Li Reqayê rêxistinên jinan ji bo bihêzkirina jinan têdikoşin

Rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi semîner û çalakiyên femînîst di bilindkirina hişmendiya jinan de roleke mezin dilîzin.

RÎM MIHEMED

Reqa - Jin bi rêya rêxistinên jinan û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadan de bûn pêşeng.

Ji destpêka şoreşa Rojava di sala 2012’an ve gelek rêxistinên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin û tevî cudabûna di awayê xebatê de, karê wan yekgirtî ye û armanca wan yek e, ku ew jî gihîştina jina azad a ku mafê xwe bizane û xwe biparêze ye.

"Divê rêxistinên jinan li ser belavkirina hişmendî û ramana azad berdewam bin"

Derbarê girîngiya rêxistinên jinan bi giştî, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê endama Meclisa Jinên Sûriyê Şems Sîno wiha got: "Piştî 10 salên têkoşîna femînîst û gelek guhertinên erênî di derbarê mafên jinan de li herêmê, divê rêxistinên jinan li ser belavkirina hişmendî û ramana azad berdewam bin. Gelek jin hîn jî difikirin ku ew piştî mêran di rêza duyemîn de ne. Civaka ku hîna jî xwe dispêre adet û kevneşopiyên kevnar, li dijî doza azadiya jinê şer dimeşîne. Civak her tim li aliyê fîzyolojîkî yê jinan mêze kiriye, wan weke hebûneke qels û li tu cihî nikare bixebite dihesibîne. Jin dikare ramana azad belav bike."

"Pêwîstiya me bi jinên bihêz û xwedî kesayetên femînîst heye"

Şems Sîno da zanîn ku hejmareke mezin a jinan mafê xwe nizanin û wiha pê de çû: "Ji bo bidestxistina azadî û ramana azad, divê em bibin yek û bi hev re rola rast a jinê ya bi hezaran sal e ku hatiye biçûkxistin nîşan bidin. Ji bo avakirina civakeke şaristanî ku wekheviya zayendî û hemû beşên civakê esas digire, bi ramana azad a jinê, ji komînan dest pê bike û heta bi meclîsan bi dawî bibe, pêwîstiya me bi hişmendiya rewşenbîrî, atolyeyên diyalogê û waneyan heye. Jina Sûriyê di şaristaniyan de xwedî roleke girîng bû, lê bi giranî tune bûn, ji bo vegerandina rola jinan, pêwîstiya me bi jinên bihêz û xwedî kesayetên femînîst heye ku bikarin destkeftiyên girîng bi dest bixin, civakê bigihînin asteke girîng a hişmendiyê û wê ji mîrateyên civakê rizgar bikin û ji bo amadekariyê azadkirina civakê ji dagirkerî û girêdayîbûnê, li ser esasê ku azadbûna civakê bi azadiya jinê dest pê dike."

Astengiyên li pêşiya rêxistinên jinan

Têkildarî astengiyên li pêşiya rêxistinên jinan Şems Sîno wiha anî ziman: "Em bi gelek astengan re rû bi rû ne, di nav wan de nêrîna paşverû ya ku bandorê li tevgera jinan û çalakiya wan dike, me nekariye adet û edetên kevnar ji holê rakin, lê em bi xurtî dixebitin ku dengê xwe bidin bihîstin. Nerast têgihîştina ol jî yek ji astengên herî girîng e li pêşiya azadiya jinê û xebatên rêxistinên jinan. Her tiştê ku jin ji bo xwe û civaka xwe azad bike dike bi têgînên şerm û herambûnê ve tê girêdan. Her wiha faktora aborî jî heye ku bandoreke neyînî li jiyana jinan dike."

"Rêxistinên femînîst piştgirî didin her ramana femînîst a azad"

Şems Sîno eşkere kir ku tevî hemû astengî û kêşeyên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî, ji bo derbaskirina van astengiyan divê bi xîret bixebitin û wiha axaftina xwe berdewam kir: " Rêxistinên femînîst piştgirî didin her ramana femînîst a azad."