû. Li bajarekî ku bi salan e di bin zextên hemwext ên bêkarî, enflasyon, bêewlehiya kar, kolberî, mûçeyên nepaydar û lêçûnên her ku diçin bilind dibin de dijî, nan stûna dawî ya ewlehiya xwarinê ye. Stûnek ku ger biheje, temamê sifreyê hildiweşe.
Di rewşeke wiha de, duqatbûna bihayê nan ne tenê zêdebûna nirxê tiştekî ye. Dibe ku ji bo malbatên ku berê jî di rewşeke pir nazik û lawaz de dijiyan, jêbirina beşek ji mercên herî kêm ên mayînê ye.
Sibeyek ji serê meha Tîrmehê, rêya herdemî ya ber bi firûna taxa “Neşmîlan” a li Seqizê ve, dîmenek nîşan da ku ji xwenîşandaneke sade wêdetir bû. Hîn wextê şefaqê bû û roj bi temamî hilnehatibû ku dengê jinan ji dûr ve dihat bihîstin. Di destpêkê de mirov dikaribû guman bike ku nîqaş li ser dorê yan qerebalixiyê ye, lê her ku mirov nêzîktir dîbû, eşkere dibû ku mesele tiştekî din e; kombûna jinan li ber firûnê ji ber zêdebûna ji nişka ve ya bihayê nan bû. Wê rojê ber firûnê ne tenê cihê kirîna xwarinê bû, dibe ku bûbû xaleke ku tê de zexta aborî ya komkirî bi zimanê laş û dengan dihat ziman. Rû westiyayî bûn, nêrîn bitirs bûn û diyalog ne li ser giliyê bihayê nan, dibe ku li ser hesabê tal ê rojane bû: Bi vî pereyî mirov dikare çend nanan bikire? Û divê dest ji kîjan xwarina din berdin da ku ev nan bimîne?

Enflasyon di asta ezmûna jiyanê de ye
Di nav qerebalixiyê de, “Dayê Nazdar” ji her kesî zêdetir bal dikşand. Jineke temen mezin, rûyê wê di bin rojê de şewitîbû, destên wê dilerizîn û şopên salên dirêj ên kar û azarê pê re bûn. Wê pereyên kaxezî yên qurmiçî çend caran jimartin; ne ji ber adetê, belkî ji ber hêviyeke kurt û bêtebat, mîna ku hîn îhtîmal hebe ku hejmar biguherin û ev pereyê wê yê hindik, bighîje hejmara nanên berê. Lê hejmar neguherîn. Bi dengekî hêdî û şikestî got: “Min her roj deh nan dibirin, îro pereyê min tenê gihîşt pênc nanan!” Ev hevok, her çend kurt û ji rêzejiyana rojane be jî, mantiqa krîzê bi duristî eşkere dikir. Enflasyon di astê ezmûna jiyanê de, berî ku bibe nîşanderekî aborî, tê wateya nîvcokirina fersenda têrbûnê.
Di mantiqa xizaniyê de, tundî her dem bi deng û qerebalixiyê re nayê
Dayê Nazdar pênc nan danî kîsê xwe, bêhnekê li nanên din nihêrt û paşê hêdîka ji dorê derket. Ne nerazîbûn nîşan da, ne qêriya û ne jî tiştek şikand. Lê ev vekişîna hêdî, belkî ji her qêrînê bilindtir bû. Di mantiqa xizaniyê de, tundî her dem bi deng û qerebalixiyê re nayê. Carna bi şêwazê vekişîna ji sifreyeke ku roj bi roj biçûktir dibe xwe nîşan dide. Li wir mesele ne tenê nan bû, belkî ew valahiya ku her roj di navbera hewcedarî û şiyanê de mezintir dibû û di bêdengiya jiyana rojane de cih digirt.
