Li Reqayê bi hostebûna hunerên destan îlhamê didin jinan

Julia Abû Zar û Hatîce Al-Mazal ên li Reqayê bi projeyên ku bi hostebûna hunerên destan re çêdikin ji bo gelek jinan dibin îlham, peyam dan ku her gava jinan a biserketî sûd dide refaha civakê.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Hunerên destan ên ku bi bandora pêşketinên teknolojiyê ber bi windabûnê ve diçin, ji aliyê jinan ve ji nifşekî vediguheze nifşekê din. Julia Abu Zar û Hatîce Al-Mazal ên li bajarê Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn jî, bi çêkirina berhemên hunerên destan re hem debara xwe dikin û hem jî bi vê hunerê ji bo jinan bidin mînak.

'Daxwazên ji bo berhemên me roj bi roj zêde dibe'

Julia Abû Zar a 40 salî ku ji gelê Ermenî ye, xalîçeyên destan ên ku di temenekî biçûk de bi alîkariya dapîra xwe fêrî bûye, fêrî keça xwe dike. Julia Abû Zar, diyar kir wek jin hewl didin hunerên destan ên ku bi bandora pîşesazîbûnê re bi demê re dest bi windabûnê dike, biparêzin û wiha got: "Ji ber bedewî û hostatiya karê me, daxwaza ji bo berhemên me roj bi roj zêde dibe.”

Xebatên ku li male çêkir veguherand proje

Julia Abû Zar, diyar kir ew di karê morîkan de jî hostebûye û wiha got: “Li ser daxwaza xizm, hevjin û dostan û taxan berhemên xwe li malê çêdikir. Li ser daxwaza zêde ez çûm Navenda Hîlala Zêrîn û xebatên xwe veguherand proje ye. Ez beşdarî gelek pêşangeh û çalakiyên cuda bûm. Ez bazînên ku çêdikim, li gorî pivanên destan dîzayn dikim. Ez ji xeynî bazînan, tesbîh, toqeya por û şalên keziyên bi tayên herî jî çêdikim. Ez hertim hewl didim rengên ku bi hevûdu re xwişkin bînim cem hev. Ji bo karê me pêwîstî sebir, afirînerî û baldarî heye.”

'Bi saetên dirêj rûniştin û derzî bikaranîn mirovan diwestîne’

Julia Abû Zar, gor di civaka Ermenî de zarokên keçan di hunera destan de hoste dibin û wiha got: “Zehmetiyên karê me jî hene. Bi saetên dirêj rûniştin û derzî bikaranîn mirovan diwestîne. Bi demê re zirar dide çav û pişta min. Ji ber vê yekê ez dem bi dem molayên kurt didim. Ez li gorî xizîkên çêdikim rojê ji yekê zêdetir bazînan çêdikim." Julia Abû Zar, diyar kir şert û mercên xirab ên aborî û bilindbûna dolar bandoreke neyînî li buhayên bazarê dike û da zanîn malzemeyên ku ew bikartîne hemû bihabûne.

Julia Abû Zar, da zanîn ji bo ev hûnerên destan tune nebin û derbasê nifşên pêşerojê bibin, divê zêdetir piştgirî bê dayîn û wiha got: “Divê jin di parastina çand û hunerê de rol bigrin. Ez xîret û rûmet im ku dikarim hunerek ku ji dapîra min mîrate maye biparêzim.”

Dema daxwaz zêde bûn kargeha xwe vekir

Şêwekara aksesûar Hatîce Al-Mazal jî, diyar kir ew ji zarokatiya xwe ve bi hunerên destan re eleqedar dibe. Hatîce Al-Mazal, diyar kir şêwekariya aksesuarê di destpêkê de li malê dîzayn kir û wiha got: “Min ji bilî siparişên ji bo gelek zêrfiroşan, li ser înternetê jî firot. Ev nêzîkî sê salan berdewam kir, lê roj bi roj zêdebûna daxwaza re kargeha xwe vekir. Tişta aksesûarên dest ji endustriyên bazirganî yên nûjen cuda dike, bi kalîte, bedewî, balkêş û zerafeta tên hilberandin e.”

'Ez bi xêzkirinên çêdikim re wateyên cuda didim qezenç kirin’

Hatîce Al-Mazal, da zanîn li ser berdaqên sihûn û seramîkan li gorî rengên tê xwestin wêneyan çêdikim û wiha got: “Bi jêhatiya xwe ya xêzkirinê û hunera destan dikim yek, wateyek din didim qezenç kirin. Berhemên hunerî yên ku ez çêdikim ji min re dibe alîkar ku dema xwe ya vala bi xebatên kêrhatî tijî bikim. Her wiha sûd dide civakê jî. Piştî min dikanê vekir, karê min hîn baştir bû. Weke jin di jiyana kar de cih girtin, di heman demê dibe sedema xwebaweriya me zêde bibe. Divê jin heta bigihijîn jêhatibûna xwe çi li malê çi li derve di pîşeyek de bixebitin.”

'Her gava jinê ya serketî kêrî refaha civakê tê'

Hatîce Al-Mazal, diyar kir bi qursên vekir re îlham dide gelek jinan û wiha got: “Serkeftina projeya min îlham da gelek jinan. Piştî ku jinan projeyên xwe çêkirin, min hewil da zêdetir proje çêbikim. Her gavekî serkeftî ya jin bi tena serê xwe daveje, sedema pêşketin û refaha civakê ye." Hatîce Al-Mazal, bal kişand ser hin zehmetiyên karê xwe û wiha got:

“Di peydakirina hin malzeme û amûrên ku li herêmê tune, ez zehmetî dijîm. Ji ber vê yekê divê ez ji deverên derdor bikirim. Ev asteng dike ku karê min di dema xwe de biqede. Di heman demê de westandina laş jî heye. Lê piştî qedandina sêwirana her perçeyek, ev westandin vediguhere kêyfê. Bi taybetî ji ber ku min di hunera hunerên destan de şopeke xwe ya cuda hişt, ev yek min motîve dike ku karê xwe bidomînim.”

'Divê jin destûr nedin kevneşopiyên kevnar wan sînordar bike’

Hatîce Al-Mazal, bi bîr xist bajarê Reqayê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ'ê de pêvajotek tarî jiyan kir û diyar kir bi rizgarkirina bajêr re jinan di gelek war û pîşeyan de dest bi xebatê kirin. Hatîce Al-Mazal, destnîşan kir jin niha gelek projeyan bi rê ve dibin û peyam da jinan ku divê xwe bi pêş bixin, ji her cure derfetan sûd werbigirin û destur nedin ku kevneşopî û adetên kevnar wan bi tenê bi mal û malbatê re sînordar neke.”