Li Idlibê zarokên keç li kolanan rastî tacîzê tên

Xizanî û şerê wêranker bû sedem ku gelek jin û zarokên li Idlibê parsekiyê bikin. Zarokên keç ên ku li kolanên Idlibê parsekiyê dikin gelek caran rastî tacîzê tên.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Destdirêjiya zayendî li ser zarokên parsek yek ji tawanên herî giran e ku di van demên dawî de di nav civakê de belav bûye. Zarokên ku rastî tacîzê tên hîs dikin ku cîhan cihekî ne bi ewle ye û baweriya xwe bi kesên din û heta bi xwe jî winda dikin.

Zaroka keç Ruba El-Kermo ya 9 salî ku ji gundê El-Ramî yê başûrê Idlibê koçber bûye, bi malbata xwe re li kampên niştecihên Idlibê dijî diyar kir ku ew gelek caran rastî tacîzê tê û wiha got: “Hewl didin min li seyare yan motorên xwe siwar bikin, ez ji tirsa wan direvim. Ez parsekiyê dikim da ku debara xwişk û birayên xwe bikim û xwarinê ji wan re peyda bikim lê rojane ji hêla hin kesan ve rastî tacîzê têm. Ez ji gotinên wan ditirsim.”

Ji ber tacîzê nehişt keça wê bixebite

Suad El-Fêsel dayika zaroka keç Reyan a 10 salî anî ziman ku hevjînê wê miriye û keça wê li kolanan biskuwît difiroje ji bo ku debara xe bikin û wiha pê de çû: “Min dît rojekê keça min ditirse êdî ji kon derkeve, min jê pirsî got çi heye, ji min re got ku ew ji hêla xortan ve rastî tacîzê hatiye û xwestine wê birevînin lê wê qîr kiriye û ji nava destên wan reviyaye. Min nema êdî hişt ku keça min biskuwîtan bifroşe û ez ji xwe re li karekî geriyam da ku debara zarokên xwe bikim.

‘Divê ku tacîza zayendî were vegotin wekî tabû neyê dîtin da ku pêşî li were girtin’

Civaknas Beyan El-Xilêf li ser vê mijarê wiha axivî: “Destdirêjiya zayendî gelek caran şaş tê fêmkirin û ji bo demeke dirêj ew yek ji tabûyên ku divê qet li ser neyê axaftin tê dîtin. Tevî belavbûna wê di nav civakên cuda de dihat hesibandin û ev nezelalbûn û tirsa axaftinê dê vê diyardeyê zêdetir belav bike. Îhmalkirina tacîzê û encamên wê, pirsgirêkê aloztir dikin û gelek zarokên bêguneh bi hêsanî dibin nêçîra tacîzkaran ku li her derê belav bûne bi nebûna ewlehî û qanûnê. Divê di vî warî de hişyarî bê belavkirin. Bandorên tacîzê li ser kesayetî û jiyana derûnî ya zarokê zêde ye.”