Zêdebûna bihayê nan li Seqizê divê di çarçoveya aboriya siyasî ya enflasyon û xizaniyê de bê fêmkirin, ne wekî rûdaneke tenê û herêmî. Tiştê ku di xuyabûnê de biryareke îdarî an birêkûpêkirina bazarê ye, di rastiyê de beşek e ji mekanîzmaya veguhestina zexta aborî ji asta strukturî bo asta jiyana rojane. Di aboriyek ku enflasyon tê de bûye rewşeke domdar de, bilindbûna biha êdî ne îstîsna ye, dibe rêgez. Di rewşeke wiha de, çînên jêrîn herî zêde biha û lêçûna vê bêaramiyê didin. Ji ber ku beşek mezin ji dahata wan ji bo kelûpelên bingehîn tê xerckirin. Nan di vê navberê de xwedî cihekî taybet e. Ango kelûpela herî erzan û herî jiyanî ye. Tam ji ber vê yekê, her zêdebûnek di bihayê wê de rasterast bandorê li ewlehiya xwarinê dike.

Mekanîzmaya têkçûn û rizînê ye
Li taxên kêmdahat ên Seqizê, ji Neşmîlan û Tazeabad bigre heta Baharistan, Şerîfabad, Hacîabad, Şahnaz û beşên din ên hejar ên bajêr, nan ne tenê xwarinek e, her wiha beşa sereke ya mîmariya mayînê ye. Di van taxan de gelek malbat serê sibê bi nan û çayê destpê dikin, nîvro bi nan û xwarineke sade derbas dikin û şîv jî piranî berdewamiya heman mantiqa herî kêm e. Dema nan giran dibe, jêbirina wî ne hêsan e, loma jêbirin ber bi tiştên din ve diçe: Goşt, mirîşk, berhemên şîr, fêkî û paşê jî kalîteya xwarina rojane. Ev heman mekanîzmaya têkçûn û rizînê ye. Têkçûneke ku tê de malbat li şûna ku jiyana xwe baştir bike, bi berdewamî asta daxwaz û xerckirina xwe dadixe.
‘Ka çi ma ku ji me bistînin?’
Jinên ku di dora firûnê de sekinîbûn, behsa vê rastiyê dikirin. Yekê digot: “Ka çi ji me maye ku ji me bistînin? Her meh tiştek ji jiyana me kêm e.” Jinekê din jî wiha bersiv dida: “Pêşî goşt çû, paşê fêkî, paşê şîr û mast. Niha jî nan. Paşê çi?” Ev pirs ne tenê pirsa li ser giraniyê ye. Pirsa li ser sînorê dawî yê sebra civakî ye; ku civak heta ku derê dikare di rewşa jêbirina gav bi gav a jiyanê de bijî. Bêyî ku ev jêbirin bibe krîzeke siyasî an civakî ya eşkere.
Karê rojane, karê giran û hewildana domdar jî nayê wateya ewlehiyê
Karkerê ku wê rojê ji bo kirîna nan hatibû, hevokek got ku divê mirov bi giranî li ser bisekine: “Min îro kar kiriye, lê heke nan jî wiha giran bibe, êdî karkirin jî bi kêr nayê”. Di vê hevokê de, valahiya navbera kar û debarê bi zimanekî pir sade lê durist hatiye gotin. Kar, bi serê xwe, êdî ne garantiya jiyanê ye. Li vir em rûbirûyî rewşekê ne ku tê de mûçeyên karkeran berê jî li paş lêçûnan mabûn û her lûtkeyeke bihayî vê paşdemayînê kûrtir dike. Encam ew e ku tewar karê rojane, karê giran û hewildana domdar jî nayê wateya ewlehiyê. Ev rewş, rûyê berbiçav ê hilweşîna peymana ne-nivîskî ye ku di navbera civak û aboriyê de hebû; ku herî kêm bi karkirinê re mirov bikaribe tiştên herî kêm ên jiyanê biparêze.
