Li peravên Xezayê yekem koma rizgariya deryayî ya jinan

Li Xezayê çend jinên ku hatin ba hev komek rizgarkirina jin û zarokan ji deryayê ava kirin. Koma jinan hewl dide di demsala havînê de li peravên deryayê di rewşên bi xeter de kesên dikevin avê rizgar bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Li berava Xezayê komek jin perwerdeya taybet ji bo rizgarkirina ji ketina deryayê dibînin, ji bo rizgarkirina jin û zarokên ku dikevin metirsiya fetisandina di deryayê de û îsbat dikin ku jin dikarin her karî bikin.

‘Pir rêxne hatin lê ez ê karê xwe bidomînim’

Yek ji wan jinan Nora Fayiz teqez dike ku bi hevkariya Desteya Filistînî ya pêşveçûnê ev kar yekem car li Xezayê li gorî pêdiviyên civakê bi armanca ku di beşên karên cuda de xurtkirina jinan e. Nora Fayiz wiha axaftina xwe didomîne: “Em der barê bêhndana ku didin, berî rakin nexweşxaneyê kesan ji fetisandinê rizgar dikin perwerde dibînin. Her wiha ji bo avjeniyê cureyên pêlên deryayî û cihên bi ewle û ne bi ewle di deryayê de jî didin naskirin. Di vî karî de ez rastî gelek rexneyan hatim, ji ber ku yekem car li Xezayê jin vî karî dikin lê ez ê karê xwe berdewam bikim.”

Bi bûyerekî de biryar da vî karî bike

Şehd Mensur jî behsa sedema tevlibûna vê perwerdeyê dike û dibêje ku carekê ew tevî malbata xwe li beravê bûne dîtiye çawa jinek difetisiye û kesê nikaribûye wê rizgar bike di nava pêlên deryayê de maye. Ev dîmenê ku di bîra Şehd Mensur de maye bûye sedem ku di ekîba jinan a rizgarkirina deryayî de cih bigre.

Şehd Mensur dibêje ku ji wê demê ve gelek perwerde dîtine û wiha didomîne: “Hebûna ekîba rizgariya deryayî ya jinan gelekî girîng e bi taybetî di demsala havînê de ku gelek jin û zarok tên beravê. Ji ber ku ev tekane cihê geştiyariya havînê ji bo nêzî 2 milyon û 300 kesî li Xezaya dorpêçkirî ye, gelek malbat xwedî pirsgirêkên aborî jî dikarin bên.”

80 jinan perwerde ditîn

Berpirsa têkiliyên giştî di Saziya Desteya Filistînî ya Pêşveçûnê Necah Ebo Qasim jî destnîşan dike ku jin dikarin li gelek qadan xebatê bikin û wiha didomîne: “Fikra avakirina vê komê ji bûyereke rizgarkirina jinekê hat dema malbata wê red kir ku mêrekî destwerdana lezgîn a pêwîst jê re bike lewra me fikra xwe pêşkêş kir û ji aliyên berpirs hat pejirandin.”

80 jinan perwerdeyên xwe 25 saetan dîtine, pratîkî fêr bûn çawa jin û zarokan rizgar bikin û alîkariya malbatan bikin.

Destpêkê hinek tirs bi jinan re hebû lê piştî beşdarî hewldanên rizgarkirinê bûn ew tirs nema, û bi demê re baştir dibin û amade ne vê havînê ji bo rizgarkirina gel li beravê bin. Ji bo sala li pêş û her jinek dikare tevlî vî karî bibe, ji bo kar me komek din, çend jinên di perwerdeyan de pêşketî girtin.