Li Kampa Roj çîrokên jinên DAIŞ’î

Jinên DAIŞ’î yên ji welatên Iraq û Almanya ku di Kampa Roj de dimînin, sepanên DAIŞ'ê yên pê re rû bi rû mane qal kir.

EBÎR MIHEMED

Qamişlo – Kampa Roj li gundewarê bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ye. Ev kamp piştî Kampa Holê ya li Hesekê yek ji kampên herî metirsîdar e. Li kampa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di sala 2015’an de hat avakirin, nêzî 800 malbat tê de hene, 2 hezar û 500 kes in hemû jin û zarokên ji Iraqê, penaberên Sûriyeyî tevî biyaniyên çeteyên DAIŞ’ê yên ji neteweyên Ereb û Ewropî ne ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Rojhilatê Firatê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê kirine.

Du jinên DAIŞ’ê yên ji Iraq û Almanya ku li kampê dimînin, ji ajansa me re axivîn.

Hîba El-Ebas a Iraqî ya ku di 11 saliya xwe de bi çeteyekî DAIŞ’î re tê zewicandin û pê re berê xwe daye Sûriyeyê dibêje: “Malbata min DAIŞ’î bû, dema ez tevlî wan bûn, temenê min 11 bû. Malbata min çeteyekî ji Yemenê nas kir û min pê re dan zewicandin. Di nav DAIŞ’ê de jiyan pir zehmet bû, min hîs dikir ku ez di zindanê de me, li cem DAIŞ’ê azadî tune ye. Ez zarokek biçûk bûm, çi sûcê min hebû ku ez zewicandim bi yekî çete re?”

Heya zarokên biçûk jî ji hovîtiya wan xilas nebûn û ew qetil kirin”

Hîba El-Ebas bûyer û kiryarên hov û qirêj ku ji DAIŞ dîtiye dema ku di nav de, tîne ser ziman û dibêje: “Wexta em di nav DAIŞ’ê de bûn, zulm pir hebû, gelek mirovên bêguneh bûn qurbaniya terora çeteyên DAIŞ’ ê. Her yekê ku ji derve dihat, ew digirtin û qetil dikirin bi hinceta kufrê, pir zehmet bû. Heya zarokên biçûk ji hovîtî û terora wan xilas nebûn û ew qetil kirin ji ber ku tevlî wan nebûn, zarokên bêguneh bûn tu sûc nekiribûn. Carekê dema ez li Reqayê bûm, min dît çawa mêrekî dikujin, serê wî bi satorê qut kirin. dema min bûyer bi çavên xwe dît, tê bîra min ku wê şevê xewa min nedihat û nikaribûm xew bikim. Tevî ku gotin ew mêrê ku hat qetilkirin gunehê wî nîn e jî min gelek kiryarên bi tirs û hov ji DAIŞ’ê dît, mafê mirovahiyê li cem wan tune ye û teror in.”

“Dema min nêzîkatiya QSD’ê ji jin û zarokên DAIŞ’î re dît, wê demê min şaşîtiya xwe fam kir”

Hîba El-Ebas bal kişand ser nêzîkatiya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a li hemberî jin û zarokên DAIŞ’ê ê ku hişt şaşîtiya xwe bibîne û got: “Dema ez hatim Kampa Roj, temenê min bû 14, min cudahiyeke mezin dît li cem Kurdan. Min bi çavên xwe dît çawa Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş û QSD’ê bi jin zarokan re tevdigerin, wê demê ez ketim ferqê û min şaşîtiya xwe fam kir. Destpêka ku ez hatim vir, ji jinên DAIŞ’î ditirsiyam ji ber min kefiya serê xwe rakir, DAIŞ bi zorê hêla bû ku ez kefiya reş li xwe bikim. Belê di dema niha de tu kes nikare zorê li min bike. Ez hêvî dikim ku hukumeta Iraq daxwaza vegera min bike. Malbata min DAIŞ’î ye û reviya Tirkiyeyê lewma malbat min nikare daxwaza min bike.”

“Tu mafê jinan tune ye li cem DAIŞ’ê”

Zekiya ya ku ji Almaniyayê hatiye û tevlî DAIŞ ê behsa çîroka xwe ya bûye berî 8 salan dike û dibêje ku tu mafê jinan tune ye li cem DAIŞ’ê û wiha didomîne: “Ez ji Almanyayê hatime Sûriyeyê berî 8 salan, 3 salan di nav DAIŞ de mam e û pişt re ez reviyam û ev 5 sal in ku ez li Kampa Roj dimînim. Ez bi zilamekî şaş re zewicîm, hevjînê min ê çete ez xapandim, li ser esasê ku karê wî li Tirkiyeyê heye ez û keçikên xwe pê re hatin. Ji 8 salan ve min dayik û bavê xwe nedîtiye. Min ji hevjînê xwe re got ez dixwazim vegerim welatê xwe lê li cem DAIŞ’ê tenê divê tu devê xwe bigrî. Hevjînê min pîvanê wî yên li Almanya û di nav DAIŞ’ê de berovajî hev bûn. Di nav wan de tenê divê tu neaxivî, mafê jinan ê axaftinê tune ye.”

“Jina ku bi çeteyekî re nezewice alîkarî jê re nayê pêşkêşkirin”

Zekiya diyar kir ku ew du caran hatiye zewicandin ji ber li cem DAIŞ’ê jina ku nezewice dê ti kes alîkariya wê neke û wiha pê de çû: “Piştî hatina me ya Sûriyeyê, hevjînê min hat kuştin bi riya balafirê, wê demê ez neçar mam careke din bizewicim, ji ber ger li cem wan tu nezewicî tu kes alîkariyê nade te. Bi kêfa te yan jî na, tu mecbûr î bizewicî, heya derketina derve li me qedexe bû. Ez du caran zewicîm û zarokên min jî 5 in, temenê wan di navbera 7 salî heya 17 ne.”

“Zîhniyeta DAIŞ’ê li ser qetilkirin û zilmê ava bûye, ji ber min kefiya reş avêt dibêjin tu kafir î”

Zekiya da zanîn ku zîhniyeta DAIŞ’ê li ser qetilkirin û zulmê hatiye avavkirin û wiha domand: “Zîhniyeta DAIŞ’ê tenê qetilkirin, lêxistin û zulm e, tiştên baş li cem wan tune ne. Jinên DAIŞ’î yên li kampê dibêjin hûn kafir in, ji ber ku min kefiya xwe rakir û cilê xwe guhert. Her çiqas gotinên qirêj ji min re dibêjin, ez li wan guhdar nakim, jixwe serê belayê ew in. Tu pirsgirêka min bi Kurdan re tune ye, pirsgirêka min bi van jinên DAIŞ’î yên di kampê de heye lê mixabin ez jî yek ji wan im. Berî çend mehan, nêzî 200 jinên tundrew hewl dan min bikujin, ji ber ku ez bi mêrekî re axivîm. Ev tişt li cem me weke netew pir normal e lê li cem DAIŞ’ê her tişt qedexe ye û tê wateya kufrê, yên ku alîkariya min kirin û ez ji zordariya xilas kirim jî hêzên asayîşê bûn.”

Zekiya di dawiya axaftina xwe de şaşîtiya xwe ya mezin tîne ziman û dibêje: “Min  şaşîtiyeke herî mezin kir dema min li hevjînê xwe guhdar kir. Tenê ez dixwazim ji vir derkevim û jiyana min bibe wek berê. Dixwazim dayik, bav, xwişk û birayê xwe bibînim.”