Li Mexribê ji ber erdhejê jin bê kar mane

Jinên li parêzgeha Al Huz ya Mexribê ji ber erdheja ku bûye sedemê hilweşînek mezin, piştî felaketa mezin karê xwe winda kirin. Jin di konan de dibin şert û mercên zehmet têkoşîna jiyanê didin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş- Li Mexribê di erdheja ku di 8’ê Îlonê de rûdayî, 2 hezar û 964 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 674 kes birindar bûn, bi hezaran kes hîn windane. Gelek jinên herêma parêzgeha Al- Huz ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne, karê xwe winda kirin û projeyên wan ên ku dahata jiyanê pêktîne hate rawestandin. Jinên Al- Huzê herçendî di ferqê dene ku di nava şert û mercên zehemet de xeyalên wan paşbikeve, ji bo sibehek baş hertim hêviya nûkirina malên xwe û vegera jiyana xwe di hilgirin.

Ji jinên ku mala wê di erdhejê de ziyan ditiye Latifa Maumay ji gundê Tamasset ê girêdayî navçeya Asni ya parêzgeha Al Huz li gel dayîk bav û zarokên xwe û niştecihên din di konan de jiyan dikin. Beriya erdhejê li gundê Tokart li komeleyekê dixebitî û got: “Min hunera dest ya nexş û dirûnê ji bo zarokê keç û jin ku li mal bikarin bikin fêr dikir. Îro ji ber erdhejê  firsanda berdewamkirinê ne hiştiye, ez bê karim. Li aliyê din ez weke hunermenda kuafor û hine dixebitim. Dawetên ku dihatin plankirin ji ber erdhejê hatin rawestandin. Niha di konan de ez li gel zarokên xwe di şert û mercên zehmet de jiyan dikim.”

Mamostetî dikir aniha nihêrvantiyê dike

Jinên din ên li gundên Al-Huz ji ber erdhejê karên xwe winda kirin. Ayşa Moho a ku li gundê Asal jiyan dike tiştên ku jiyan kiriye bi van gotinan anî ziman: “Beriya erdhejê ez li gundê cîran ê Toukart mamoste bûm. Ji ber erdhejê malbatan nexwestin zarokên xwe bişînin dibîstanê. Ev sê sale ez mamosta, min gelek ji zarok û karê xwe hez dikir û min tu caran ne difikirî ku karê xwe winda bikim. Ez li gel dayîk û birayê xwe jiyan dikim. Niha ez hewl didim bi nihêrvantiya zarokan pare qezenc bikim. Bavê min di saziya elektrîk û avê de karker bû. Dahata ku beriya  bimre ji mere hiştiye têra hemû pêwîstiyên malê nake.”

Berpirsyartiya hemû malbatê girt

Ayşe Moho da zanîn ku dayîka wê bi zor û zehmetî ew parê ku komkirî hinek tiştên malê anî û ji ber erdhejê hemû tiştên xwe winda kirine û got: “Birayê min hê dixwîne, bavê min piştî ku mir min berpirsyartiya malê li ser xwe hîs kir. Hinekan ji gundiyan re nêzî 80 karavan anibû, anibûn halê ku têde were jiyankirin û xwedî wê astêye. Niha ez bi dayîk û birayê xwe re li wê derê jiyan dikim û li gor berê  di rewşek baş dene. Li gundê me nêzî 450 malbat hene û hêjmara kesên ku li van avahiyan jiyan dikin gelek kêm e.”

Dirûtinê dike

Fatima Yuzalin ku li herêma Asni xwedî atolya nexşandinê bû diyarkir ku beriya erdhejê li atolya ku pêwîstiyên jinên herêmê bi cih tanî de her sal nêzî 40 jin û zarokên keç perwerde dikir û got: “Di atolya ku min hunera dest fêrî jin û zarokên keç dikir ji ber erdhejê hilweşiya. Ji ber baranê makineyên min ziyan dîtin, ez jî neçar man ku makineyên xwe ên dirûnê bixim bin konan,Aniha  li Asnê tenê ez  dirûtinê dikim.”