Li mala xwe ya sade zarokan hînî xwendinê dike

Nûr Aknan a Lubananî bi projeya xwe zarokan hînî xwendinê dike û hem jî dahata malbata xwe pê dike. Nûr dibêje ku ev fikir ji daxwaza ji bo alîkariya kurê xwe ku bi awayekî kêfxweş hîn bibe, derketiye holê.

FADIYA CUMA

Beyrûd – Li başûrê Lubnanê ku jin bi dijwariya şer û merhemeta dayiktiyê bi hev re dijîn, çîroka jineke ku biryar da zehmetiyan veguherîne derfetan derket holê. Nûr Aknan a ji Lubnanê mala xwe ya sade veguherand atolyeyeke afirîner. Xewnek piçûk ku dixwest alîkariya kurê xwe pê bike ji bo fêr bibe, veguherî karsaziyek serkeftî. Mixabin êrîşên dawî yên Îsraîlê pêşveçûna wê bi hedefgirtina dikana wê rawestand lê wê dev jê berneda û li şûna wê ji kavilan rabû da ku xewna xwe ji nû ve pêk bîne.

Êşê veguherand hêzê

Çîrokên serkeftinê her dem di ofîsên pêşangehên mezin de dest pê nakin, carna ew li ser maseyek piçûk di malek bi coş de çêdibe. Nûr Aknan dayîktî ji 3 zarokan re kir. Dema ku wê pirsgirêkek malbatê veguherand projeyek perwerdeyê ya nûjen ku pirtûk û lîstîkên înteraktîf diafirîne ku şiyana zarokan bi pêş dixin. Bi demê re wê dikaribû firoşgehek xwe veke lê êrîşan ew hilweşand. Nûr Aknan teslîm nebû careke din ji nû ve dest pê kir û îsbat kir ku êş dikare veguhere cihê hêzê.

Proje bû cihê dahatê

Nûr Aknan der barê projeya xwe de wiha got: "Min projeya xwe heft sal berê ji ber daxwaza min a alîkariya kurê xwe ku bi awayekî kêfxweş hîn bibe, dest pê kir. Bi taybetî ji ber ku nexweşiyek wî hebû, nekaribû demek dirêj bixwîne û bersiva ji bo pênûs û kaxazê nedida. Ji ber vê min ji bo wî pirtûkên înteraktîf çêkirin da ku alîkariya wî bikim û fêrî xwendinê bibe. Malbatên xwedenkarên ku bi kurê min re dixwendin xwestin van pirtûkan ji zarokên wan re jî amade bikim. Bi vê awayî fikra projeyê derket holê. Her wiha ez mamosteya bîrkarî me jî ev tişt ji bo min hêsantir bû. Bi krîza aborî û derketina koronayê re min li malê dem ji bo pêşxistina projeyê veqetand û min dest bi çêkirina lîstikên perwerdeyî kir û wan li ser înternetê difirot. Ev jî bo çavkaniya dahatê ya malbatê."

Li hemberî astengiyan careke din rabû ser piyan

Der barê êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser Lubnanê de Nûr Aknan wiha got: "Beşek mezin ji firoşgehê ji ber êrîşan ziyan dîtibû lê beşa jorîn saxlem mabû. Em dikaribûn hinek kelûpelan rizgar bikin. Bi zarokan re em ji nav kavilan derketin û ji tunebûnê careke din me hebûn afirand. Vê yekê jî zarokan kêfxweş kir. Yek ji taybetmendiyên jinên başûr ew e ku nayên şikandin. Ji sifirê dest pê dikin û piştî her şerî radibin ser lingan. Tevî hemû astengiyan li pey xewnên xwe ne. Lîstikên me ne tenê ji bo şahiyê ne, ew ji bo pêşxistin û piştgirîkirina şiyanên derûnî yên zarokan in, bi taybetî yên ku di hînbûnê de zehmetiyan dibînin."

'Dayîk bingeha pêşxistina şiyanên zarokan in'

Nûr Aknan peyamek ji dayîkan re şand û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hûn bingeha pêşxistina şiyanên zarokên xwe ne. Hûn dikarin bibin hem dayîk, hem xanima malê hem jî xwediyên karsaziyek serkeftî. Nehêlin şert û merc we ji holê rakin û li gorî berpirsyariyê bijîn."

Çîroka Nûr Aknan ne tenê çîrokek serkeftinê ye, çîrokek berdewamiya jiyanê ye, tevî şer û dilê dayîkek ku dikare şahiyê di nava wêraniyê de vegerîne. Ew vexwendinek e ji bo her jina ku ji cihê lê ye dest pê dike, bi tiştên ku bixebite û bihêle dixwaza wê riya siberojê destnîşan bike.