‘Li Mexribê milyonek û nîv jin rastî şîdeta dîjîtal hatine’

Armancgirtina jinên Mexribê li ser medyaya dîjîtal şêwazek nû ya sûc e û ev yek hewce dike ku komele li ser bifikirin û formulên guncaw bibînin da ku li dijî diyardeya şîdeta dîjîtal bixebitin.

HANAN HARITE

Mexrib - Cîgira Seroka Komeleya Jinên Têkoşer Nesîra El-Xemilşî di hevpeyvînekê ji ajansa me re diyar kir ku di nava armancên projeya "Dengên Guhertinê" de pêşxistina kapasîteyên aktoran di warê teknolojiya nû de, pêşxistina rêbazên xebata sivîl û pêşxistina rêbazên pêşkeftî ji bo belavkirina çanda wekheviyê û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, heye.

Komeleya Jinên Têkoşer xwe amade dike ku di bin navê “Dengên Guhertinê” de projeyek nû bide destpêkirin. Hûn dikarin ji me re behsa vê projeyê û armancên wê bikin?

Destpêkirina projeya "Dengên Guhertinê" dê hevdem bi rojên navneteweyî yên kampanyaya 16 Rojên Çalakiya Li Dijî Tundiya Zayendî re be. Projeya "Dengên Guhertinê" ji bo bihêzkirina şiyanên zanîstî û pratîkî yên beşdaran e.

Ramana vê projeyê li ser bingeha pêşketin û guhertinên ku cîhan û Mexribê jiyabûn hat, nemaze di heyama pandemiya Covîd-19 û serdema karantînayê de ku hemû çalakiyên me sekinand.

Ji me re eşkere bû ku hewcedarî bi pêşxistina rê û rêbazên karsaziyê û destwerdanê heye bi sûdwergirtina ji pêşketina teknîkî ji bo derbaskirina hemû astengiyan heye. Ji aliyekî din ve divê li ser pirsgirêkan bi awayên afrînertir û hêsan werin xebitandin. Bi riya vê însiyatîfê em hewl didin zanîn û şiyanên pratîkî yên 20 beşdarên jin û mêr di warê nûjeniya civakî de yên girêdayî rêbazên xebata navxweyî û derve, nemaze amûrên teknolojîk ên nûjen, xurt bikin.

Projeya "Dengên Guhertinê" armanc dike ku çanda wekheviyê belav bike û şêwazên şîdetê yên nûjen çareser bike.

Armanca me ya stratejîk ew e ku em di asta mekanîzma û kanalên xebatê de û di asta komeleya xwe de veguherînek pêk bînin.

 Mekanîzmayên komeleyê ji bo vê projeyê çi ne û dê çawa werin pêkanîn?

Me bi amadekirina belge û pêvajoyên din ên destpêkirinê dest bi projeyê kir. Komele dê bi gelek tiştan ve girêdayî be, ya yekem ji wan perwerde û sepandin e dê rêgez pratîktir be û di dawiya perwerdeyê de, em ê du plansaziyên çalakiyê ku van amûran di nav xwe de vedihewînin, derxin holê.

Ya duyemîn jî domdariya demkî ya projeyê bi riya kapsulan e ku em ê di dema perwerdeyê de li ser bixebitin û dê li ser medyaya dîjîtal were weşandin, em ê piştgiriya belavkirina wê bikin da ku bigihîje gelek kesan. Her wiha em ê li ser mijarên pirsgirêkan ên têkildarî pirsgirêkên jinan bi rêzehevdîtinên nûjen nîqaşek giştî ya herêmî bikin.

Di çarçoveya hişyarkirina tundiya li ser jinan de, proje li ser amadekirina kapsulên li ser vê diyardeyê jî disekine. Hûn dikarin ji me re li ser aliyên tundiyê yên ku hûn ê nîqaş bikin û asta diyardeyê di civaka Mexribê de çi bibêjin?

Armanckirina jinan li gorî zayenda wan li ser medyaya dîjîtal cureyeke nû ya tawanan e, ji ber wê jî pêwîst e em li ser têgeheke nû bifikirin û formulên guncaw bibînin da ku wek endamên komeleyê em li dijî vê diyardeyê bixebitin. Kapsulên ku em dixwazin amade bikin dê li ser aliyên tundiyê yên ku nû derketine holê, bin.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 23 jin herî kêm carekê rastî şîdeta dijîtal hatine. Li gorî Komîseriya Bilind a Plansaziyê Li Mexribê milyonek û nîv jin rastî şîdeta dijîtal hatine, ev hejmar rastiyê nîşan nadin, ji ber ku piraniya jinan rapor nakin.

Amadekariyên Komeleya Jinên Têkoşer ji bo kampanyaya 16 rojan a Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Bingeha Zayendî çi ne?

Kampanyaya cîhanî dê weke her sal roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bê destpêkirin û heta 10'ê Kanûnê berdewam bike.

Em wek komeleya ku mafên jinan diparêze, ne tenê di vê helkeftê de, her dem ji bo bilindkirina hişyariya tundiya li ser jinan dixebitin û em kampanyayên hişyariyê ji bo raporkirina tundiyê didin destpêkirin.

Tevî hebûna qanûneke ku jinên Mexribê ji tundiyê diparêze jî ev diyarde di civakê de her ku diçe girantir dibe. Li gorî nêrîna we qanûna jimare 103-13 nikaribû pêşî li tacîzkaran bigre û hejmara jinên mexdûrên tundiyê kêm bike?

Rastî vê yekê bi dozên dadgehan û daneyên îstatîstîkî nîşan dide û ji dema derketina qanûna jimare 103-13 ve ev mijar bûye cihê şermezarkirina komeleyên jinan.

Têgeha şîdetê pir teng bûye û gelek şekl û rewşên tundiyê tê de tunebû, ji ber vê yekê me daxwaz kir û hîn jî em daxwaza guhertineke berfireh a Qanûna Ceza û Qanûna Malbatê dikin li gorî pêwîstiyên pabendbûna Mexribê ya bi peymanên pêwendîdar re da ku bi girtina tedbîrên bi bandortir pirsgirêkan rast bikin û binpêkirinan çareser bikin.