Li lutkeyê azadî tê hîskirin

Çiyayê Çayer bilindiya wê 2108 metre ye yek ji çiyayê herî bilind ya çiyayên bajarê Silêmaniyê ye. Jinên çiyager bi gihiştina lutkeyê îrade û azadiyê hîs dikin.

TEWAR PÊNCAWÎNÎ

Silêmanî – Çiya hesta îrade, xwezaya azadiyê dide mirovan, roja înê dema ku hemû çiyager li hev kom dibin di hewaya sar û bi deruniyek germ berê xwe didin lutkeya çiyayê din. Bi vê mebestê ji westana heftiyê û mijuliya bi kar ve kêmekê dûr dikevin.

Tora Çiyagerên Kurdistanê ku ji beşek zêde ya koma çiyagerên sînorê bajarê Silêmaniyê pêk tê. 130 kesên çiyager geştek ya çiyageran heta lutkeye çiyayê Çayer ku bilindiya wê 2108 metreye, di asta berê derya û di sînorê Pirmegrun ya girêdayî bajarê Silêmanî pêkanîn.

Çiya ber bi seyrangeha Zêwî û seyrangeha Pêrgepan, li beramberî wê jî lutkeyên zicira çiyayên Pirmegrûn bilind dibe. Geştek ku 5 saetan ji gundê Peskendiwe destpê kir, rêjeyek zêde ya jinan bi armanca geşta ber bi lutkeya çiyayê Çayer û hiskirina îrade û azadiyê pêşengtî ji geştê re kirin.

Li gel hildana bi gir û dolan ve, mirov zêdetir bêhna xwezayê dikêşa û dewlemendî û ciwaniya wê têdigahan, herçendî çiya hişk û bê darin, lê belê ronahiyek li ser herêmê û ciwaniya herêmê xûya dike.

Dema ku mirov nêzî lutkeyê dibe, bayek sar û bi hêz li rûy dide û hesta pêşlîgirtinê çêdike û hinek berfa sar ku berfa çend rojên bûrî bû mayî çiyageran wêne û dimen ji bo biranînên rojên din di kêşan.

Piştî ditîna lutkeyê ji aliyê çiyageran ve hêz, bawerî û îrade xwe nû dike, ji ber dema digihin lutkeyê dizanin çend westan, hewildan ji bo geşetiyarê derbaz kirine, bi têkelbûna bi xwezayê re, digihin wê baweriyê ku hêz li çiya û azadî ji li lutkê ye.