Li Jinwarê aboriyek biçûk serxwebûnê diafirîne
Letfiya Ehmed a ku li gundê Jinwar dijî, jiyana jinan a azad, bi aramî û bi ewle vegot. Letfiya ya bi du zarokên xwe re li vir dijî, kêfxweşiya xwe bi me re parve kir.
SORGUL ŞÊXO
Dirbêsiyê – Gundê Jinwar ne projeyek bêalî an jî bi tevahî teknîkî ye, her wiha berhema vîzyonek jinan a bi zelalî hatiye destnîşankirin e jî. Fikra gundê Jinwar wekî projeyek ji bo parastina jinan a ji tundiyê û avakirina civatek xweser, ji bo ku jin di her aliyan de xwe nas bike, bibe xwedî hêza xwe ya cewherî dest pê kiribû. Di sala 2018’an de bi awayek fermî deriyên xwe li jinan vekir.
Jinwar: Gundekî bê tundî û zordarî
Li vir jin di nav pergaleke wekhev de wek xwe, azad û serbixwe dijîn, bêyî ku mêr, bav, bira û ne jî dewlet destwerdana jiyana wan bike ku li gorî xwe wan teşe bikin û birêve bibin. Gundekî ku ji tundiyê gelek dûr e, bê tundî û zordarî ye. Li vê derê jin di nav aramiyeke bêdawî de dijîn, bêyî ku azadiya wan a ji wan dihat dizîn û strandin û neçarî jiyanek ne bi dilê wan dikirin, dijîn.
Ji lewra li vî gundi erd, nanpêjgeh, firoşgeh û gelek proje hene ku bi aboriyeke biçûk jin serxwebûnên xwe diafirînin. Çimkî çandinî beşek yekgirtî ya vê pergalê ye, ku pir caran wekî pratîkek dostane ya jîngehê tê pêşkêşkirin. Ew xwe dispêre zeviyên piçûk ên ku ji hêla jinan bi xwe ve têne çandin, sebze û hin xwarina heywanan peyda dike, bi vî rengî lêçûnên bazarê kêm dike.
Her çiqas gund di hin demên diyarkirî de ji ber şert û mercên derdorê hewceyê piştgiriyê be jî, lê aboriyek rojane piştgiriyê dide ku niştecihan hêzdar dike, ku li şûna xwe bispêrin rewşên awarte plan dikin û alternatîfan ava dikin.
Baxçeyê dayîkan
Ji lewra Letfiya Ehmed a ji bajarê Qamişlo, tevî her du kurên xwe Demhat û Siwar yên biçûk li Jinwarê dijî. Letfiya bi du jinên din re bi hevkarî sebzeyên payîzê çandiye. Baxçeyê Jinwarê mîna baxçeyên dayîkan tê nasîn, ji lewra kes ji derve bê û serdana gund jî bike, ger ku dayîk ne amade bin, destê xwe dirêjî baxçe nake.
Letfiya ji ajansa me re axivî û behsa jiyana li Jinwarê û karê xwe kir.
Letfiya destpêkê qala girîngiya hebûna gundê Jinwar kir û wiha got: “Ji bo jinên hewceyî aramî û ewlehiyê ne, Jinwar stargeh û lêveger e. Ji bo ku jin şaş nemîne berê xwe bide ku, Jinwar kompasa wê ye jî. Mala kesê ku fikra Jinwar derxistî û ava kirî, ava be. Ji ber ku sûd û jiyanek baştir pêşkêşî gelek jinan kiriye. Wekî ku em li mala xwe ne, ne li cihekî xerîb in.”
Hevrêtiya jinan û karbeşiya bi hev re
Letfiya diyar kir ku jinên gund hemû bi hev re dijîn, kar dikin û xizmeta hev jî dikin û wiha pêl da gotina xwe: “Gîhayek be em bi hev re radikin û şînatiyek be jî em bi hev re diçînin. Di demijmêrên berêvaran de jî li hev dicivin, rojên Înê mêvanan pêşwazî dikin û bi wan re mijûl dibin. Em li gundê xwe gelek rihet dijîn û kar di nav hev de dabeş dikin. Em jin bi tevî zarokên xwe li vî gundî dijîn, mêr li vir nînin. Jin berpirsyartiya malê û zarokan bi tenê rake, tu bikî nekî zehmet e lê jiyan diherike.”
Letfiya amaje bi jiyana jinan a tenê ya li gund kir û wiha vegot: “Jin tenê li vir dijîn, ji lewra kes tundiyê lê nake û nêrînên xwe jî li ser ferz nake. Li gor xwe û bi azadiya xwe jiyan dike, bêyî ku kes destwerdanê lê bike. Civata me ya Jinwar ji civatên me yên li malên xwe yên berê xweştir e.”
Aboriyeke biçûk û serxwebûna sê jinan
Letfiya bal kişand ser demsala Payîzê û got ku wan gelek cûreyên sebzeyan çandine. Letfiya wiha pêl da gotina xwe: “Axa me berhemdar e û em ji hilberînên erdê dixwin. Ji ber ku me gelek cûreyên fêkî û sebzeyan çandine. Werzê hinar û zeytûnan jî li pêşiya me ye. Me niha çend cûreyên sebzeyan wek cercîr, reşad, tivir, sîr û pîvaz jî çandiye. Em jê dixwin û yê zêde jî em difroşin bazaran.”
Letfiya got ku ew sê jin di çandiniyê de kar dikin û xercê ku ji berhemên wan derkevin li hev par dikin.