Li kantona Hesekê ji ber qutkirina ava Elokê krîzek tenduristiyê tê jiyîn

Endama Navenda tenduristî ya Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Nêrmîn Şemdîn teqez kir ku qutkirina Stasyona Elok rê li ber gelek nexweşiyan vedike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta Tirk piştî dagirkirina hin herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê niha jî bi hin rê û rêbazên dagirkeriyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Di vî milî de jî stasyona Elok ku avê dide nêzî 460 hezar sivîlên li Hesekê, Til Temir, Şedadê, Erîşa, Kampa Holê, Kampa Waşokanî û kampa Serêkaniyê wekî amûrekî şerê taybet bi kar tîne û dibe sedema derketina gelek nexweşiyan di nava gelê herêmê. Têkildarî vê mijarê Endama Navenda Tenduristî ya Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Nêrmîn Şemdîn axivî.

“Qutkirina ava Elok dibe sedema derketina gelek nexweşiyan “

Nêrmîn Şemdîn da zanîn ku dewleta tirk a dagirker sûcekî li dijî tenduristiya gelê herêmê pêk tîne û wiha anî ziman: “Bi qutkirina Stasyona Elok nexweşiyên navçûnê, jehrî, mîde û guçik derketine. Beriya qutkirina avê tu nexweşiyên bi vî rengî dernediketin. Ev rewş li tevahî Kantona Hesekê rû dide. Ji dema ku dewleta tirk a dagirker Stasyona Elok dagir kiriye li kantona Hesekê ev nexweşî zêde bûne û heya niha jî berdewam dikin. Dema av jî tunebe rewş ber bi xeterbûnê ve diçe. Ev demên dawî gelek kes ji ber qirêjiya avê nexweş ketin. Ava ku bi sehrican tê, piranî ji bo vexwarinê ye û ji ber ji ku derê tê nayê zanîn piranî kes pê bi jehrê ketin."

“Çareseriya bingehîn derxistina Stasyona Elok ji destê dagirkeran e”

Nermîn bal kişand ser rewşên cuda yên ku berê xwe didin navenda tenduristî ya taxa Til Hecer û wiha got: “Rojane hejmarek mezin ji zarok û jinan tên serdana navenda me dikin. Hemû jî ji ber navçûn, jehrîbûn, mîde û guçikan e. Hemû jî ji ber qutkirina avê ye. Bêguman ên ku her bandor li wan dibe jî jin û zarok in bi teybetî jinên ducanî bandorek neyînî li ser wan dike ji ber ku êşa gurçik û mîdeyê tehemul nakin. Ev dibe sedema derketina krîzek tenduristiyê li herêmê. Em wekî navenda tenduristiyê li gorî derfetên xwe bi gelê herêmê re dibin alîkar. Li gel me bijîşkê hundirîn, zarok, jin, dermanxane heye bi vî rengî em wan derman dikin lê çareserî ne di pêşkêşkirina dermanan de ye çareseriya herî bingehîn ew e ku em bikaribin rê li ber vê krîzê bigrin derxistina Stasyona Elokê ji destên dewleta tirk  da ku gelê herêmê jiyana xwe bi tenduristiyek baş berdewam bikin. Dewleta tirk bi çarenûsa gelê herêmê dilîze û jiyana wan dixe xeterê”

“Jiyana bi milyonan mirovan di xeterê de ye”

Nêrmîn bang li rêxistinên mirovî yên tendirustiyê kir ku li hemberî kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin û çareseriyek bingehîn ji krîza nexweşiyan were dîtin û got: “Dewleta tirk bi rêzdarî nêzî tu peymanan nabe û li hemberî gelê herêmê şerekî psîkolojîk, tenduristî û qirkirinê dide meşandin. Ji bo wê jî pêwîst e stasyon ji destên wan were derxistin da ku rê li ber krîza nexweşiyan were girtin. Ji ber ku bi vî rengî jiyana bi milyonan mirovan di xeterê de ye.”