Li Misrê sedemên zêdebûna tundiyê

Çalakvanên femînîst ên Misrî bi riya malperên medya dîjîtal tundiya ku li ser jinan tê meşandin aşkere dikin û hişyariya xwe parastinê li jinan dikin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Digel polîtîkayên qirkirinê tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji wan welatên ku asta tundiya li ser jinê her ku diçe bi polîtîkayên kurkirina rewşa şer û aloziyan hê kurtir dibe Misir e. Li hemberî tundiya li ser jinan ku bi awayekê pergalî tê meşandin çalakvanên femînîst ên Misirî hişyariya xwe parastinê li jinan dikin.

 “Şîdeta li ser jinê di van demên dawî de zêde bûye”

 Rêvebera Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Îdrak Necwa Remedan bal li ser tûndiya bi pergalî ya li ser jinê tê meşandin kişand û wiha pê de çû: “Gelek jinan nizanibûn ku rastî şîdetê tên, çi di qada giştî û çi jî ya taybet de. Bi lênihêrîna ji nêzîk ve li tawanên tundiyê, em dibînin ku bi salane bi rêjeyên bilind hatine kirin û li gorî dawîn amar û lêkolînên fermî, ev rêjeyek ne hindik bû û ya ku guherî asta hişyariya jin, keç û civakê ye, her wiha teşwîqkirina eşkerekirin û ronîkirina tawanên ku hatine kirin û teşwîqkirina jin rizgarbûyî ji bo rapor û axaftinê. Platformên medyaya dijîtal jî xwedî rolek mezin in, ji ber ku ew ji bo belavkirina tawanan û piştgirîkirina jinên ku ji şîdetê rizgarbûne hatine bikar anîn.”

Necwa Remedan tekez kir ku tawanên li dijî jinan hatine kirin tundtir û aloztir bûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema jinekê daxwaza mêrekî ya zewaca bi wê re red dikir rastî tacî û gefxwarinên bi nameyan dihat lê niha dema ku jinek red dike ku bi mêrekî re bizewice rastî qetilkirinê tê. Cûreyên tawanên tundiyê yên li dijî jin û keçan pêş ketine ku bi qada sîber, cîh û platformên dîjîtal û tora dijîtal ve girêdayî ne. Divê mekanîzmayên parastina jin û keçan bên pêşxistin.

Tecrubeyên realist ên bi şîdet û tehdîdan

Damezrênera Înîsiyatîfa Bera El-Sûr, Esma Ebdul Hemîd got ku tundiya ku li dijî jinan tê kirin dema ku ew red dikin ku bi mêrekî re bizewicin, ne nû ye û wiha axivî: “Ew gihîştiye astek bêexlaqî û medyaya dijîtal di van demên dawî de beşdarî ronîkirina wê bûne. Di temenekî biçûk de ez ji mêrekî re hatim xwestin û ew pir j imin mezintir bû û min nexwest xutbeyê bidomînim û me dev ji hev berda, lê ew bi salan li dû min ma û her ku diçûm derekî li dû min dimeşiya û min tehdît dikir ku wêneyên min li her derê biweşîne. Piştî 11 salan mêrê ku ez jê re hatibûm xwestin ji dayika min re got ku wî ji min re sêhr çêkiriye û di dîwarek ji dîwarên malê de veşartiye. Ji min re wêneyê çek û guleyan dişand, her wiha peyamek jî ji min re şand û tê de got ku ramana min xelet e, lê ew jinan nakuje.”

“Di nav ciwanan de meyla tûndiyê belav dibe”

Berpirsa Piştgiriya Derûnî ya Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misrê Nahİd Emara anî ziman ku şîdet ji demên kevnar ve heye, lê ne ew qas hovane bû û wiha got: “Hin kesayet hene ku fikra redkirinê qebûl nakin û dûv re reaksîyon dibe tolhildan. Drama rolek mezin di pêşvebirina ramana zewaca bi darê zorê û zexta li ser keçekê de heye. Berbelavbûna şîdetê di nav ciwanan de, destwerdana malbat û civaka sivîl hewce dike. Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê beriya temenê zewacê ji bo ciwanan atolyeyên hişyariyê li dar xist. Yek ji sedemên gurbûna krîzê ew e ku kesê ku hatiye redkirin ji gelek kesan re gazinan dike, lewma alîkariya derûnî gava yekem e ku divê were avêtin. Divê malbata ti ferqe nexe navbera keç û kurên xwe de.”

 Hêjayî gotinê ye ku Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Îdarak berê raporek li ser tundiyê di vê dawiyê de weşandibû, ku tê de nêzîkî 813 bûyerên tundiyê di sala 2021’an de, li gorî dora 415 bûyeran di sala 2020’an de bi belge kir.