Sifreyên ku roj bi roj biçûk dibin
Di çarçoveyeke wiha de, zêdebûna bihayê nan nikare ji aliyên din ên krîza geşepêdanê were veqetandin. Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê di sîstemekê de dijîn ku tê de geşepêdana hevseng, binesaziyên parastinê û siyasetên dabeşkirina dadperwer kêm in an jî bi tevahî tune ne. Di struktureke wiha de, malbatên kêmdahat ji her kesî zêdetir bêpar û lawaz in, ji ber ku ne dahateke wan a pêbawer heye, ne gihîştineke domdar a xizmetên parastinê û ne jî hêza wan a danûstandinê li hember bihayên ku her diçin bilind dibin heye. Ji ber vê yekê ye ku divê giranbûna nan li Seqizê wekî beşek ji pergalek mezin bê dîtin: pergalek ku tê de zextên aborî, darayî û siyasî yên mezin di encamê de li ser sifreyên biçûk û lawaz vedihewin.
Mesele li vir ne tenê “bihayî” ye, belkî “pêgeha civakî ya bihayî” ye. Nan ji bo gelek malbatan xeta parastinê ya dawî ye. Dema bihayê nan bilind dibe, ev tê wateya ku ew xeta parastinê jî êdî ne bi ewle ye. Di rewşeke wiha de, hikûmet û siyasetmedarên aborî heke li şûna siyasetên parastinê, piştgiriya armancdar, kontrolkirina zincîra dabeşkirinê û piştgiriya dahatên rastîn, tenê berê xwe bidin zêdekirina bihayê an şokên ji nişka ve, di rastiyê de ew krîzê ji asta bilindtir veduguhêzin asta jêrtir. Ev veguhestin dibe ku di îstatîstîkên giştî de wekî reform sincere bê dîtin, lê di asta jiyana rojane de tê wateya jêbirina rasterast ji kîsê xwarinê.
Civaka ku hêdî hêdî fêrî birêvebirina kêmasiyan bibe
Tiştê ku di firûna devera Neşmîlan a Seqizê de hat dîtin, ne çîroka malbatekê bû; wêneya giştî ya bajarekî tam bû. Bajarek ku tê de mirov her roj ne li ser “pirtir aramiyê”, belkî li ser “kêmtir têkçûnê” difikirin. Ev guhertina asoyê xwedî girîngiyeke mezin e. Civaka ku hêdî hêdî fêrî birêvebirina kêmasiyan bibe li şûna fersenda xewna jiyaneke çêtir, ji hundir ve dirize. Ev rûxan û xerabûn ne tenê aborî ye, çandî û derûnî ye jî; ku tê de hesta bêpariyê, bêbaweriyê, hêrsbûna veşartî û fobiya daîmî, dibin beşek ji jiyana asayî.
Krîz ji asta hejmaran derbas bûye
Encama eşkere ya vê raporê ew e ku nabe giranbûna nan li Seqizê tenê wekî diyardeyeke herêmî bê daxistin. Ev nîşaneyek e; nîşaneya valahiya kûr a di navbera hewcedaryên bingehîn ên gel û mekanîzmayên aborî yên ku piştgiriya jiyana wan nakin de. Nan li vir ne tenê kelûpelek e, lê belê nîşanderek e ji bo dadperwerî an nedadperweriyê. Dema nan du qat dibe û sifre dibe nîvî, wateya wê ew e ku krîz ji asta hejmaran derbas bûye û gihîştiye hestiyê jiyanê.
Di rewşeke wiha de, her siyaseta aborî ya ku bêyî piştgiriya rastîn a gel zextê ber bi jêr ve bibe, ne reform e, her wiha hilberandina nû ya xizaniyê ye jî. Û heta ku ev mantiq neguhere, mîna Daya Nazdar û bi hezaran jin û mêrên din, her sibê ne ji bo jiyaneke çêtir, her wiha ji bo dîtina rêyekê da ku tenê bijîn, dê di dora firûnê de bisekinin.