Li Libyayê ji ber şer bi hezaran jin ji cihê xwe koçber bûn

Çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku şer û aloziyên li Lîbyayê herî zêde bandorê li jinan dike û destnîşan kirin ku divê der barê vê mijarê de xebatên taybet werin kirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî- Di şer û aloziyan de herî zêde jin dibin hedef. Di demên şer de ji derveyî xizanî û tunebûna ewlehiyê û dûrbûna ji warê xwe, rastî tecawizê jî tên.

Li Lîbyayê piştî serhildana 2011’an a ku rejîma berê rûxand, şer û alozî derket. Şerê bi çekan di sala 2014’an de terorîst û komên çeteyan ên ku dixwestin welat kontrol bikin û hemû tax bi erdê re kirin yek re hilkişiya. Ev rewş bi hezaran kes û malbatan ji cihê wan kirin, gelek jinan ji ber şer yan hevjînê xwe yan jî zarokên xwe winda kirin. Jinên ducanî, yên ku şîr didin zarokan, ciwan û yên ku xwedî lênêrînên taybet di van şeran de gelek bi bandor bûn û di heman demê de bandor li jiyana aborî û civakî jî kir.

‘Bandor li hemû jin û zarokên keç kir’

Çalakvana mafên mirovan Rawia Al-Jazwi bal kişand ser bandorên şer ên ku 10 sal in li Lîbyayê hene û diyar kir ku ji ber rewşa şer li Lîbyayê herî zêde bandor li ser jinan di aliyê civakî, derûnî û aborî de dibe û malbatan ji hev qut kiriye. Destnîşan kir ku ji ber şer windakirina gelek endamên malbatê, girêdana di nava malbatan de nemaye û bi bîr xist ku piştî sala 2011’an li dadgehan dozên hevberdanê, bi sedemên lihevekirina di navbera malbat, aborî û gelek sedemên din de zêde bûye û wiha got: “Li Lîbyayê ji ber şerê çekdarî ne tenê 50 hezar jin ji cihê xwe bûne, li gelek herêm û bajarên cuda bandor li ser hemû jin û zarokan kiriye. Piştî şeran ji bo jin werin rehabîlîtekirin dewreyên perwede û atolyeyan divê werin vekirin û di heman demê de divê navendê rehabîlîtasyonê jî werin vekirin.”

 Rawia Al-Jazwi der barê bandorên şerê li Lîbyayê li ser derûniya jinan de wiha got: “Bandorên şer ên derûnî baş nayên ditîn, ji ber wê rê li ber nexweşiyên cidî û tirsa patolojîk, nêzikatiyên xirab vedike.”

‘Jin û zarokan biparêzin’

Rawia Al-Jazwi der barê rewşa perwerdeyê ya beriya şer û piştî şer de axivî û got: “Bi taybetî ji ber piraniya kadroyên perwerdeyê ji jinan pêk tên, bi sekinandina perwerdeyê re em bûn şahid ku bandorek gelek mezin li mamoste û xwendekaran dike. Saziyên perwerdeyê, ji bo malbatên di dema şer de ji malên wan bûne hedefa fuze û bombayan û bi temamî xira bûne weke baregehan tên bikaranîn.”

 Rawia Al-Jazwi bang kir ku divê lijneya bilind a jinên Lîbyayê, saziyên girêdayî jinan zagona ku mafên wan diparêze bixin meriyetê zextan li komîteyên jin û zarokan ên girêdayî meclisa nûneran bikin.”

‘Bernameyên mudaxeleyê’

Seroka rêxistina mafên mirovan a Lîbyayê Hanan Al-Sharif diyar kir ku di nava komên ku herî zêde ji şer bandor dibin kedkar û jin in û got: “Di dema destpêka şer û piştî şer de rola saziyên civakên sivîl ew e ku alîkariya jinan bikin û projeyên ku şert û mercên jiyanê baş dikin ava bikin. Ji bo vê yekê ew amûrên ku pêwîst e werin amadekirin û ji bo pirsgirêk çareser bibin bernameyên profesyonel ên mudaxeleyê divê werin amadekirin.”